17:44 23 Çile 2017
Zindî
    Lavrov pirsên ku ji çar aliya cîhanê tên, ji Sputnîk'ê re dibersivîne

    Şirovekar: `DAÎŞ` ne ji ber xwe ve çêbûye

    © Sputnik/ Natalie Novikova
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvîna xwe bi radyoyên: `Sputnik`, `Dengdana Moskow` û `Moskow diaxive` re ragihand ku dijminê sereke yê Rûsyayê –DAÎŞ e.

    Lavrov got ku ji tevaya cîhanê tevlî DAÎŞ dibin. Û ya herî metirsîdar ew e ku paşê ew vedigerin malên xwe û dikarin çalakiyên têrorîstî li welatên xwe pêkbînin.

    Helbet,  Rûsya jî tekoşînê bi DAÎŞ re dike, tev ku ne di tu-koalîsyonan de ye. Lê Amerîka xwe dike seroka tekoşîna bi DAÎŞê re, lê di heman demê de ew bi awakî fermî wê wek rêxistinek têrorîstî danpêdan nake. Lavrov got ku `me pêşniyar kir jibo DAÎŞ ji aliyê Civata Ewlekariya Navdewletî ve tevlî lîsta  rêxistinên  têrorîstî bê kirin, lê Amerîka bi carekê red kir`. Wek Lavrov dibêje, sedema ku Amerîka naxwaze DAÎŞ wek rêxistinek têrorîstî danpêdan bike ew e ku DAÎŞ jiber karên amerîkyan li Îraq, bi taybetî li Lîbyê û Sûryê peyda bûye. 

    Şirovekar, redaktorê portal `Gulistan.info` Ali Hacîzade dibîne ku di şert û mercên niha de zehmet ku cîhan li dijî DAÎŞê bibe yek.

    Hacîzade di hevpeyvîna xwe bi radyoya `Sputnik` re got ku `destpêkê gerek mirov bêje bê li vir behsa kîjan wewlatn tê kirin. Jiber DAÎŞ ne jiber xwe ve peydabû. Madam rêxistinek wisa di hemdema de peydabûye û wek heye ji aliyê korporasyon û welatên mezin vet ê kontrolkirin, ev yek tê wê wetayê ku ev rêxistin jibo hinek welatan pêwîstbû.

    Jiber vê yekê ez dibînim ku welat wê dijî DAÎŞê ne bin yek.

    Û biçekkirna DAÎŞ bi her cûrên çekan û çavkaniyên din carek din isbat dike ku welatên hene ku ev rêxistin di berjewendiyên wan de ye.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: armancek me ya serke li Rojhilata Navîn heye
    Lavrov serdana Sirbistanê dike
    Lavrov: Rûsya di salekî de xwe gihand destketiyên mezin
    Lavrov û wezîrê derve yê Awstirya wê gotebêjan bikin
    Lavrov: `Reformkirina Civata Ewlekarî ya NY pêwîstî ye`
    Lavrov ji Spûtnîkê re diaxive
    Lavrov wê roja çarşemê ji Spûtnîkê re biaxive
    Etîketan:
    Cîhan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de