11:25 23 Çile 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: armancek me ya serke li Rojhilata Navîn heye

    © Sputnik/ Mikhail Voskresenskiy
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, piştî civîna serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî bi Pûtîn re, ji Peyamnêrê Rûdawê re axivî.

    Sergey Lavrov derbarê pêwendiyên navbera welatê xwe û Iraqê de wiha got: `niha pêwendiyeke baş û hevkarî di navbera herdu welatan de heye, ew pêwendî jî vedigerin bo çend salên berê ku berdewam dostînî û hevakrî di navbera me de hebûye.`

    Lavrov herwiha got ku `em wek welatê Rûsya, armancek me ya giştî û sereke li Rojhilata Navîn heye, ew jî rêgirtin e li kirdarên terorîstî û pilanê damezrandina Dewleta Xelîfetê ye.`

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî piştî civîna xwe ya bi Putin re ragihand: “armanca serdana me ya bo Moskovê ew bûye ku daxwazê ji serokê Rûsyayê bikin daku di şerê li dijî DAIŞê de piştgiriya Iraqê bike û alîkariyan jêre bişîne.`

    Serokê Rûsyayê, Velademir Putin jî wiha got: `em pêwendiyên xwe yên bi Iraqê re bi giring dizanin û em amadehiya xwe ji bo xurtkirina pêwendiyên navbera herdu aliyan de radigihînin.`

    Bi heman mijarî:

    Lavrov serdana Sirbistanê dike
    Lavrov: Rûsya di salekî de xwe gihand destketiyên mezin
    Lavrov û wezîrê derve yê Awstirya wê gotebêjan bikin
    Lavrov: `Reformkirina Civata Ewlekarî ya NY pêwîstî ye`
    Lavrov ji Spûtnîkê re diaxive
    Lavrov wê roja çarşemê ji Spûtnîkê re biaxive
    Etîketan:
    Îraq, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de