02:26 30 Nîsan 2017
Zindî
    Rêberên welatên-endamên BRICS

    Yekemîn forûma parlamentoyên BRIKS li Moskowê lidardikeve

    © AFP 2017/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Yekemîn forûma parlamentoyên BRIKS wê roja duşemê li Moskowê lidarkeve. Beşdarên civînê wê pirsên aborî, çareseriya konfilîktên ku gefa li aramî û ewledariya herêmên cîhanê yên cuda dixwin, her wiha derfeta sazkirna asamblê parlamentoyên welatên-beşdarên rêxistinê giftûgobikin.

    Civîn wê ji du danişîna pêkbê.

    Di danişîna pêşîn de palne ku rola parlamenterên welatên BRIKS di çareseriya pirsên siyasî û aborî  yên navnetewî de bê giftûgokirin. Beşdarbûyî wê pêşvebirna enstîtûyên navdewletî, hevkariya di warê ewledarî, çareseriya konfilîktan, rûberiya terorîzmê, hevkariya di warê pêkanîna dûrezmanekî zanyarî cîhanî objektîv de giftûgobikin. Di beşê duwemîn yê vê civînê de wê pirsên girêdayî bi hevkariya di navbera parlamentoyên welatên-endamên BRIKS de bên giftûgokirin.

    BRIKS-komelak ne fermî ye û ji Brazîl, Rûsya Federal, Hindistan, Çîn û Afrîqya başûr pêktê. Forûma parlamentoyan yekemîn car di dîroka BRIKS de tê lidarxistin.

    Etîketan:
    Cîhan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de