06:10 25 Gulan 2017
Zindî
    Kargeha pereyan

    Aborî ji her tiştî giringtir e

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Di Forûma Navneteweyî ya Aborîyê ya li Sankt-Peterb[rg; de wê pêşnîyar û tedbîrên konkret bêne amadekirin yên bikaribin konsensûsa di navbera desthilat, bazirganî û civakê de dabîn bikin

    Forûma Navneteweyî ya Aborîyê roja 18`ê Hezîranê li Sankt-Peterbûrgê dest bi xebata xwe dike. Forûm wê di bin rêvebirîya serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de bête derbazkirin. Beşdar û mêvanên forûmê wê di maweya sê rojan de tandansên aborî yên pêşerojê û rîyên çareserkirina problemêm aborî gotûbêj bikin.

    Gengeşeyên di forûmê de bi taybet wê li ser perspektîvên aborîya cîhanê bin. Lê, mijara sereke ya forûmê wê ihtimala peydabûna pêlên nû yên krîzê be. Problemên geşedana aborîya Rûsyayê yên pêşerojê jî wê bêne gotûbêjkirin. Analîstan ji radyo `Spûtnîk`` re gotin, ku niha pêşanî li ser aresteyên sîyasî ne û ew jî derfetê nade ku problemên aborî bi awayeke lezgîn û efektîv bêne çareserkirin. Aborînas, doçentê ji Akademîya Çandinîya Gel û Xizmetên Dewletê Sergey Xestanov di wê derbareyê de wisa ragihand:

    “Armanca sereke ya forûmê nîşandana pozîsyona beşdaran e. Ji alîyekê ve dewlet di rola eyarkirina kalîteya bazirganîya rûsî de ye, ji alîyê din ve wek hola veberhênana partnerên bîyanî ye. Forûm wê wan erkan bi cih bîne”.

    Forûma Sankt-Peterbûrgê ji sala 1997`tan ve berdewam dike û her sal karsazên bandordar û nûnerên elîta sîyasî yên ji tewaya cîhanê kom dike. Forûma sala 2014`yan di demeke ne hêsan, di dema krîza sîyasî ya li Ûkraynayê de hate lidarxistin. Gelek karsazên bîyanî ji ber guşarên sîyasî neçar man, ku beşdarîya di forûmê de red bikin. Lê, yên di forûmê de beşdarî kirin jî, hêvî nîşandan ku aqliselîm bi ser keve û sîyaset li pêşîya kontaktên aborî nebe asteng.

    Hêjayê bi gotinê ye, ku di forûma sala par de 175 rêkeftinên bi buhayê 400 milyar rûbleyan hatin imzakirin. Organîzatoran destnîşan kirin, ku beşdarnebûna nûnerên kompanyayên navneteweyî tu bandor li pêkanîna bernameyê nekirin. Naveroka beşdarên îsal nîşan dide ku gotûbêjkirina problemên global wê derbazî asteke bilind bibe. Profesorê ji Akademîya Çandinîya Gel û Xizmetên Dewletê Valerîy Abramov di wê derbareyê de wisa ragihand:

    “Forûm gelek sîyasetmedarên bi bandor, zanyar û nûnerên bazirganîyê kom dike. Ez wisa difikirim, ku di forûma îsal de wê axaftinên vekirî bine kirin, yên dikarin derfetê bidine formûlekirina tevgerên kifşkirina aresteyên reformekirina kar û barên organên dewletê û rêvebirina sîstemê. Ez wisa difikirim, ku wê pêşnîyar û tedbîrên konkret bêne amadekirin yên bikaribin konsensûsa di navbera desthilat, bazirganî û civakê de dabîn bikin”.

    Gereke ew yek jî neyê jibîrkirin, ku guşara sîyasî wek berê dîsa xurt e. Bi wê yekê ve girêdayî wê çavdêrîkirina pêşnîyarên nûnerên bazirganîyê yên di wê forûmê de balkêş be. Sergey Xeztanov wisa berdewam dike:

    “Têkilîyên Rûsya û welatên bîyanî yên aborî û sîyasî ne di rewşeke hêsan de ne. Armanca forûmê jî nîşandana pozîsyona kargehên rûsî û veberdêrên bîyanî ye”.

    Wek tê zanîn forûna Sankt-Peterbûrgê her weha hola imzakirina rêkeftinên konkret e. Endamê rêxistina civakî ya bazirganîya piçûk û orte ``Opora Rûssîî`` Aleksandr Svînîn nêrînên xwe yên li ser wê mijarê wisa parve dike:

    “Ez li benda rêkeftinên pratîk im. Ez hêvî dikim, ku ne tenê civîn bêne lidarxistin, lê kontrat bêne imzakirin û nexşerê bêne kifşkirin. Rewşa aborî tê guhertin. Ez hêvî dikim, ku em ji hikûmetê tiştên nû bibihîzin. Karsaz di forûmên bi wî awayî de her tim li benda sînyalên ji desthilatê ne, ku bikaribin arasteyên xwe kifş bikin”.

    Di heman dema forûma li Sankt-Peterbûrgê wê çend civînên din jî bêne lidarxistin û di wan civînan de pirsên aktûel wê bêne gotûbêjkirin. Forûma xebatê ya Rêxistina Hevkarîya Şanhayê wê pirsên piralî yên hevkarî û mekanîzmayên piştgirîya fînansî yên bernameyên aborî yên rêxistinê venêre. Di forûma xebatê ya BRÎKS`ê de jî perspektîvên hevkarîya bazirganî-veberhênanî ya di navbera endamên rêxistinê de wê bêne gotûbêjkirin. Di forûma konsûltasyonê ya herêmî de jî karsaz wê projeyên hatinî pêşnîyarkirin venêrin ên di pêşerojê de ji lîderên G20`ê re bêne raberkirin.

    Etîketan:
    Sankt-Peterbûrg, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de