02:23 30 Nîsan 2017
Zindî
    Omarê Nado Broyî – Şampîonê Kuba Kralê Taylandê, Şampiyonê Ewrûpayê di warê Muayî –Tay ê

    Omarê Nado Broyî Şampîonê Kuba Kralê Taylandê, Şampiyonê Ewrûpayê di warê Muayî –Tay ê

    © Foto: Wêne yê ji arşîva Gêorgîyê Tîtal Cindoyan Omarê Nado Broyî
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Karîna Samandova
    0 201051

    Boksa profesiyonal – di werzîşê de cureke zehmete. Ev cureya siporê gelek leystikên veşartî di xwede xwedîdike. Di salona sporê de prove têne kirin, lê piştre ji bo ku hunera xwe pêşkêşî gel bikin, derdikevin rîngê.

    Serdaneke bi heskirin li salona siporê ev xebata boksora ye û li arênayê hunera xwe bide pêşan. Werzîşvanê Rûsya di cureya boksa tay — boks bi aweyekî profesiyonalî kîkboksîngê jî dike. Xwediyê Kuba kralê `Taylandê 2003`, şampîonê Ewrûpayê di nav profesiyoanlan de, serkeftiyê lêkdana Sûper li Fight Nights ê, ya `Lêkdanên bi qanunî û bê qanunî`, serkeftiyê lêkdana turnova profesiyonalî ya Race end Fifht ê ye.  Her wiha xebata antremanî dike û amadekariya lêkdana dike.
    Gohdarên hêja, îro ez dixwezim we bi mirovekî hêja û bi werzîşvanekî baş, nunerê gelê me (eslê xwe de  Êzdîye) bi Omerê Nodarî Broyî bidim nasîn.
    Omer roja 9 Kanuna Paşîn di sala 1981 li bajarê Tilbîsê ji dayîk buye.Vê gavê ew bi malbata xwe ve li Moskowa jiyan dike. Fakulta televîziyon û radiyo, rojnamavanî xelazkiriye. Her wiha huquq xwendiye. Wek peyamner di Ria Novostiyê ê de kar kiriye.

    Li ser Omarê Broyî vegotin çiqas zehmete hawqasî jê rehete. Rehete — ji ber ku hemû serkeftinên wî di warê werzîşa profesiyonalî de ber çavin. Zehmete — ji ber ku gotin nayne dîtin ku li ser destxistina wan serkeftinan bê vegotin. Omarê Broyî sembola dilsoziya karê xwe ye. Ew ticaran bi destkeftinên xwe de xwe qure nake. Ew derdikeve rîngê û karê xwe pêktîne.

    Pirs:

    Omerî tû bi xêr hatî

    Bersiv:

    Nav xêrê de bin

    Pirs:

    Omerî we xwendina rojnamevanî û huquqî xelazkiriye, lê tevî wê ya spor û xebata antremanî ji xwe re hilbjartiye. Gelo ev lêgerîna karekî profesiyonaliye yan jî di cîhana hevdem de ji bo werzîşvanekî serkeftî ev tedbîrana pêwîstin?

    Bersiv:

    Min ji destpêkê nedxwest huquqê bixwênin û di organên dewletê de xebatê bikim.

    Pirs:

    Dixwezim ji gohdarvanan re bi bîr bînim ku Omarî li bajarê Vladîmîrê fakulteya huquqê xwendiye…

    Bersiv:

    Bala min zêdetir rojnamavanî dikişand û ez di Înstîtuya televîziyon û radiyo ya Ostankîno a Moskowê tomar bum û bi dilxweşiyeke mezin min dixwend. Piştî xilazkirina xwendinê di yek ji ajansên sereke yên Rûsya karê peymnerî dikir. Ji bo min di jiyanê de xwendin û xebata êntelektualî cîhê girîng digirin. Bêguman min dixwest karê rojnamavanî bikim, lê ji ber hine mercan min xebata rojnamavanî dewam nekir. Vê gavê ez ji bo xebata han vekirîme û daxweziya min heye ku bibim xebatkarekî mosmediya, numune ji were bibim alîkar!

    Pirs:

    Ezê daxweziyên we radestî rêveberiya me bikim, her çiqas wê hevpeyvîna me gohdarî bikin…

    Bersiv:

    Ez ji zarokatiya xwe bi sporê ve mijulim û ev nedibû asteng ji minre ku ez baş bixwînim. Ji bo ku mirov bibe werzîşvanekî serkeftî ji wî re vîn, karekter û hêz pîweste. Ev hemû karekteran di min de hene ji ber wê ez di boksê de serkeftîme.

    Pirs:

    Hun dikarin bi bîr bînin we ji çi destpêkir? Di çend saliya xwe de we dest bi boksê kir? Gelo hilbjartina we bi zanebun bu ye? Kî ewil we anî salona sporê? Kî antremanê we yê destpêkê bu?

    Bersiv:

    Min jiyana xwe ya sporê ji 6 salî destpêkiribû, ewil ez bi melevanî mijulbum mixabin nave antreman nayî bîra min. Piştre ez çume `kung-fu` antremanê min di vê cureyê werzîşê Zaza Bêjanîşvîlî bu. Lê dema ku ez hatim Rûsya min dest bi boksê kir, atnremanê min Rûdolf Alêksandrovîç bû piştî ez derbazî cem Vadîm Krilov bum. Antremanê min di cureya `muay-tay` yê Yuriy Çûxîn bu, lê Mark Meltser antremanê kîkboksîngê bu.

    Pirs:

    Çima we boks hilbjart, wek tê zanîn futbol û guleş di wan deman de, ne kêmî boksê populer bun.

    Bersiv:

    Boks bi dînamîka xwe bala min dikişand ev cureya siporê zêde li gorî min bû. Ez ji zarokatiya xwe di xwendinê û siporê de lîder û şerok bûm. Ev hemû karekter bune bingeha hilbjarina min di vê cureya werzîşê de.

    Pirs:

    We kingê femkir ku boks buye beşeke jiyana we? Û we çawa diyarkir ku terciya we cidiye û demdirêje?

    Bersiv:

    Min terciya xwe bi zanebun kir. Hema ku min di turnovayên boksê de serkeftin destxistin, min femkir ku boks meyla mine.

    Pirs:

    Tê zanîn ku boks di werzîşê de cureyeke travmaye, gelo nêrîna malbatê çiye? Û dayka we çawa tercîya we qebulkir?

    Bersiv:

    Destpêkê diya min li dijî boksê derdiket. Lê bi demê re wê femkir ku ev jiyana mine, tabî dayka min hîn jî naxweze ku ez bi boksê mijul bibim, lê wek berê li dijî dernakeve. Diya min ji hilbijartina min re rêzdare.

    Pirs:

    Belê ez hestên dayka we femdikim… her lêdanek ku li we dikeve… Dayîk nikarin ferî van tiştan bibin… Lê gelo diya we şerên we temaşe dike?

    Bersiv:

    Her lêdaneke ku li min dikeve diya min pê dêşe, bi bextre ew nayê lêkdanan lê di înternetê de wê çend şerên min dîtine. Ew dizane ku ez gelekî bedenbaziyê dikim û dema lêkdanan de zêde travmayan nastînim.

    Pirs:

    Gelo hun hêza xwe li derva didin diyarkirin? Û zehîfbunên we çine?

    Bersiv:

    Ez li derva hêza xwe nadim xuyakirin tenê heger ji bo xweparastinê ne pêwîst be. Zeyîfbuna min ya sereke çokolata ye. Ez mukur xwe tînim ku heftê dû rojan ez zeyîfbuna xwe serbest berdidim ango xwe didim ser çokolatan.

    Pirs:

    Gelo daxweziya we ya serdana salona siporê herdem hebuye?

    Bersiv:

    Spor hobiya, jiyan û xebata mine, ji ber wê serdana min di salona werzîşê ji bo min bextewariye.

    Pirs:

    Rola hander û heskerên boksê di sporê de çiye? Gelo kî temaşevanê we yê serekeye?

    Bersiv:

    Ji bo min her mirovek ku ji dil û can min destek dike – temaşevanê serekeye.

    Pirs:

    Buyerên trajedîk yên ku di welatê me yê dîrokî de qewmîn kesî bê xem nehîştin… û tevayî cîhana şaristanî hejand… Hun çi dikarin li ser vê bibêjin?

    Bersiv:

    Li ser trajêdiya ku li Îraq û Sûriyeyê qewmîn dikarim tekez bikin ku ez bi dil û can ji bo gelê xwe dilgiran bum. Gelê min 73 ferman jiyankir. Gelê me yê Êzdî bi sed salan ji alî radîkalên fanatîk yên dînî dihat êşandin. Lê dîsa jî me çanda xwe, netewa xwe parast û emê herdem bijîn!

    Pirs:

    Trajediya ku li Şengal û Kobanê rû da, bu sedem ku di nav gelê me da yekîtiyek û hevkariyeke netewî bê avakirin. Omarî li gor nêrîna we, gelo hêza ruhî ya gelê me di çidaye hun? wek werzîşvan hun van tiştan baş dizanin.

    Bersiv:

    Hêza gelê me di zanebuna xweparastinê de ye û çiyayên Îraqa hevdem ji xwişk û brayên me re bibun alîkar, Êzîdîyên me bi serkeftineke mezin berevaniya xwe li wur dikirin. Li ser Êzdîyên Kafkasiyayê ez dikarim bêjim ku wan bi alîkariya Împeratoriya Rûsya û serfermanderê me yê dîrokî Cangîr Axa radîkalên olî yên Osmaniyan têk birin.

    Pirs:

    Omarî gelo hun serkeftina xwe diyarî kesan yan jî pêşkêşî bûyeran dikin? Dema hûn derdikevin rîngê motîfên netewî li cem we têne dîtin?

    Bersiv:

    Berê mehekî di lêkdaneke profesiyonalî de ez serketim, ez wê serkeftinê pêşkêşî gelê xwe dikin, ewil ji wan kesên ku rastî tuntujiyên DAÎŞ ê hatin, dikim. Dema ez derdikevim rîngê ez di bin ala me ya netewî û ya Rûsya derdikevin û wekî din ji bo moralê ez muzîka me ya netewî gohdarî dikim.

    Pirs:

    Dema hun derdikevin rîngê hun ji xwe re hedef dikin ku dijberê xwe nakaut bikin yan jî hun ji boksê zewqê distînin û împroveze dikin? Wusa dibe ku hun dema boksê bi dijberên xwe re `dilîzin`?

    Bersiv:

    Carna ji bo xatrê temaşevanan ez lêkdanê li rîngê dirêj dikim, lê heger dijberê min bi xetere, ez hewil didim lêkdanê zû bi dawî bînim.

    Pirs:

    Ji nav boksoran kî bala we dikşîne?

    Bersiv:

    Ez Rokkî Marçînano mînak digirim, şêwazên me yên şer wek hevin. Lê ji nav boksorên me ez dixwezim Amar Suloyêv destnîşanbikim, her wiha Mîşa Aloyan gelek kêfa min ji boksa wî re tê, ew lawekî hêja yê gelê meye û boksoroke mukemele.

    Pirs:

    Her lêkdanek – dijberek binxistiye. Di boksa profesiyonal de ewil kî dijberê we buye? Serkeftina yekemîn di bîra we de ye? Hestên we çi bune? Yan jî kîjan lêkdan û bi kê re di bîra we de maye û çima?

    Bersiv:

    Tabî min pir lêkdan kirine û her şerkar kî beremberî min derketiye rîngê û min wan binxistiye di bîra min dene. Ez naxwezim navê wan yek yek bêjim. Lê lêkdana herî ku di bîra min de maye bi rikberekî bi hêz re pêkatibû, ew jî kurdê êzdiye bi navê Elladî Adjoyêv. Lêkdana bi wî re pir zehmet bû lê dawî de dostanî serket.

    Pirs:

    Li ser Muhemed Elî dibêjin ku li ser rîngê ew `wek perperîka difire û wek pêtekan vedide`, lê hun çawanin?

    Bersiv:

    Silogana min bi hêjatî û bi effekt lêkdanê bi dawî bikim û ewil bi nakautê ve. Tabî her wiha ez bi aweyekî sipeyî dikarim boksê bikim.

    Pirs:

    Li ser xebata xwe ya antremanî ji mera vebêjin

    Bersiv:

    Ez di tora werzîşî ya herî baş a Rûsya `Wirld Class` de entremanî dikim. Ji xelkêre dibim alîkar ku di navbera demeke kurt de fîzîkiya xwe serarest bikin û bêguman wan fêrî xweparastinê û parastina der û dora xwe bi aweyekî xweşik dikim.

    Pirs:

    Omarî, di jiyanê de rewşên cuda hene… ji kerema xwe bêjin ew kesên bi fîzîkî zeyîfin ku nikarin xwe biparêzin çawa bikin?

    Bersiv:

    Ew kesên ku bi fîzîkî zeyîfin ez dixwezim pêşniyar bikim ku bi boksê ve mijul bin û enteramanî bikin. Li gor ezmunên xwe ez tê gêhiştim ku heger ez bi fîzîkî û ruhî zeyîf bama – wê ez bihatama pêpes kirin û bêhurmet kirin. Bi mijulbuna siporê ve, ez dizanim ku di jiyanê de kes nikare li min xerabiyê bike û ez xwe bawerim.

    Pirs:

    Gelo ji bilî boksê hewaskariyeke din heye? Hun çawa îstirhetê dikin?

    Bersiv:

    Îstirheta min nav malbatê de derbaz dibe, wekî din pirtukên dîrokî û gotarên zanistî li ser tendrustiyê dixwînim.

    Pirs:

    Nivîskar yan helbestvanê ku hun jê hezdikin kiye û kîjan pirtuk we xwendiye?

    Bersiv:

    Baxçoyê Îsko û Ezîzê Îsko mamosteyên edebiyatê yên bi nav û dengin di nav gelê me yên Gurcistanê, û ez bi wan serbilindim ku ewana mirovên minin.

    Pirs:

    Piraniya boksoran ji RAP ê hezdikin… Hun kîjan muzîk tercih dikin?

    Bersiv:

    Bêguman RAP dema antremanî alîkariyê dide, lê muzîka me ya gelerî ji bo şer û lêkdanê hêzê dide min.

    Pirs:

    Gelek nunerên boksa profesiyonal hunera xwe her wiha di muzîkî de diyarkirine numune Roy Cons. Lê ezmunên bi vî rengî cem we hene?

    Bersiv:

    Mixabin ez bi xwe nastrêm. Lê ez ji muzîk û klamên ku enerjiya erênî bi xwere tînin hezdikim. Bavê min muzîsiyanekî profesiyonale ez pir ji hunera wê hezdikim? Lê ez bi xwe ne li alavên muzîkê didim ne jî distirêm.

    Pirs:

    Pirsa me ya tradîsiyon, hun dikarin li ser malbata xwe ji mera bêjin?

    Bersiv:

    Ez ji bereka Ûtî me, hevjîna min Mîlêna Acamiyan ji bereka Kaşaxîye. Em xwedî dû zarokane. Navê keça min Arîna ye navê lawê min Rûsso ye.

    Pirs:

    Bira mirazê we wana bive.

    Bersiv:

    Zef razîme… Ez pir bextewarim. Diya min navê wê Gulnare ye ji bereka Beliya ye, bavê min Nodariye, xuşka min Lana û birayê min Alîke. Her wiha ez dixwezim mervatiya xwe diyar bikim Maya (hevjîna apê min yê remetî Tamaz e) brayên min Wezîr, Vlad û hevjîna wî Mîlêna.

    Pirs:

    Omarî hun dixwezin ku kurê xwe bibe boksor?

    Bersiv:

    Ez dixwezim ku kurê min bi dansan mijul be yan jî di fotbolê de xwe bibîne, lê heger ew bixweze bibe boksorekî profesiyonal ez ji wîre nabim asteng.

    Pirs:

    Pilanên we çina? Hun dixwezin navê xwe di dîroka boksa profesiyonal de binîvîsin?

    Bersiv:

    Ez xwedî rîzek navnasame him yên ewrûpî û him jî yên cîhanî. Lê bêguman hedefa min heye ku ez navê xwe di dîroka boksa profesiyonal de tomar bikim û ez ji bo wê hewil bidim, ez dikarim serbikevim.

    Pirs:

    Ji bo guhdarvanên radiyo `Sputnîk` hun çi daxwez dikin?

    Bersiv:

    Ji gohdarvanên radiyo `Sputnîk` re ez aşîtiyê, bextewariyê dixwezim. Û bira herdem radiyo we gohdarî bikin.

    Pirs:

    Sipas dikim. Hun kîjan kilamê ji bo guhdarvanên radiyo daxwez dikin…?

    Bersiv:

    Ez strana Rostemê Şêko `Em Ezîdîne` yan jî ya Hemîd `Şingal` ji gohdarvana re daxwez dikim.

    Pirs:

    Sipas ji bo hevpeyvîna we, em ji were aşîtiyê, bextewriyî û di siporê de serkeftinên mezin dixwezin.

    Bersiv:

    Sipas dikim Karîna, ez jî were bextxweşiyê û serkeftinê di kar û xebata we de dixwezim.

    Etîketan:
    Omarê Nado Broyî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de