14:54 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Gêorgîyê Tîtal Cindoyan

    Gêorgîyê Tîtal Cindoyan – doktorê bizîşkîyê, bizîşkê çevan, Cerah. (Beşa duyemîn)

    © Foto: Wêne yê ji arşîva Gêorgîyê Tîtal Cindoyan.
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Karîna Samandova
    0 4885241

    ”Hizkirina di hindava hunermendîya bizîşkîyê da – ew hizkirina di hindava merivayê da ne”- Hîppokrat gotîye.

    Gêorgîyê Tîtal Cindoyan derbarê pîşeya xwe de wisa dibêje: ``Bizîşkî pêşekekî wisan e, ku hemû bizîşkên cihanê dikarin bêy wergervanan bi hev ra bikevine nava pêwendîyan, çimkî têrmînologîya bi zimanê latînî ye, hûn wê yekê rind zanin, hûn jî bijîşk in. Lê derheqa bizîşkên ji miletê me, ez nikarim bêjim, ku pêwendîyên min yên xurt hene. Lê dinya biçûk e, wisa dibe, ku em li şahîyekê an jî li civînekê rastî hev tên. Eger em behsa jimara bizîşkên ji miletê me bikin, em dikarin bêjin, ku ew ne hindik in, tenê di malbeta me da pênc bizîşk hene. Ez dixwezim bizîşkê zara yê gelekî binavûdeng, profêsor û merivekî aqilmend Sehîdê Îboyê rehmetî bîr bînim. Ew bizîşkê zara yê gelekî mezin bû, heta roja îro jî gelek xwendkarên Înstîtûta bizîşkîyê ya li Rewanê bi pirtûkên wî va dersên xwe dikin. Xênji wê, ewî helbestên baş jî nivîsîne. Ez dixwezim herwiha Gêorgîyê Mihoyê rehmetî jî bîr bînim, ku travmatologê zaran bû, û gelek kesên din.

    Gêorgîyê Tîtal Cindoyan – Li karê xwe ye.
    © Foto: Wêne yê ji arşîva Gêorgîyê Tîtal Cindoyan.
    Gêorgîyê Tîtal Cindoyan – Li karê xwe ye.

    Gêorgîyê Tîtal Cindoyan geşedanên li Kurdistanê jî ji nêz ve dişopîne û derbarê bûyerên Şengalê de wisa got: ``Ew tiştekî kirêt e, nakeve serê merivan. 3ê tebaxê sala 2014an saleke nexêr bû bona gelê kurd. Li Şengalê bedbextîya pir mezin qewimî. Ez ser wê bawerîyê me, ku ew tiştên li Kurdistana Başûr, li Şengalê bi êzdîyên me ra qewimîn, ew kumkujî bû, ku heta niha jî naxwezin nas bikin. Êdî sedsala 21ê ye û ecêbên têne serê miletê me, ku heta niha 72 ferman dîtine, nakeve serê tu kesî. Û eynî tişt li Kurdistana Rojava jî qewimî, li Kobanîyê. Kurd miletekî aştîxwez e. Li vira – Rûsîyayê diyaspora me ya mezin heye. Bona ziyanketîyan alîkarî hate berevkirin. Minê hemû zanebûn û cêribandina xwe bi kar banîya bona alîkarîya profêsyonalî bida ziyankêşan, eger ji min bê xwestin, min dikaribû li vira jî, li wira jî – li Kurdistanê ew yek bikira.

    Gêorgîyê Tîtal Cindoyan – Li ofîsa xwe ye.
    © Foto: Wêne yê ji arşîva Gêorgîyê Tîtal Cindoyan.
    Gêorgîyê Tîtal Cindoyan – Li ofîsa xwe ye.

    Gêorgîyê Tîtal Cindoyan serdana Başûrê Kurdistanê jî kirî ye û şavdêrîyên xwe yên li ser welêt wisa tine ziman:

    Ez çûme Kurdistana Başûr, lê ew berî wan bûyerên bedbext bûn. Ez wisa difikirîm, ku ew yek ji warên cihanê yê buhuştî ye. Tu zanî, Karîna xanim, temamîya dema seredana min dilê min lê dixist, lê gava min lingê xwe avîte ser axa pêşîyên xwe, ez dilrehet bûm. Rast e, ez cara pêşin li Kurdistanê bûm, lê min xwe wisa texmîn kir, ku ez li wir ne xerîb im. Hîsên wisa cem min peyda bûn, ku ew war ber dilê min ezîz e. Ez çûme Hewlêrê, çûme ziyareta me ya Lalişê. Merivên wira gelek mêvanperwer in. Min lezeteke baş ji wir dît. Xwesma dema çûme ziyareta Lalişê, ku yek ji warên cihanê yê herî bedew e. Meriv nikare wan hemû tiştên min dîtî himberî cî û warên din bike.
    Gêorgîyê Tîtal Cindoyan  ji edebîyatê bi taybet jî ji helbestan hes dike: ``Ez ji xwendinê hiz dikim, hilbet, eger wext hebe. Ji helbestvanên me ji hemûyan pirtir helbestên Cegerxwîn û Konê Reş li min xweş tên, lê ji Sovyeta berê yên Şikoyê Hesen û Fêrîkê Ûsiv, û ji kesên vê demê, bi saya serê Întêrnêtê min helbestên Xaylaza Reşîd û Yêkatêrîna Amêyanê xwendine.

    Gêorgîyê Tîtal Cindoyan - Li studyoyê  ye.
    © Sputnik/ Wêne yê ji arşîva Gêorgîyê Tîtal Cindoyan.
    Gêorgîyê Tîtal Cindoyan - Li studyoyê ye.

    ”Meriv çawa nikare çavan qenc bike bêy ku derheqa sêrî da bifikire, an jî sêrî qenc bike, bêy ku bala xwe bide tevaya bedenê, wisa jî meriv nikare bedenê qenc bike, bêy qenckirina ruhê mêriv”. Sokrat.

    Bi heman mijarî:

    Gêorgîyê Tîtal Cindoyan – doktorê bizîşkîyê, bizîşkê çavan, Cerah (Beşa Yekemîn)
    Etîketan:
    Gêorgîyê Tîtal Cindoyan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de