03:59 24 Çile 2017
Zindî
    Svêtlana Kasiyan

    Svêtlana Kasiyan - hunermenda kurd a Rûsyayê ya opêrayê, solîsta Teatra Bolşoy.(Beşa sêyemîn)

    © Foto: Wêneyên ji arşîfa Svêtlana Kasiyan
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Karîna Samandova
    0 206852

    Muzîka opêrayê şêweza sohbetê bi ruhê mirovan re ye, ji xwe wateya wê jî di vir da ye. Gîyana mirov divê ji tekuziye re vekirî be.

    Svêtlana, cîhan tevayî bi buyerên ku li Rojhilata Navîn diqewimin hejiya. Tê zanîn ku li welatê me yê Dîrokî, li herêma Kurdistanê, Şengalê, li Kurdistana Rojava Kobanê, bi aweyekî hovîtî gelê me hate qirkirnê. Hun li tevayî cîhanê digerin, bi kesayetên bi nav û deng hevdîtinan pêktînin. Gelo rêaksiyona mirovatiya pêşketî li hember vê zolmê çawaye?

    Ez xebatê di warê muzîkê de dikim û bêguman hemkarên min ji buyerên ku diqewmin endîşedar dibin. Gotnên din mirov nikare bêje. Tevayî cîhan ji wan buyeran hate hejandin û li gor nêrîna min mirovekî normal nikare li hember êşa ku gelê min îro jiyandike bê xem bimîne. Her wiha buyerên ku îro li Ûkraynayê diqewmin. Ew buyerana pir metirsîdarin, ez bi dilekî êş van buyeran çavdêr dikim. Ez carna nikarim tamaşe bikim ji ber ku di hundurê min de her tişt diqete. Ez miroveke dîndarim û li gor nêrîna min bi alîkariya Xwedê û duayan li cîhanê dikarin aşîtiyê destbixin. Ez wusa difikirim.

    Svêtlana, dildarên we dizanin ku hûn, keçeke kûrdin?

    Tabî dizanin. Pir caran di hevpeyvînan de pirsa yekemîn ku dîrêktorên têatroyên Ewrûpayê, ji min dikin pirsa netewa mine. Dibêjin ku bi şiklî ez cudame û bêguman ez bi serbilindî bersiva pirsa wan didim. Ez ti caran venaşêrim! Û ez pê serbilindim!

    Svêtlana pirsa me ya tradîsiyon: hûn dikarin li ser malbata xwe ji gohdarvanên me re vebêjin. Gelo malbata we muzîsiyanin?

    Min êdî gotibû ku dayka min di cîhanê de ya herî başe. Wê tek tena min, birayê min û xwîşka min Nata mezinkiriye. Ew jineke gewreye, muzîsiyane û di dibistana koroya zarokan de ya bajarê Aktobê şêfa orkêstroya zarokan buye. Wusa çêbu ku min bavê xwe ticaran nedîtibû. Hezkirina muzîka klasîk min ji dayka xwe girt. Min hîn di zarokatiyê de gohdarî dikir çawa dayka min berhemên Şopên, Çaykovskî li ser pîanoyê lêdixe. Hevjînê min mirovekî pir hêjaye, ew pir jê razîme ku ew derfetê dide min ez bistrêm û di gera min ya li tevayî cîhanê destek dike. Di rastiyê de pir zehmete li vir hemdeke fireh pêwîste. Ez xwedî keçeke xweşik û şêrînim.

    Hunermenda kurd a Rûsyayê ya opêrayê, solîsta Teatra Bolşoy
    © Foto: Wêneyên ji arşîfa Svêtlana Kasiyan
    Svêtlana Kasiyan

    Svêtlana, di jiyana rojane de, çawayê? Hinekî li ser xwe ji me re bêjin? Numune hun li ser dîmenên zarokatoiya xwe ji mera gilî bikin, yanî dema hun zaroka xwe radizînin, hun çi lorîkan ji wê re distrên?

    Li ser xwe dikarim bêjim ez pir û pir ji germayê, rojê û tîrêjên rojê hezdikim, her wiha, standin û pêşkêşkirina diyariyan hezdikim, pir ji gulan hezdikim. Hevjînê min dibêje ku ez piştî konsêran bi çavên mezin yên wek zarokeke biçuk gulan tînim malê, ku tu qey bêjî ew ne male lê dukana gulane. Ez wek zarokan ji gulan re pir şadibim. Ez ji mirovên baş û vekirî hezdikim. Mixabin kesên wusa pir kêmin. Her wiha ji xemlan pir hezdikim mînak wek brîliyantan, ez difikim ku dikarim hemû xemlên Tîffanî kombikim. Belkî ev karekteriya netewîiye, ez nizanim? Dema ez zarok bum ez bawerbum ku hunermendê Îtalî Çêlêntano bavê mine her çiqas min bavê xwe ti caran nedîtiye. Û ez difikirîm ku wê rojekî bê pey min Û gelek tiştên din jî.

    Hun çawa îstirhetê dikin? Ji bo îstrehata ruhî ji we re çi pêwîste?

    Ez vehesînê heznakim. Ez xwe dixum ez difikirim ku tiştek bi dawî nekiriye. Roja duyemîn û sêyemîn ya vehesînê gerek ez rabim û birevim, partiya opêra klavên gerek xilazbikim, rolekî ezbere bikim, yan jî karên din bikim. Lazime ez serdana bijîşkê derunas bikim belkê ew ji min re bibe alîkar. Mirovên min bi zorê min dişînin vehesînê û rast dikim ji ber ku rehetî ji min re pêwîste. Û hela bi partiyên wusa zehmet ku ez amadedikim, yanî ezê zû xilazbim – ev rastiyeke. Lazime ez xwe di wî warî de biguharînim. Lê ji bo vehesînê ji min re tîrêjên rojê gelek germayî pêwîste.

    Hunermenda kurd a Rûsyayê ya opêrayê, solîsta Teatra Bolşoy
    © Foto: Wêneyên ji arşîfa Svêtlana Kasiyan
    Svêtlana Kasiyan

    Ji bo ku deng xweştir derkeve gelo xebata rojane bese, yan jî diyeteke taybet pêwîste, gelo xwerinên taybet yên ku tesîra deng dikin hene?

    Ya grîng rêjîme. Ti xwerin ser min bandor nake. Ez dikarim bêjim ku bêxewiya dû rojan tesîreke nehînî li ser min û qalîta deng dike. Ev raste. A din jî berê derketina ser sehnê cerez qedexene ji ber ku ewana bandoreke nehînî li ser têlên deng dikin û wekî din ti alkol jî gerek neyê vexwerin. Ez bi xwe jê heznakim.

    Svêtlana hun niha dikarin ji mera tiştekî bistrên?

    A min bersiva pirsa gelo ez kîjan strana lorînê ji keça xwe re distrêm neda.

    Belê, belê.

    Ev strana wê ya herî heskiriye…

    Hun li hember kîjan zeyftiyên xwe têdkoşin û li hember kîjan zeyftiyen bêhezin? Hun wek miroveke hunermend ji huriyên jiyanê xemgîn dibin? Gelo hun miroveke kêfxwaşîyê ne?

    Bi gotnekî ve dikarim bibêjim. Pîrka min ya rehmetî jineke hêja bûye.

    Biburin navê wê çibû?

    Ew xwedî du navan bu Tamara û Cemîle. Wê di 83 saliya xwe de hine gotin êdî nekarîbû telefuz bikire. Û li ser keseyatiya min digot: `Tû gelek emonasiyalniyî` ango ez pir dilînîyî. Carna di jiyanê de mirov dixweze dilîniyê vemrîne. Lê ser dikê dilînî dibe alîkar ji bo ku hunermend hestên xwe bigîne tamaşevanan. Di jiyanê de ez nikarim durutî bikim. Ez nikarim ji rengê reş re bêjim ku ew sipî ye… Di jiyana min de buyerek qewmî bû, dema ku min got ez dernakevim ser sehnê ji ber ku ez bêadeletî nefret dikim. Hine kes dikarim hertiştî di dilê xwe de veşêrin û maska bixin ser rûyê xwe û bi aweyekî rehet bersivan bidin…Belkê ez pir xwîngermim. Lê tiştên ku ez dixwezim di xwe de biguherînim min êdî gotiye… nêzîkbuna min ya kur li hember buyeran. Çarna dil disoje, dibêjin ku ji bo tendrustiyê ne başe. Ez heta niha miroveke safim û baweriya xwe bi mirovan tînim. Helbet ew jî beşeke karektera mine.

    Hunermenda opêrayê wek nîşana xweşikbunê tê dîtin. Hun çi mene didine lêgerîna sîmayên nû? Hun çawa xwe ji bo konseran amade dikin?

    Li ser mena xweşikbunê – mirov dikare li gor hine qanunên xweşikbunê tev bigere lê tevî wê jî mirovekî ne balkêş be û beravejî wê, mirov dikare bi ruyê xwe ne xweşik be, lê bala derûdorê bikişîne ser xwe û gelek kes wî kesî wek mirovekî speyî dibînin. Li gor nêrîna min ya grîng karîzma û navaroka ruhî ya mirovane. Hîn di destpêka kariyêra min dema ez xwendevan bum, ji bo hine çalakiyan û derketina ser sehnê, derfeta min ya destxistina fîstanên buha û pêwîst tunebu. Û mirov femdike ku di fîstana bi buhaya 500 rubla dikare serkeftinên mezin bîne, lê tabî heger mirov ji tamaşevanan re vekrî be û amade be bi wan re hestên xwe parve bike. Tamaşevanan nikarin bixapînin ewana her şaştiyekî dibînin. Salonên bi hezar kes tijî mirov nikarte bixapîne. Ez mesleka xwe ji bo wê hezdikim, ku audîtoriya û gohdarvanên xwe dikarî bi heskirin, hunera dirust û rastiyê ve qezenc bikî. Û herhal de bi xweşikbunê ve jî… Malbata min ji min re digot ku ez `erjengim` yan jî (meymuneke biçuk) heya ku ez li dibistanê li Gurcistanê di pêşbirka şahciwaniyê de serneketim. Li ser fîstanan ez bi serbilindayî dikarim bêjim ku hemû cilubergên ku ez di pêşanan de bikartînim modelên dîzaynêra ciwan Kîra Plasînîna yê ne.

    Ew, kûtûrîyê Rûsîya yê, ya bi nav û denge.

    Bêguman cilûberg gelek grîngin. Heger derdikevî ser sene ji bo ku `Rekviyem` a Verdî bistrê pêwîste tu li gor navaroka wê cilûbergan li xwe bikî. Yanî tu nikarî fîstaneke bi rengê pembe li xwe bikê û taç bidî serê xwe. Lê heger ariya `Toska` distrê li vir dikarî fîstaneke dekolte li xwe bikîji ber ku qehremana wê şahciwana yekem ya Romayê ye û her kes dixwest xwe nêzî wê bike. Bêguman qiyafet gerek li gor navarokê be ji bo ku tamaşevan ne ku tenê gohdar bikin her wiha wêneya ku repertuwarê dide nîşandan çavdêr bikin.

    Hunermenda kurd a Rûsyayê ya opêrayê, solîsta Teatra Bolşoy
    © Foto: Wêneyên ji arşîfa Svêtlana Kasiyan
    Svêtlana Kasiyan

    Rêpertuwara we rengo renge, gelo Hun ji rêpertuwara xwe memnûnin? Hun xeyala kîjan repertuwarê dikin? Û sehna ku zêde jê hezdikin kîjane?

    Bêguman ez xwe bi komfort hîsdikim. Ez ji zarokatiya xwe li ser sehnême, wek dayka min dibêje ez jê nehatime xwerê û wek `masî di avê de me`. Li ser sehnên min ku ez ji wan hezdikim, dikarim bêjim ku her sehna ku ez li ser distrêm hezdikim. Tabî tamaşevan rola herî mezin dilîzin, germaya wan ez bi serbilindî û razîbuneke mezin her derê werdigirim. Li ser repertuwarê xeyalake min heye, ez dixwezim partiyên wek `Ayîda`, `Makbert` a Verdî û her wekî din.

    Svêtlana, helbestvan yan jî nivîskarê kurd yên ku jê hesdikin kiye? Kîjan strana kurdî xweşa we tê?

    Ez pir ji Êkatêrîna Ameyan hesdikim, keçeke ciwan, gelek kur û bi hestiyarî dinivîsîne. Berhemên ku ew dinîvîsîne pir balkêşin. Û ew keça nifşa me ye ku nunertiya gelê me dike. Ew gelek bi aqil û zaneye. Berhemên wê dikarin di înternetê de bixwînin.

    Li ser planên we yên hunerî dikarin ji mera çend gotinan bêjin. Svêtlana sipas ji we re ji bo hevpeyvîna we! Daxweziya we ji gohdarvanên radiyo `Sputnîk` çine?

    Planên min yên pêşerojê pirin, û hêvîdikim ku bi alîkariya Xwedê ezê wan pêk bînim. Ez jî dixwezim ji bo vê hevpeyvînê sipasiya xwe pêşkêşî we bikim. Ji gohdarvanana re aşîtiyê, bextewariyê, sehet qewatê dixwezim û herê girîng harmoniya absolut daxwez dikim.

    Ez sipasiya xwe pêşkêşî we dikim, ku hun hatin radiyo `Sputnîk`. Ez ji we re anşlagan daxwez dikim. Ez dixwezim ku hun û gohdarvanên radiyo yê bi ruhî bêhna xwe bistînin. Ji ber ku îro ruhê mirovan nayê dîtin. Me îro dikşînin nav cîhaneke vala, şahiyên qirêj, şidetê û gefxwerinê. Di van mercan de mirov nikare `baskên xwe veke`. Û mirov dikeve depresiyonê di hundurê xwe de dibe mirî. Pêwîste ruhê mirovan ji bo xweşiyê her dem vekirîbe, moral di cîda be. Wê demê hemû xemgînî bi hêsanî derbaz dibin. Huner ruhê mirovan dikşîne xweşhaliyê. Ji ber wê ez dixwezim ruhê mirovên me careke din zindî bin, malbatên wan di aramiyê, şahiyê, bextewariyê de bin. Ji bo ku ewana muzîka baş gohdar bikin û ruyê wan herdem bi ken be.

    Ez ji were serkeftinên hunerî daxwez dikim! Bila di dilê we de her dem awazên heskirinê bêne bîstin û di hemû karên we de serkeftinê dixwezim. Gelekî sipas dikim!

    Bi heman mijarî:

    Svêtlana Kasiyan - hunermenda kurd a Rûsyayê ya opêrayê, solîsta Teatra Bolşoy (Beşa Yekemîn)
    Svêtlana Kasiyan - hunermenda kurd a Rûsyayê ya opêrayê, solîsta Teatra Bolşoy (Beşa duyemîn)
    Etîketan:
    Svêtlana Kasiyan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de