21:38 22 Hezîran 2017
Zindî
    Tanka Armata

    Çîn û Hindistan dixwazin tanka rûsî `Armata` bikirin

    © Foto: Wezareta Bergirya Rûsyayê
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1720

    Alîkarê serokê beşê jibo hevkariya teknolojiya leşkerî Vladîmîr Kojîn di hevpeyvîna xwe bi rojnema `Izvestiya` re ragihand ku makîna çekdarî û tanka `Armata` bala hevbeşên kevneşopî yên Rûsyayê di hevkariya teknolojiya leşkerî de kişandin.

    Kojîn got ku `teknolojî nuh eû buhaye. Bi piranî hevbeşên me yên kevneşopî: Hindistan, Çîn û Başûrê-Rojhilatê Asyayê dixwazin wan bikirin`.

    Wek fermanber destnîşankir ku ev teknolojî pêşî wê ji hêzên rûsî re bên şandin û di pêşerojê de wê jibo artêşên welatên din bên şandin.

    Li pêşana 9 Gulanê ya jibo xatirê 70 saliya Serkeftina di Şerê Cîhana Duyem de li Meydana Sor teknîkên leşkerî yên rûsî yên nûjen mîna makîna zirihpûş `Bûmêrang`, makîna leşkerî `Kurganets`, makîna zirihpûş `Tayfûn`, makîna leşkerî a giran li ser platforema `Armata` û tanka `Armata` di nav yên din de hatin pêşkêşkirin.

    Bi heman mijarî:

    Tirs û lerizîn: ``Armata`` radibe pêdarê
    Tanka rûsî `Armata` ji dublorên Rojava çêtire
    Etîketan:
    Cîhan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de