10:03 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Dehlîza sererdî ya îstgeha `Kûrskaya` a metroyê Moskowê

    Jûbîleya Mertoya Moskowê

    © Sputnik/ Anton Denisov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Di wan rojan de metroyê Moskowê 80 saliya pîroz dike. Avakirina dora pêşîn a metroyê Moskowê di meha mijdara sala 1931-ê de destpê bûbû. Û 15 gulanê sala 1935-ê jî yekser 13 îstgeh hatibûn vekirin.

    Yekemîn trena metroyê Moskowê 15 gulanê sala 1935-ê denjimêr 07:00 ji îstgeha `Sokolnîkî` ber bi îstgeha `Park Kulturi` bi rê ketiye. 

    Di maweya 80 sal karê xwe de metroyê Moskowê nêzîkî 145 mîlyar rêwî veguhastiye.  Bi rojane, zêdetirî ji 8 mîlyon kes dadikevin bin erd. %56 rêwiyên Moskowê metro bikar tînin.  Hejmara makînîstên metroyê 4300 kes e.  Lê bi giştî di metroyê Moskowê de 46 hezar kes kar dike.  Li gorî zûtiya çûn û hatinê, li gorî ewlehî û baresta veguhastinê metroyê Moskowê  li cîhanê bi berdewamî ciyê yekemîn digre.

    Îstgeha `Elektrozavodskaya` ya metroyê Moskowê
    © Sputnik/ Anton Denisov
    Îstgeha `Elektrozavodskaya` ya metroyê Moskowê

    Lê, metroyê  Moskowê ne tenê dezgehekî  veguhastinê ye, ew bi dîroka xwe, bi efsane û bi qanûnên xwe ve cîhanekî cudatir ye. 

    Dema artêşa Hîtler hicûmî ser Yekîtiya Sovyetê kir,  plan hebû ku metroyê Moskowê bê tunekirin, da ku dijmin sûd jê wernegire. Lê belê ew plan hat betalkirin û heta sala sala 1943-yan, heta ku bombebarana Moskowê bidawî hat, metro wekî stargeha ji bombeyan hat bikaranîn.  Di wê maweyê de  di bin erdê de 217 zarok ji dayîk bûn, di îstgehan de dikan û berberxane kar dikir, heta  di îstgeha `Kûrskaya` de pirtûkxaneyeke girseyî hebû.  Bi ser de jî, di salên Şerê Niştîmanî de jî avakirina metro berdewam kir.  Armanc ew bû ku ji tevaya cîhanê re û ji gelê xwe re nîşan bidin, ku Moskow zindî ye û bajarvanên Moskowê teslîm nabin.

    Stargeha ji bombeyan di îstgeha metro Mayakovskaya
    © Sputnik/
    Stargeha ji bombeyan di îstgeha metro Mayakovskaya
     

    Di destpêkê de li Moskowê îstgehên metro wek `koşkên ji bo gel` dihatin avakirin. Bi taybetî jî yên ku di dawiya salên 30-yî de hatine avakirin, hîn hijmekar in.  îstgehên han, klasîka mîmariya binerdî ne. Bo nimûne, îstgeha `Dînamo`, an jî salona bêhempa ya îstgeha `Mayakovskaya`.  Di sala 1938-ê de projeya heman îstgehê  di Pêşangeha Navneteweyî ya li New York`ê xelata Grand Prix (Gran Prî) wergirt.  Mirov dikare îstgeha `Ploşçad Revolyûtsîî` wek mûzeyeke rastîn a binerdî binav bike. Di wê îstgehê de 76 peykerên bronzî  yên: karker, serbaz, dê û zarok, şopger, seg û dîk  hatine danîn. eykeraserbazê sînorparêz ê bi segê xwe êdî ji mêj ve bûye hezkiriya şêniyên Moskowê. 

    Îstgeha `Ploşçad Revolyûtsîî` ya metroyê Moskowê
    © Sputnik/ Kirill Kallinikov
    Îstgeha `Ploşçad Revolyûtsîî` ya metroyê Moskowê
     

    Demekê di nava xwendevanên zankoyên Moskowê de baweriyeke wisa hebû: da ku îmtahan bi serkeftî bê dayîn, divê tu pozê segê bronzî mizdî.  Îro jî, hemû kesên ku wê baweriyê bihîstî ne, pozê seg mizdidin.  Di encamê de poz û rûyê hemû segên di nava îstgehê de dibiriqin.

    Metroyê  Moskowê , salona îstgeha  Mayakovskaya
    © Sputnik/ Alexander Liskin
    Metroyê Moskowê , salona îstgeha Mayakovskaya
     

    Metroyê Moskowê çend sal e ku xwe ji bo jubîleyê xwe amade kiriye. 15 gulanê  li  Moskowê ji bo pîrozbahiya jubîleya serokên 21 metroyên cîhanê kom bûn.  Her weha di çarçoveya pîrozbahiyê de wê 15 û 16 gulanê di xeta Daîrewî de wê alaîşa trenan birêve biçe.  Di nava wan  de wê nimûneyên trenên entîqe û yên hevdem jî cih digrin. Di pîrozbahî de hunermendên navdar ên Rûsyayê jî beşdarî dikin. 22 hunermend: stêrkên sînemyê yên bi nav û deng, stranbêj û muzîkjen seranserî meha gulanê navê îstgehan ragihandin.  Rêwî jî, dema dengê stêrkên xwe yên nas dibihîzin, pê kêfxweş dibin. 

    Bi heman mijarî:

    Bi boneyê 70-saliya Serfiraziya Mezin li Metroya Moskowê trênek ne jirêzê hat bikaranîn
    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de