08:04 25 Gulan 2017
Zindî
    Keremê Tahar Gerdenzerî

    Keremê Tahar Gerdenzerî - zanayê sazbendîya rokê. (Beşa Sêyemîn)

    © Foto: Wêneyên ji arşîfa Keremê Tahar Gerdenzerî
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Karîna Samandova
    0 290441

    ``Rok tevger e, dîrok e, rastî û azadî ye, hêza hejandina çîyan û yekkirina hewlên hevbeş e. Di rokê de ji durûtîyê, lîstok û derewan re cih tune. Rok ne tenê mûzîk, lê her weha jîyan bi xwe ye jî``. Lûsîne Gevorkyan

    Kerem Gerdenzerî: `` Sitiranên min zêdetir li ser  azadîya Kurdistanê, li ser yekitîya gelê kurd û li ser tifaqa  milete me kurda ye.  Ez nikarim bêjim kîjan sitranê ez zêde jê hiz dikim. Lê cimeet, keç û xort, guhdarvanên min zêdetir ji sitiranên: Sînê, Elegez, Heseno brao, û Cihalitî  hez dikin.

    Keremê Tahar Gerdenzerî - Zanayê sazbendîya rokê, hunermend, kompozîtor û helbestwanê kurd yê bi sitîla rokê.
    © Foto: Wêneyên ji arşîfa Keremê Tahar Gerdenzerî
    Keremê Tahar Gerdenzerî

    Kerem Gerdenzerî derbarê malbata xwe de wan zanyarîyan dide:

    Pênc zarên min hene, nevîyên min hene. Keça min a mezin înstîtûta hiquqê xilaz kirye, keça min a duda mêr kirye û kevanya mala xwe ye, keça min ya sisya li Moskowê li instîtûta kultûrê beşa dîrîjoryê temam kirye. Kurê min Rizgan instîtûta rohilatzanyê xilaz kirye, her wiha baş kompûtorê zane, baş ser gîtarê lêdixe – mûzîka kilasîk.. Kurê min yê biçûk  — rok gîtarîst e, gelek baş ser gîtarê lêdixe bi sitîla rokê û her wiha instîtûta aborîyê temam kirîye. Nevîya min ya mezin modêlyêr re.

    Kerem Gerdenzerî pêwendîyên Rûsya û Kurdistanê ji nêz ve dişopîne û di wê derbareyê de wisa got: ``Di têkilîyên Rûsya û Kurdistanê de gelek pêşveçûn hene., li Hewlêrê konsûlxaneya Rûsyayê hatye vekirin, Li Moskowê radyoya dewletê ya bi zimanê kurdî weşanê dike, ez li ser wê bawerîyê me, ku di pêşerojê de wê televîzyona bi zimanê kurdî jî weşanê bike.

    Bi heman mijarî:

    Keremê Tahar Gerdenzerî - Zanayê sazbendîya rokê (Beşa Yekemîn)
    Keremê Tahar Gerdenzerî - Zanayê sazbendîya rokê.(Beşa duyemîn)
    Etîketan:
    Keremê Tihar Gerdenzerî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de