15:12 28 Gulan 2017
Zindî
    Kızıl Meydan, Moskova.

    Moskow dest bi rêzefestîvalan dike

    © Sputnik/ Vladimir Astapkovich
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Roja 19`ê Hezîranê li Moskowê wê cejneke nû ya bi navê Roja Çemê Moskowê destpê bike

    Moskow dest bi rêzefestîval, konser û bûyerên sportîv dike. Li gor ragihandina rêvebirê Departamanta Sîyaseta Neteweyî, Têkilîyên Navherêmî û Tûrîzmê ya Moskowê Vladîmîr Çernîkov, roja 19`ê Hezîranê li Moskowê wê cejneke nû ya bi navê Roja Çemê Moskowê destpê bike. Festîvalên berî niha bi serkeftî hatinî derbazkirin, îsal jî wê berdewam bikin. Yek ji wan festîvala bi navê ``Çembera Ronîyê`` ye û payîzê wê bête lidarxistin. Li bendê ne ku 100 hezar tûrîst di wê festîvalê de beşdarîyê bikin.

    Roja Çemê Moskowê ya ji bo roja 19`ê Hezîranê tê plankirin, dikare bibe festîvaleke nû ya bajarê Moskowê. Vladîmîr Çernîkov di wê derbareyê de got ku ``Em dixwazin balê bikşînin li ser wê yekê ku çemê me gelek bedew e û ji nava tewaya bajêr derbaz dibe``. Li gor gotinên Çernîkov, di çarçoveya festîvalê de wê pêşbirka bisîkletan, maraton, alayişa kelekan û konser bêne lidarxistin.

    Festîvala nû wê gelek tûrîstan ber bi Moskowê ve bikşîne û bi wî awayî wê balkêştir bibe. Li gor daneyên şaredarîya Moskowê, sala 2014`yan de sektora tûrîzmê li Moskowê encamên gelek baş nîşan da. Li dora 16, 5 milyon tûrîstan serdana Moskowê kirin. Şaredarê Moskowê Sergey Sobyanîn ragihand, ku jimara tûrîstên rûsî û bîyanî yên serdana paytext kirin, di sala 2014`yan de li dora 30 selefan zêdetir bûn.

    Çend hefte berê li Moskowê festîvala ``Dem û Serdem``ê û her weha etaba rûsî ya ``Formûla E``yê hatin derbazkirin. Di wan demên dawîyê de daxwazên ji bo geşta bajêr jî zêdetir dibin. Tê plankirin ku li Moskowê geşta bajêr ya bi navê `` Roj Bi Roj Moskow `` bête lidarxistin.

    Li gor daneyên şaredarîya Moskowê, di sala 2014`yan de 5,54 mîlyon kes li otêlên Moskowê de mane. Di çarçoveya amadekarîyên Şempîyonata Fûtbolê ya Cîhanê ya sala 2018`yan de li Moskowê 154 otêlan bi fermî statûya otêlên bi stêrk wergirtin. Di nav wan de 20 otêlan 5 stêrk, 39 otêlan 4 stêrk, 54 otêlan 3 stêrk, 22 otêlan 2 stêrk, 4 otêlan 1 stêrk û 15 otêlan jî statûya mîmî-otêlan wergirtin. Di sala 2015`yan de wê 18 otêlên bi kapasîteya 4515 cihan bêne vekirin.

    Etîketan:
    Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de