21:14 23 Îlon 2017
Zindî
    Cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov

    Bogdanov: Em dixwazin pêwendiyên me û Hewlêrê baştir bibin

    © Sputnik/ Alexey Filippov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1610

    Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsya Mîxaîl Bogdanov ragihand ku Rûsya dixwaze pêwendiyên Mosko û Herêma Kurdistanê xweştir û bihêztir bibin.

    Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsya Mîxaîl Bogdanov ji Rûdawê re derheqê serdana xwe ya îsal ya Başûrê Kurdistanê axivî û got ku `qesta min ji wê serdanê ew bû ku nêrîna rayedarên Kurdistanê li ser rewşa Iraqê, kirîza Sûriyê û welatên derdorê bizanim`.

    Bogdanov ku di heman demê de şêwirmendê Serokê Rûsya Vlademîr Putîn e jî, diyar kir ku ew dixwazin pêwendiyên Rûsya û Herêma Kurdistanê hîn zêdetir pêşde biçin û baştir bibin.

    Li ser şerê DAIŞ û terorê jî Bogdanov got ku ji bo Rûsya pir girîng e ku hêzek mezin beşdarî şerê terorê bibe, çimkî teror li ser tevahiya cîhanê tehdîd e.

    Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsya Mîxaîl Bogdanov berya demekê serdana  Herêma Kurdistanê kirbû û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin kiribû. 


    Bi heman mijarî:

    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Bogdanov:`Heftiya Rojhilata Navîn` a li Moskowê serkeftina dîplomasiya Rûsyayê ye
    Etîketan:
    Kurdistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de