20:26 27 Gulan 2017
Zindî
    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê

    Bogdanov:`Heftiya Rojhilata Navîn` a li Moskowê serkeftina dîplomasiya Rûsyayê ye

    © AFP 2017/ Alexander Nemenov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1401

    12 gulanê li Zankoya Moskowê ya Peywendiyên Navneteweyî `Heftiya Rojhilata Navîn` destpê bû. Mijara yekemîn panelê `Rojhilata Navîn di serdema werçerxanê de` bû.

    Di panelê de dîplomat û zanyarên rojhilatnas ên rûs, balyoz û karmendên balyozxane yên  Îraq, Sûriye, Misir û çend dewletên din ên  Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê, rojnamevanên ereb ên ku li Moskowê kar dikin, her weha xwendekar û doktorantên Zanko yên beşa rojhilatnasî  beşdarî dikir. 

    Mîxayîl Bogdanov, cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê,  li ser giringiya vê tedbîrê pirsên  peymanêrê Spûtnîkê  bersivandin:

    Spûtnîk: Gelo, miorov dikare  `heftiya han` di peywendiyên Rûsya û  Rojhilata Navîn de wekî bûyerekî giring binav bike? 

    Bogdanov: Bi  ya min,   erê. Ji ber ku li vê derê derdoreke pir cidî kom bûye.  Bi baweriya min, destpêşxeriya rektorê  Zankoya Peywendiyên Navneteweyî Anatoliy Torkûnov a ku bala xwendekarên me yên ciwan, her weha kesên ku têkildarî bi Rojhilata Navîn in,  bê kişandin ku zimanê erebî hîn bibin,  pir di cih de ye. Bi nêrîna min, tedbîra han dikare roleke pir mezin bilîze.  Ew dikare xwendekar teşwîq bike, ku di pêşerojê de li wezareta me kar bikin.  Ya herî serke jî ew e ku em dikarin rewşa peywendiyên Rûsya û dewletên erebî binirxînin û perspektîvên hevkariya xwe destnîşan bikin. 

    Spûtnîk: Li wir ji bo dîplomasiya Rûsyayê metirsiya herî mezin şiye?

    Bogdanov:  Di forûmê de jî hat gotin, bê guman, dezîntegasyona herêm û çend dewletan,  xurtbûna bandora komên tundrew û terorîstî  ji bo Rojhilata Navîn metirsiyên herî serekî ne  û ev yek ji bo Rûsyayê jî xwedî giringiyeke statejîk e.  Lewre, li wê herêmê  berjewendiyên me yên dîrokî, aborî û peywendiyên me yên mirovî hene.  Her weha belavbûna terorê li derveyî herêmê jî gef li ewlekariya me ya neteweyî dixwe.  Lewma jî em niha hewil didin ku hemû hewildanên xwe bikin yek, da ku li hemberî terorê têkoşîneke berhemdar bê dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Rûsya di salekî de xwe gihand destketiyên mezin
    Lavrov ji Spûtnîkê re diaxive
    Etîketan:
    Rojhilata Navîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de