08:06 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Keştiya Mîstral

    Fransa ji Rûsyayê re pêşniyar dike ku peymana ser `Mîstralan` bê betalkirin

    © AFP 2017/ GEORGES GOBET
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Fransa ji Rûsyayê re pêşniyar dike ku ji bo keştiyên balafirhilgir ên `Mîsrtal` bi tenê 785 mîlyon ewro vegerîne û ew jî tenê piştî hingê ku hikumeta Rûsyayê îznê bide ku keştî ji aliya sêyemîn re bêne firotin. Li gorî agahiya rojnameya Kommersant, Moskow vê pêşniyarî qebûl nake.

    Li gorî hesabên eksperan,  ji ber betalkirina peymanê zirarê Rûsyayê gihîştiye 1,163 mîlyar ewro. Û heta ku diravê han nayê vegerandin, Rûsya wê îzin nade ku keştî ji aliya sêyamîn re bêne firotin. 

    Rojnameya Kamersant amaje dike ku qedera du keştiyên balafirhilgir,  di maweya vê salê de bûye yek ji pirsên herî dijwar ên di peywendiyên Rûsya û Fransa de.  Pêwîst bû ku Rûsya keştiya pêşîn di meha mijdarê sala 2014-an de werbigre, lê belê aliya Fransî  ji ber bûyerên li Ûkraynayê teslîmkirina  wan, bi paş dixist. Koşka Elîze  berê tu car behsa betalkirina peymanan nekirbû.  Ji aliya xwe ve  Moskow jî li benda vegerandina avansê ye, ku ji bo avakirina keştiyan hatibû sencandin.  Eger na, Rûsya wê serî li Dadgeha  Hakeman a Ewrûpayê bide.

    Fransa hewil da ku pirsgirk bi riyên dîplomatîk çareser bike.  Li gorî agahiyên rojnameya Kommersant, Fransa  amade ye ku ji bo mesref û zirarên Rûsyayê  784,6 mîlyon ewro  vegerîne.  Lê belê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê bi vê mêjerê qaîl nîne û tekez dike ku mesref û zirarê Rûsyayê 1,163 mîlyar ewro ye. 

    Jêderê rojnameya Kommersant, ê ku  ji pêşniyara Fransayê haydar e, van zanyariyan dide:

    `Pêşniyara Fransayê li ser vegerandina diravan, qet bi kêrî me nayê.  Li ser vê yekê cîgirê serokwezîr Dmîtriy Rogozîn êdî agahî daye bi Wezareta Berevanî ya Fransayê. Ew jî niha argumanên xwe amade dikin`.

    Li gorî agahiya rojnamê, Fransa pêşniyar kiriye ku  rîsk û mesrefên jihevxistina dam û dezgehên rûsî û valakirina wan ji keştiyan û vegerandina wan,  divê nîvî bi nîvî bê parvekirin.  Lê Moskow tekez dike ku divê hemû mesref ji aliya Fransa ve bê sencandin, ji ber ku peyman bi destpêşxeriya Fransa ve tê betalkirin.

    Rojname her weha amaje pê dike ku pirsgirêk dikare li gorî  Qanûna  Medenî ya Fransayê ya ji 21 adarê sala 1804  bê çareserkirin.  Li gorî wê qanûnê, eger hikumet Rûsya qebûl bike, divê Fransa  wan keştiyan bikire, lê belê hingê mafê Rûsyayê heye, her buhayê ku bixwaze destnîşan bike.  Wezareta beravnî ya Rûsyayê jî piştgiriya vê varyantê dike. 


    Bi heman mijarî:

    Fransa dixwaze kontrata `Mistral` betal bike
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de