08:03 25 Gulan 2017
Zindî
    Wezîrên karên derve yên Rûsya û DYA`yê Sergey Lavrov û Con Kerry

    Eksper: `DYA fehm kir ku pêwîstiya bi alîkariya Rûsyayê heye`

    © Sputnik/ Ministry of Foreign Affairs of the Russian Federation
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 7501

    Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry cara yekemîn piştî destpêbûna krîza Ûkraynayê serdana Rûsyayê kir. 12 gulanê Kerry li Soçiyê ji aliya serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov ve hat pêşwazîkirin.

    Li Soçiyê Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry wek dostekî dilovan hat pêşwazîkirin.  

    Her tişt  bi otomobîla  Sergey Lavrov — `Pobeda` ya sovyetê ya bi modela 1950  destpê bû.  Sîyasetmedarê Amerîkî otomobîla `Pobeda` wek elegant wesf kir.

    Paşê her du dîplomat destegul danîn  ber memoriyala şehîdên Şerê Niştîmanî. DYA vexwendina Rûsyayê ya ji bo beşadrîkirina diAlayîşa Serfirazî ya li Meydana Sor red kiribû, lê belê John Kerry dîsa jî rêz li bîranîna şervanên Sovyetê girt.  

    Rojnamevana televîzyona `Russia Todey`  Anissa Nawey  bi awayekî tinazkerî amaje pê dike ku xweştirîn beşa pêşwaziyê pêşkêşkirina diyariyan bû.  Ji John Kerry re du zembîl kartol û domates ên ji Soçiyê diyarî kirin. Ev jî bû bersiva diyariya Kerry, ku par li Parîsê di konferansa Sûrî de kartola ji Aydioha diyarî kiribû.

    Ji bilî wê, ji dîplomatê Amerîkî re atleteke bi sernivîsa `Pobeda`, jî hat diyarîkirin, ku bi boneyî 70 saliya têkbirina nazîzmê li Ewrûpayê hatiye çêkirin.

    Wezîrên karên derve yên Rûsya û DYA`yê Sergey Lavrov û Con Kerry
    © Sputnik/ Ministry of Foreign Affairs of the Russian Federation
     

    Dema ku serok Vladîmîr Pûtîn jî beşdarî gotûbêjan, her kes wekî berê dibişiriyan û bi awayekî dostane sohebet  dikir. 

    Şîrovegerê navnneteweyî yê malpera Salon, peymanêrê berê yê International Herald Tribune  Patrick Smith amaje dike, Waşîngton,  bê dil be jî,   amadeye ku hizra pircemseriyê qebûl bike: 

    “Xala herî giring ew e, ku Amerîka, bi taybetî jî John Kerry  nihayet fehm kir, ku ji bo çareserkirina krîzên Sûriye û Ûkraynayê, her weha ji bo çareserkirina pirsgirêka Îranê pêwîstiya wan bi alîkariya Rûsyayê heye.  Heta hingê, bi baweriya min,  Kerry ji lihevhatinê re amade ne bû. Lê vê gavê ew neçar dimînin ku hem bi Rûsyayê re, hem jî bi YE re kar bikin.   Ji xwe 10-ê gulanê  serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jî hatibû Moskowê. Piraniya Amerîkî  pê şerm dikin, ku DYA beşdarî pîrozbahiya Roja Serfiraziyê ya li Moskowê ne bû. Vê gavê, bi ya min,  Waşîngton pir bi bêdilane be jî, amade ye ku hizra pircemseriyê qebûl bike.  Merkel û Pûtîn tekez dikin ku krîza Ûkraynayê divê  tenê bi riya diyalogê  bê çareserkirin û divê Rojava tawizan bide.  Lewma jî Kerry hat Soçiyê”

    Patrick Smith her weha bi bîr tîne ku  lîderên ewrûpî dixwazin pirsa rakirin, an jî dirêjkirina ambargoyên li dijî Rûsyayî jî gotûbêj bikin: 

    “ Bi hesabên min, şeş dewlet, bi Almnyayê re jî heft, bawer dikin ku dema rakirina ambargoyan êdî hatiye.  Piraniya rayedarên  Rûsyayê jî di wan demên dawî de nîşan didin, ku ew jî li benda vê yekê ne.  Xuyaye, lûtkeya krîza aboriya Rûsyayê jî êdî buhurî.  Amerîka nîhayet fehm kir, ku eger ew nexwaze peywendiyên xwe yên trasnatlasê têxe rîskê, divê ew guhê xwe bide  ewrûpiyan”.

    Bi heman mijarî:

    Serdana Kerrî: Hewldana başkirina tekiliyen Rûsya u DYA`ye
    Kerry wê serdana Erebistana Siûdî û Fransayê bike
    Moskow Roja Serkeftinê pîroz dike
    Etîketan:
    DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de