18:38 27 Gulan 2017
Zindî
    Gêorgîyê Tîtal Cindoyan

    Gêorgîyê Tîtal Cindoyan doktorê bizîşkîyê, bizîşkê çavan, Cerah (Beşa Yekemîn)

    © Foto: Wêne yê ji arşîva Gêorgîyê Tîtal Cindoyan
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Karîna Samandova
    0 4894232

    ”Kesên, ku cansaxîya merivan li wan vedigerînin û di wî karî da hostatîyê û dilrehmîyê dîyar dikin, li ser vê cihanê ser her kesên mezin ra nin”. Voltêr.

    ”…Ez bi Hîppokratê bizîşk sond dixum vê sondê bi helalî pêk bînim: …Ez bikevime kîjan malê jî, ezê her tenê bona xêra nexweş bikevimê, bona alî wî bikim. Ezê jîyana xwe û zanebûnên xwe bi paqijî û ji dil derbaz bikim…”.

    Eva sonda, ku berî 2300 salan ji alîyê fîlosof û qenckirê yûnanî Hîppokrat da hatîye sêwirandin, bizîşkên genc dixwin.
    Bizîşkî beşeke fîlosofîyê bû, û yek ji beşên giring bû: aqilmend dema behsa merivan, ruhê wan û canê wan dikirin, li ser pirsên nexweşîyan û rêyên qenckirina wan disekinîn.
    Mêvanê me yê îro merivekî maqûl, bizîşkekî bêqusûr û sohbetvanekî hewaskar e, xên ji wê, xwedî bejineke lihevhatî ye, yekî torin û beşerxweş e, û ji merivên wisa ra dibêjin “bi dîtina wî çavên merivan baristan dibin”, an jî wek ku cem me kurdan tê gotinê, “Çi jî bêjî, bejina siyarê min tê” – ew Gêorgîyê Tîtal Cindoyan e, bizîşkê çavan, mîkroxîrûrg, doktorê bizîşkîyê, cîgirê bizîşkê sereke yê Înstîtûta Moskvayê ya zanyarîyê-lêkolînerîyê ya nexweşîyên çavan ya ser navê Gêlmgols.

    Gêorgîyê Tîtal Cindoyan – doktorê bizîşkîyê, bizîşkê çavan, Cerah.
    © Foto: Wêne yê ji arşîva Gêorgîyê Tîtal Cindoyan
    Gêorgîyê Tîtal Cindoyan

    Gêorgîyê Tîtal Cindoyan 2ê îlonê sala 1972an, li Ermenîstanê, li bajarê Rewanê, di maleke qedirgir da ji diya xwe bûye. Derheqa vê malbetê da dibêjin “Mala zanyaran“. Gelek kesan bona alîkarîyê berê xwe dane vê malbetê û bi şêwr û temîyan alîkarî wergirtine. Bavê Gêorgî – Tîtalê Huseyn Cindoyan merivekî bi nav û deng e, yekî gelekî xwendî ye, hiqûqzanekî mezin e, doktorê hiqûqzanîyê ye. Diya Gêorgî – Xatûna Celîl Yûzbaşêva jineke ronakbîr, xwendî û malxwêyeke bêqusûr e, zaneya zimanê fransî ye. Ew pênc zimanan bêqusûr zane, lê ya here sereke jî, ew xanimeke aqilmend e û herdem di serketina neferên malê da keda wê heye. Derheqa wê da dibêjin “xatûna şertê xwe“. Birakî Gêorgî û xûşkeke wî heye: Têmûr û Zînê. Birê Gêorgî – birêz Têmûr merivekî bi nav û deng e, yekî hewaskar e û alîkarîya her kesî dike, bi meslekê xwe va hiqûqzan e, karê xwe rind zane. Xûşka Gêorgî – Zînê bizîşk e, doktora bizîşkîyê ye. Eferim ji wê ra! (Mixabin doktorên kurd yên jin ne pir in, bi kêmanî li ser axa Sovyeta berê, ew jî di wî temenê genc da). Emê derheqa merivên wisa navdar û qedirgir da di bernameyên xwe yên paşerojê da biaxivin.

    Gêorgîyê Tîtal Cindoyan  bi  malbeta  xwe  re.
    © Foto: Wêne yê ji arşîva Gêorgîyê Tîtal Cindoyan
    Gêorgîyê Tîtal Cindoyan bi malbeta xwe re.

    Gêorgî piştî temamkirina dibistanê kete Ûnîvêrsîteya Rewanê ya bizîşkîyê ya dewletê, ew bi serketin xilaz kir û bû bizîşk. Ew bi dîploma xwe û bi têksta sonda Hîppokrat hate Moskvayê û li wir kete aspîrantûrayê. Piştî temamkirina wê ewî dîsêrtasyona xwe bi serketin pewan kir û bû doktorê zaniştîya bizîşkîyê. Serokê wî yê zanyarî oftalmologê li cihanê bi nav û deng, akadêmîk Fyodorov bû. Ji sedî zêdetir berhem û monografîyayên birêz Gêorgî hene. Ewî mêtodeke nû ya qenckirina glaûkomayê û kataraktê ya bi lez dîyar kirîye. Gêorgîyê Tîtal tevî gelek konfêransên navnetewî yên bizîşkên çavan dibe.

    Gêorgîyê Tîtal Cindoyan  di  konferensa  nujdariyê  de.
    © Foto: Wêne yê ji arşîva Gêorgîyê Tîtal Cindoyan
    Gêorgîyê Tîtal Cindoyan di konferensa nujdariyê de.

    Ew yek ji xîrûrg-oftalmologê herî baş e. Gêorgî ne tenê di hêla zanyarîyê da gihîşte serketinên mezin, lê herwiha di praktîkê da jî, hevalbendên wî yên kar dibêjin, ku di karê mîkronûjgerîya çavan da tu kes ser wî ra tune, lê ya sereke, nexweş dibêjin, ku ew xîrûrgê xwedêdayî ye. Û ez, çawa bizîşk, zanim ku ew qîmetê bizîşkan yê herî mezin e. Gêorgîyê Tîtal cîgirê bizîşkê sereke yê Înstîtûta zanyarîyê-lêkolînerîyê ya nexweşîyên çavan ya ser navê Gêlmgols e.
    Gêorgî xwedî malbeteke bextewar e, xanima wî Krîstîna ciwan gelek mêvanhiz e û her tişt dike bona neferên malê serketî û bextewar bin. Du zarên Gêorgî û Krîstînayê hene: Xatûn, ku navê pîrika wê lê kirine, û kurê wan – Tîtal, ku navê kalikê wî lê kirine.

    Etîketan:
    Gêorgîyê Tîtal Cindoyan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de