00:43 26 Adar 2017
Zindî
    Osetya Başûr, serbazên Rûsyayê

    Artêşa Osetya Başûr bibe beşeke artêşa Rûsyayê

    © Sputnik/ Said Gutziev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Îsal dibe ku artêşa Komara Osetya Başûr wê tevli 58-mîn artêşa Rûsyayê bibe, ku bîryargeha wê li Vladîkafkasê ye.

    Yekbûna artêşên Osetya Başûr û Rûsyayê, wê di çarçoveya Peymana Dostanî û Hevkariya di navbera Osetya Baûşûr û Rûsya de  pêk were.  Peymana han ji aliya Sxînval ve êdî hatiye parafekirin û niha jî amadekariya parafikirina wê li Dûmayê tê kirin. 

    Fermandeyê 58-mîn artêşa Rûsyayê general Andrey Gurulov  li ser vê yekê van zanyariyan da: `Li gorî peymanê, artêşa Osetya Başûr wê bibe beşekî artêşa Rûsyayê, bi yek amadekarî û bi yeke hedef. Vê gavê erkê sereke ya li Osetya Başûr ew e ku pêşî lê bê girtin ku hêza hevrik êrîşî wê nake û ew dagir nake`. 

    Di nêrîna pêşîn de hejmara yekîneyên çekdarî yên Osetya Başûr li gorî lîvayeke çiyayî ye: tê de bi tenê sê tank, bataryayek obusên bi tahrîk û hinek zêdetirî ji 30 wesayîtên zirêpûş hene.  Lê belê li gorî nêrîna general Gurulov, ev yek têrê dike ku Osetya Başûr bikaribe sînorên xwe biparêze.

     Bi wê cureyê yekbûna yekîneyên çekdarî yên Osetya Başûr bi artêşa Rûsyayê  re, wê xizmeta berjewennndiyên jeopolîtîk ên Rûsyayê li herêmê bike.

     Di dîroka leşkerî ya nû ya Rûsyayê de entegresyoneke leşkerî ya bi vê cureyî li gel tu dewletên din tunebûye.  Giringiya vê bûyerê ne tenê ji bo Moskow û Sxînval, lê her weha, ji bo tevaya qada sovyeta berê jî heye. Wekî tê zanîn, Osetiya Başûr meha tebaxê ya sala 2008- an, piştî şerekî kurt a li gel Gurcistanê, ku ji hilweşîna Yekîtiya Sovyetê pê de beşekê wê bû,   dewletbûna xwe îlan kir. Ji bilî Rûsyayê, tu dewletên sovyeta berê serweriya Osetya Başûr nas nekir. Di asta cîhanê de jî tenê Venezuela, Nîkaragûa û çend dewletên biçûk piştgirî pê dan.  Lê niha, eger yekîtiya artêşên Osetya Başûr û Rûsyayê pêk were,  wê hevpeymanên Rûsyayê yên di warê berevaniya kolektîv de neçar bimînin, ku bi yekîneyên Osetiya Başûr jî hevkarî bikin, ji ber ku wan jî beşdarî di manewereyên hevbeş  ên artêşa Rûsya û yekîneyên dewletên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîv bikin. 

    General Yûriy Netkaçev, ku demekî dirêj cîgiriya fernamdeyê  Koma Arteşên Rûsya ên li Kafkasyayê kiriye, li ser vê entegrasyonê weha diaxive:

    `Entegrasyona artêşên Osetya Başûr û Rûsyayê wê bihêle ku li Kafkasyayê yekser çend peywîrên stratejîk ên leşkerî bêne çareserkirin. Û mesrefa wê jî kêm bibe, lewre xortên Osetiya Başûr wê li erdê xwe di nava artêşa Rûsyayê de xizmet bikin.  Û bi wê cureyê pêwîstî pê namîne ku serbazên rûs ji herêmê re bêne şandin`.

    Eksper  bi bîr dixe ku Rûsya heman şêwaza entegrasyona leşkerî bi Abxazyayê re jî  organîze dike.  Hêjayê bi gotinê ye ku peymana ji bo vê yekê hêj meha mijdarê sala 2014-an bi Abxazyayê re hatiye îmzekirin.  

    Etîketan:
    Kafkasya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de