20:36 12 Kanûn 2017
Zindî
    Pêşbaziya Wênekêşî ya Andrey Stenîn

    Li Rûsyayê baştirin wênekêşên ciwan diyar bûn

    © Sputnik/ Grigory Sysoev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serkeftîyên Pêbaziya Navneteweyî ya Peymanêriya Wênekêşî ya Andrey Stenîn aşkere bû. Rêûresma xelatdayînê ji aliyê Serokê Giştî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî `Rûsya Îro` Dmîtriy Kîselyov ve hat vekirin.

    Rûsya jî di nav de, ji 54 welatên Ewrûpa, Amerîkaya Bakûr û Başûr, Afrîka, Rojhilata Navîn, Hîndistan û Başûr û Rojhilata Asyayê  nêzîkî 5000 wêne ji pêşbaziyê re hatibû şandin. Pêşbazî di bin serperiştiya UNESKO de  ji aliya  `Rûsya Îro` va hatibû organîzekirin.  Ji bo ciyê pêşîn 50, ciyê duyemîn 30 û ciyê sêyemîn jî 25 hezar rûble hatibû terxankirin. Xwediyê xelata Grand Prix  jî 500 hezar rûble wergirt.

    Pêşbaziya Wênekêşî ya Andrey Stenîn
    Pêşbaziya Wênekêşî ya Andrey Stenîn

    Xelata sereke ya pêşbaziyê — Grand Prix, bû para wênekêşa ciwan a ji bajarê Rûsyayê Îrkûtskê Yelena Anosova.

    Pêşbaziya Wênekêşî ya Andrey Stenîn
    Pêşbaziya Wênekêşî ya Andrey Stenîn
     

    Juriya pêşbaziyê, seroka  Dibistana Hunerên Dîdbarî  Natalya Ûdartseva  berhmên Anosovayê weha nirxand: ` Plana paş a wêneyan notr, an jî hema bêje notr in, ne rewnaq in, te tirê rengên şewitî dihêlin ku em bala xwe bêhtir  li ser hûriyan, an ku li ser dest û kincan, tatû, jest û mîmîkên serçavên lehengên jin ên Yelena Anosova kom bikin. Dîmenê han dihêlin ku em têkevin cîhana wan, ku her tim di bin çavdêriyê de ne û hestên wan parve bikin. Girêkên teldirî, bi tezada rengên zindî yên rewnaq – metaforeke pir bi hêz e. Jinên girtî, di jiyanê de qet rastî me nayên, lewma jî em hûriyên jiyana girtîgehê nabînin. Û ev yek jî bandora wêneyan zêdetir dike`.

    Pêşbaziya Wênekêşî ya Andrey Stenîn
    Pêşbaziya Wênekêşî ya Andrey Stenîn

    Tîmotî Fadek, endamê jurî yê ji DYA, wênekêş û mamosteyê beşa  rojnamevanî ya Zankoya Kolumbiyayê, amaje dike ku berhemên Anosovayê, ji hemû berheman xurtir bû. 

    Pêşbaziya Wênekêşî ya Andrey Stenîn
    Pêşbaziya Wênekêşî ya Andrey Stenîn

    Dîplomayên ji bo ciyên 1, 2 û 3 ji serfirazên  ji Fransa, Almanya, Îtalya, Portekîz, Slovenya, Perû, Çîn, Sûriye, Îran, Îsrayîl û  Rûsyayê re hatin pêşkêşkirin.  Yên ku ciyên pêşîn girtin ev in:  di mijara `Pirsgirêkên Serdema nû` de Korenten Folen (Fransa)   bi xebata xwe ya `Jiyana penaberê ji Bakûrê Afrîkayê`  û Krîstîna Brajînkova (Rûsya) bi xebata xwe ya `Dayikên cudatir pêwîst in`;  di  mijara `Jiyana rojane` de Aleksey Losîlov (Rûsya) bi xebata xwe ya `Geştek li mûzeyê` û Yelena Anosova  bi xebata xwe ya `Manga`; di mijara `Sport`ê de Krîstîna Brajnîkova (Rûsya) bi xebata xwe ya `Rahênan` û Adîl Pazyar (Îran)  bi xwebata xwe ya `Wek masî`; di mijara `Nûçeyên sereke` de Qatan Usame (Sûriye) bi xebata xwe ya `Termê zarokekî di destê leşkerê Artêşa Parastina Sîvîl de` û Yons Verş  bi xebata xwe ya `Şeva qirêj – Serhldana Kolûmbiyayê`.

    Pêşbaziya Wênekêşî ya Andrey Stenîn
    Pêşbaziya Wênekêşî ya Andrey Stenîn

    Kesên ku bixwazin, dikarin di malpera stenincontenst.ru de  berhemên  serfiraz û xelatgiran bibînin. Her weha îsal payîzê pêşangeha xelatgirên pêşbaziyê û çenmdin berhemên Andrey Stenîn, ê ku meha tebaxê sala 2014-an li Ûkraynayê  dema pêkanîna peywîrê xwe yên wênekêşiyê de jiyana ji dest dabû, wê li pêşangehekî Moskowê bêne pêşandan.

    Pêşbaziya Wênekêşî ya Andrey Stenîn
    Pêşbaziya Wênekêşî ya Andrey Stenîn
     

    Di juriya pêbaziya sala 2015-ê de hunermendên Foto-art ên Rûsya û cîhanê cîh  girtin. Wênekêşê amerîkî Jason Eskenazi   serokatiya juriyê dikir.  Ji bilî wî, hunermendên navdar ên mîna: Natalya Ûdartseva (Rûsya) – damezrîner û seroka Dibistana Hunerên Dîdbarî; Andrey Polîkanov (Rûsya)- serokê dîdbarî yê malpera `Takiye Dela`,  Attîla Durak (Tirkiye) – damezrîner û rêvebirê festîvalê FotoIstambul; Grîgorî Dukor (Rûsya)- şef edîtorê servîsa wêneyan a ajansa Reuters û yên din cih girtibûn.

    Pêşbaziya Wênekêşî ya Andrey Stenîn
    Pêşbaziya Wênekêşî ya Andrey Stenîn

    Pêşbaziya 2015 bi piştgiriya ragiahndinî yên van dezgehan birê ve çû:  Ajansa Nûçeyan `XINHUA` ya Çînî, `Akademiya Wêneyan`, malpera Vestî.ru, Ajansa `GeoFoto – arşîva neteweyî`, Ajansa Îndonezyayî `Antra Foto`, malpera jourdom.ru, Komeleya Wênekêşî ya Qraltiya Brîtanî, RT,  Russia Beyond The Headlines, Navenda Navneteweyî ya Rojnamegeriyê ya Moskowê, Yekîtiya Rojnamevanên Rûsyayê, kovara Tutto Digitale, kovara Foto&Video, kovar û malpera POTREBITEL `Foto&Teknika`,  malpera Russian Photo, malpera photo-study.ru, malpera nûçeyan jib o rojnamevanên ciwan YOJO.ru, klûba Foto.ru. 

    Pêşbaziya Wênekêşî ya Andrey Stenîn
    Pêşbaziya Wênekêşî ya Andrey Stenîn

    Pêşbaziya Wênekêşî ya Andrey Stenîn
    Pêşbaziya Wênekêşî ya Andrey Stenîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de