18:17 29 Gulan 2017
Zindî
    Помощник госсекретаря США по делам Европы и Евразии Виктория Нуланд на пресс-конференции в Москве

    Nuland pey Kerry re hat Rûsyayê

    © REUTERS/ Sergei Karpukhin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Cîgira wezîrê karên derve yê DYA ya li ser pirsên Ewrûpa û Ewrasyayê Victoriya Nuland piştî serdana xwe ya Kiyevê hat Moskowê.

    Li gorî daxuyaniya balyozxaneya DYA ya li MOskow, ji bilî gotûbêjkirina rewşa pêkanîna rêkeftina Mînskê, pirsên girêdayî bi peywendiyên dualî jî wê têkevin rojeva hevdîtinanan û piştî bernameya xwe ya fermî, Nuland wê bi nûnerên civaka sîvîl a Rûsyayê jî bicive.

    Piştî hevdîtinên Nuland li gel serokwezîr Arseniy Yatsenyûk û serokkomar Petro Poroşenko  yên li Kiyevê, ti daxuyaniyên bilind ne hat ragihandin.  Lê wekî tê zanîn, Koşka Spî ji hêza reformên li Kiyevê ne razî ye.  

    Serdana Victoriya Nuland li Moskowê, dupatkirina “helwêsta vezilokî”   ya rêvebriya Barak Obama, ku berê hatibû ragiahndin: ji Rûsyayê re dîplomat  tên şandin:  wekî tê zanîn 12 gulanê John Kerry  li Soçiyê bi Pûtîn û Lavrov re civiyabû; ji aliyeke din jî kongresmenên amerîkî  li hember Moskowê tedbîrên nû yên kartêkirinê amade dikin.

    Wezîrên karên derve yên Rûsya û DYA`yê Sergey Lavrov û Con Kerry
    © Sputnik/ Ministry of Foreign Affairs of the Russian Federation

    15 gulanê odeya nûneran a Kongreya DYA bûdecya bervaniyê ya ji bo sala 2016 pejirand  û tê de 200 mîlyon dolar ji bo hinartina çekan ji bo Ûkraynayê û ji bo prewerdekirina artêşa wê, hat terxankirin.

    Alîkakriya leşkerî ji bo Ûkraynayê   ne yekane tedbîr e ku sarbûna peywendiyên bi Moskowê re nîşan dide. Dema budecya berevanî dihat gotûbêjkirin, tê de guhertineke din jî hat pejirandin, da ku sînordariya fînansekirina  Çekên Stratejîk ên Êrîşkar bê sekinandin.  Fînansekirin  tenê hingê bê destpêkirin, dema ku serokê DYA parlementeran îqna bike ku Rûsya êdî `erdê Ûkraynayê dagir nake`. Her wisa pêşniyar tê kirin, ku bi Rûsyayê re temasên bi kanalên leşkerî jî bêne sînordarkirin.

    Lê belê pêwîst e proje ji aliya Senato û serokê DYA ve  bê pejirandin.   Herçend serok Obama dikare proje veto bike jî, helwêsta konresmenan pir aşkere ye.

    Xuyaye Rûsya  dixwaze bi Amerîka re hevkarî bike, lewre piştî hevdîtinên  Lavrov û Kerry,  wezîrê  karên derve yê Rûsyayê ragihand, ku her du alî piştgiriya berdewamkirina diyalogê didin. 

    Eksperê rûs, akademisyen Aleksey Arbatov amaje dike ku `serkeftina serdana Nuland bi  rêkeftinên Soçiyê re girêdayî ye, ku ji raya giştî re ne hatibûn aşkerekirin.  Armanca hevdîtinên Soçiyê  ew bû ku aşkere bike, ka her du alî amadene ku dev ji dijraberiya hişk berdin, an na.  Xuyaye amadebûneke wisa ji her du aliya ve hat nîşandan`.

    Li gorî nêrîna  Arbatov, armanca serdana Nulan cudatir e û gotûbêjên li gel wê, dê li ser hêleke misoger a peywendiyên dualî bên meşandin.  Arbatov texmîn dike ku yek ji mijarên gotûbêjan wê Îran be.

    Di dawiya meha hezîranê de divê peymana dawî ya li ser bernameya nukleerî ya Îranê bê îmzekirin. Xuyaye Waşîngton dixwaze  Moskowê jî bi awayekî çalak tevli vê proseyê bibe û guşar ser Tehranê bike. Di berdêlê de jî Amerîka dikare  sozê bide ku ewê ji bo pêkanîna agirbestê û destpêkirina diyalogê li gel komarên Donbasê guşar ser Kiyevê bike. Li gorî nêrîna Arbatov, metrisiya DAÎŞ, dikare bibe mijara duyemîn a gengaz di van gotûbêjan de.  

     

    Bi heman mijarî:

    Serdana Kerrî: Hewldana başkirina tekiliyen Rûsya u DYA`ye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de