14:57 17 Kanûn 2017
Zindî
    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Krîz bandor li reytînga Pûtîn nake

    © Sputnik/ Mikayil Klimentev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî daneyên rêxisitina reytîngê `Levada Center`, ku xwe dispêre bi lêkolînên xwe yên di meha gulanê de, ji %86 welatiyên Rûsyayê ji serokatiya Vladîmîr Pûtîn memnûn in.

    Reytînga bilind a serokkomarê Rûsyayê êdî bi awayekî aram disekinie.  Li gorî nêrîna eksperan, sedema vê yekê hem sîyaseta wî ya derve û hem jî hin çalakiyên navxweyî yên mîna Alayîşa 9 gulanê ne. Lê  rexne bi giştî ser hikumetê tê girtin. 

    Rêjeya welatiyên ku ji karê serokkomar ne razî ne – ji %13 ye.  Pey serokkomarê re rêjeya reytînga rayedarên  dewletê wisa ne: Wezîrê  Bervaniyê Sergey Şoygû- %29, Serokwezîr Dmîtriy Medvedev — %21 û Wezîrê karên derve Sergey Lavrov- %14.

    Lêpirsîna sosyoloj' ya `Levada-Center` li 134 bajarên li 46 herêmên Rûsyayê  hatiye lidarxistin û tê de wekî her car, 1600 kes beşdarî kiriye.  Lê belê gelek kes vê rêjeyê qebûl nakin û bi guma li rêjeya Pûtîn dinêrin. Helwêsta ew rêjeya  ji %86 jî bi du sedeman tên şîrove kirin: yek- pejriandina nefreta li hember Amerîkayê;  û ya duda- piştgirîdana bi kampanyaya Qirimê. 

    Serokê rêveberiya Navenda Teknolojiyên Sîyasî Borîs Makarenko tekez dike ku, baweriya welatiyên Rûsyayê bi Pûtîn her tim bilind bûye, herçend ta destpêka sala 2014 ber bi nizimbûnê ve diçû.  Lê îro, li gor nêrîna wî, `efekta Qirimê hê jî  berdewam e`.  Makarenko  amaje dike ku berê taybetmendiyên wî yên afrîner hebûn, lê niha li şûna wan, fenomena `qeleya dorpêçkirî` hatiye. Sîyasetzan Makarenko dibêje, ji aliyê din li Rûsyayê helwêsta antî riojava jî her tim bilind bûye: `Welatiyên Rûsyayê pê bawer dikin ku her kes dijî wan e û welat di metirsiyê de ye û demekî wisa de divê her kes li dor serok kom bibe. Efekta han hê jî li kar e`. 

    Makarenko dibêje, `Pûtîn her tim ji ber kêmasiyên rêveberiyê, kêm dihat rexnekirin; hem dema ku serokamar bû, hem jî dema serokwezîr bû`. 

    Di gel wê yekê jî, eksper tekez dike, ku di baweriya  Pûtîn de rola berhemdariya real a fealiyeta desthilata rêvebir a Rûsyayê pir kêm e. 

    Lê belê dema ku raya welatiyan li ser hêleke misoger a fealiyeta desthilata rêvebir tê pirsîn, li gorî nêrîna Makarenko, nirxa herî zêde, di serî de bi sîyaseta derve tê dayîn.  An ku bi gotinên din, ji bo welatiyên Rûsyayê parastina berjewendiyên neteweyî, ji sîyaseta aborî û sosyal giringtir e. 

    Bi heman mijarî:

    Serok Pûtîn: 15 sal ser desthilatê
    15 sal ji desthilata serok Pûtîn
    Vladîmîr Pûtîn Duyemîn Şerê Cîhanê bi bîr tîne. Beşa 1.
    Vladîmîr Pûtîn Duyemîn Şerê Cîhanê bi bîr tîne. Beşa 2.
    Vladîmîr Pûtîn Duyemîn Şerê Cîhanê bi bîr tîne. Beşa 3.
    `Hêla Rasterast` a Pûtîn çawa tê nirxandin?
    Etîketan:
    Vladîmîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de