09:37 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Svêtlana Kasiyan

    Svêtlana Kasiyan - hunermenda kurd a Rûsyayê ya opêrayê, solîsta Teatra Bolşoy (Beşa duyemîn)

    © Foto: Wêneyên ji arşîfa Svêtlana Kasiyan
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Karîna Samandova
    1206861

    Muzîka opêrayê şêweza sohbetê bi ruhê mirovan re ye, ji xwe wateya wê jî di vir da ye. Gîyana mirov divê ji tekuziye re vekirî be.

    Svêtlana, bi terbiyekirina deng ve grêdayî, hun çawa dibistana Rûsya dinirxînin? Û pirsa duyemîn, li gor nêrîna we dibista «Bolşoy teatrê» çi dide?

    Ez dikarim ji pirsa duyemîn destpêbikim û bersiveke giştî bidim. Min di destpêka sobeta me de gotibû ku dibistana `Bolşoy têatr` gelek tişt daye min. Li konservatuwariyê nêzîkbun ji mer re wek ji zarokan re bû, serê me mistdidan, bi awayekî nazik li me miqate dibûn, lê di rastiyê de jiyan, endustriya opêraya cîhanê pir stemkare. Li gor nêrîna min ji ber ku beramberî pir mezine û ji bo ku bibî xwedî taybetmendiya pêşbaziyê, gerek tu bibî keseyeteke bi hêz ango, ji bilî berhedariyê û hebuna deng lazime xwediya komplêksekî bî. Kompleksa han ji zanebuna zimanên biyanî û stîlan pêk tê û hela dema mirov muzîka Verdî distrê. Dibêjin ku ez xwediya dengê îtalîme, repertuwara min zêdetir bi zimanê îtaliye û ji bo ku xebata min rastbe `koûçekê` min ango şêwermendê min heye, ew di riya deh deqan durî Venesiyayê dijî, ez pir caran ji bo dû heftiyan diçim cem wî û xebata xwe bi wî re dikim. Heger muzîka almanî be, wê demê xebata min bi koûçên almanî ve dimeşe, her wiha ez li ser stilê jî xebatê dikim. `Bolşoy têatr` min fêrî vê tiştî kiriye. Li konservatuwariyayê de ev tişt tunebû her çiqas mamosta min ya zimanî îtalî Tatiyana Alêksandrovna û mamosta vokalê Galîna Alêkseyêvna Pîsarênko pir hêjabûn. Lê li `Balşoy têatr` ê mamosteyê min yê bêhempa `Xweşewîstên Xwedê` Vdovîn Dmîtriy Yuriyêvîç mirovekî pir hişk hebû, min li tevayî cîhanê straye, ez tevlê gelek master klassan dibûm, ez pir û pir li ser xwe xebatê dikim û wê xebatê berdewam bikim, lê min hîn mamostekî şerazadî wek wî nedîtîiye. Ez gelekî ji `Bolşoy têatr` razîme ji bo ku ez ser navê wê ji bo stajoriyê çume têatroya opêrayê ya `Navenda Kennedî `a Waşîngtonê. Min li cem Domîngo xebat kiriye û dibistana vokalê li cem wî girtiye. Wekî din `Bolşoy teatr` mamosteyên gewre, `koûçan` şêfên orkêstroyan ji tevayî cîhanî vedixwend. Mînak `Mêtropolîtên opêra` ya NewYorkê, `La-Skala` — Mîlanê, `Ştatsopêra` Awstriyayê bi mera kar dikirin û her yek ji wan ji bo her dersekî pereyên mezin digirtin. Lê ji bo xwendevaneke ji rêzê ne rêalbû bi wan şertan perwerdeya pêwîst bihata standin, lê `Bolşoy têatr` mesrefa me dida. Li `Sêrêbreniy Borê` ji me re xanî dihate dahîn û mirov nikare van tiştan nebêje.

     Hunermenda kurd a Rûsyayê ya opêrayê, solîsta Teatra Bolşoy
    © Foto: Wêneyên ji arşîfa Svêtlana Kasiyan
    Svêtlana Kasiyan

    `Bolşoy têatr` gelek tiştên mezin da me. Li ser mamosteyên me, ez dikarim navên çend mamosteyan gewre û şarezad, nunerên dibistna rûsî ya vokalê ku di cîhanê têne naskirin û ji alî baştrîn têatroyên Ewrûpayê, Amerîkayê û yên din têne vexandin, bînim ziman. Her çiqasî pesnê dibistana îtalî tê dahîn, li wir jî pirsgrêka mamosteyan heye. Lê cem me li Rûsya wek min êdî anîbu ziman, li konservatuwariya yê Vdovîn Dmîtriy Yuriyêvîç, bi dengekî xweş û bêhempa Galîna Alîkseêvna Pîsarênko. Li `Bolşoy têatroyê` ez ji wê re dibêjim dayka min ya duyemîn Makvala Kasraşvîlî mamosteke berhedare, xwediya karîzmayê û dengekî gewre ye. Min bi saya wê mamosteyê partiya `Toska` ya Pûççînî xwend. Ez li `Têatroya bolşoy` di 25 saliya xwe de bum stranbêja here ciwan ya partiya `Toska-Pûççînî` û ez serkeftî bum. Makvala Kasraşvîlî li tevayî têatroyên cîhanê di maweye 40 salî de ev partî gotiye. Wê sirên pêdagojî yê bi min re parvekiriye, pir caran mamosteyên bi ezmun naxweze sirên xwe bi nifên din re parvebike û bi vî awayî ewana li olîmpê dimînin. Lê ji bo min Makvala Lasraşvîlî wek stranbêja harî hêja dimîne û wê wusa jî bimîne, wê gelek tişt dane min… Ji bilî minet dahînê, heskirin jî heye… Her wiha dixwezim navê Svêtlana Nêstêrênko jî bînim ziman, ew di bernama `Bolşoy têatroyê` ya opêraya ciwanan dersan dide, Êvgeniy Êvgeniyîvîç Nêsêtêrênko basê gewre yê Rûsya ji Awstriya tê û dersan dide.

    Svêtlana, hun diwestin…, yanî berevajî wê, hun ji karê xwe hêzê digirin?

    Belê ez diwestim jî û hem sûdê digirim. Berê demekê rêzek konserên min lidarketibûn, yên Rojdêstvênskiyê ango yên roja cejna Zahîna Îsa, `Rekviyama` Verdî, konserên muzîka sîkuler yên ku hêzeke mezin dane min. Danustandinên min bi tamaşevana re çêbun. Her tişt baş lidarket. Ji wan tiştan qanatên mirovan derdikevin, bextewar dibe û dixwezê hîn pêşde biçe, bixebite, hereket bike, repertuwara nû ezbere bike û her gavên nû pêkbîne. Li ser westabûnê ji min re dibêjin ku sopranoya min dramatîke… û dengê bi vî rengî partiyên herî zehmet dibêje û di jiyana min bi xwe de jî tişt bi rehetî nayne kirin. Ji alîyekê ve ev başe, ji ber ku partiyên herê spey, herî girîng, herî gewre û wek dibêjin yên herî buha di repertuwara opêrayê de dibin para min. Di prensîbê de wusa gerek nayê gotin… lê rikeberê min tunenin. Numune di opêra `Madam Batêrfley` ya Pûççînî – partiya herî zehmet ya opêrayê ye, yan jî `Toska` ku min gavên xwe yên ewil di `Têatroya bolşoy` de bi wê avêtin rola bêhempa bû. Navaroka wê giranbû û piştî wê rolê ez deh rojan li ser xwe de dihatim, min ti kesî re nediaxivî, danustandin nedikir, lê paşê bi heskirina mirovên xwe û destekdahîna wan ez hatim ser xwe. Ez bi xwe vehesînê heznakim.

    Svêtlana, dibêjin hun dişibin Mariya Kallas…, lê ez dibêjim hun dişibin qehremana romana Corc Sand «Konsuello».

    Belê, li ser şibandina min ya bi Mariya Kallas li gelek welatên cîhanê ji min re dibêjin, belkî ji ber ku em her dû esmerin. Û Kallas jî di dema xwe de `Toska` ya Pûçînî gotiye. Tabî ez ji Kallas wek stranbêj pir hezdikim, lê ez naxwezim ku ez bişibim wê ji ber ku çaranvîsa wê trajêdîk bu. Lê `Konsuello` ya Corc Sand, li gor nêrîna min ew qet naşibe min ew keçeke dilnizim bu ye. Min ji zarokatiya xwe hezdikir awazan bistrêm û gelek hezdikir dema pesnê min didan. Carna radibûme ser kursiyê û min digot: `Ez bi aqilim, min baş straye, ez pir xweşikim…` li gor nêrîna min ev ne mutevazî ji karektera Konsuella qehremana romana Corc Sand hatiye girtin.
    Pirs: Svêtlana xanim, hun dixwezin serdana Kurdistanê bikin? Û heger ji we re pêşniyar bê kirin ku opêrayê bi zimanê kurdî bistrên, hunê bistrên?
    Bersiv: Belê, Bêguman bê minaqeşe ezê bêjim. Serdankirina Kurdistanê daxweziyeke min ya mezine. Û dixwezim bi kurdî bistrêm. Heger pêşniyreke balkêş ya bi vî rengî ji min re bê kirin ezê wê bipejrînim. Ez dem dem biçime Kazakîstanê û ji bo serokkomar Nursultan Nazarbayêv bi zimanê qazaxî distrêm. Lê heger pêşniyara ji bo Kurdistanê bê kirin ezê qet nîqaş nakim.

    Hunermenda kurd a Rûsyayê ya opêrayê, solîsta Teatra Bolşoy
    © Foto: Wêneyên ji arşîfa Svêtlana Kasiyan
    Svêtlana Kasiyan

    Li ser îtaliyan dibêjin, ku heskirina opêrayê di xwîna wan de heye. Ji ber wê zehmete îtaliyan, bi hêz û têmbira deng matmay bhêlin. Çawa em dibînin dota kurda Svetlana Kasiyan bi dengê xwe, wan mat hîşt. Solîsta «Bolşoy teatrê» her dem mêhvana Îtaliya ye.

    Ev balkêşe, ji ber ku her stranbêj dikare wê piştrastbike ku ji bo ku li Îtaliya bêy qebulkirin kedeke pir mezin pêwîste bê dahîn. Ji ber ku stranbêjên ku li Almaniya, Amerîkayê distrên ji bo destxistina serkeftinê kedeke mezin ne lazime. Lê ji bo min ji bo ku li Îtaliyayê serkeftî bama kedeke mezin ne pêwîstbu. Dengê min yê îtalî tam ji bo opêrayên herî speyî yên wek Verdî, Pûççînî ye. Heman kontrakt ji bo partiyên sereke yên têatroyên Îtalî werdigirim.

    Hun dikarin li ser konserên xwe li Îtaliya yê vebêjin?

    Dikarim li ser çend pêşkêşkirinên xwe yên ber bi çav li Îtaliyayê vebêjim. Yên wek Bîyênalê ya di sala 2013 li Venesiyayê lidarket, li wur min nunertiya Îtaliya yê dikir. Di partiya Madam Batterfley ya Pûççînî ya ku bi serketineke mezim derbazbu. Ez pir pê serbilindim. Her wuha li Îtaliyayê dîska yek ji opêrayên cîhanê ya `Don Karlo` a Verdî ku ez tê de partiya sereke ya kralîça Êlîzavêta dibêjim tê firotan. Min di 27 saliya xwe de wê partiyê gotiye, tevî wê partiya navborî mêga stêrkên cîhanê strane: Eldaro Drazako, Framon Vargs, Kral Fîllîp, Karlo prensê Karlo. Hun dikarin bidin ber çavan çawa zehmete bi supêr stêrkan ve li ser sehnêkê opêrayê bêjin… ewana heya 110 pêşanan pêşkêşdikin, lê ez cara ewil. pêşana yekemîn, gavên yekemîn… û xema kesî li te nîne. Di opêraya cîhanê de kesên bi temenekê wisa kêm destur nayê dahîn…, ev mucîze bu. Tenê piştî 34 salî rolên bi vî rengî didin stranbêjan. Û piştî wê pêşanê, min hilsengandineke erênî ya rexnegirên Îtalî girt. Ez ji Xwedê razîma ku min serê xwe wunda nekir ku Xwedê ev behredarî da min û ez wê dimeşînim… û lazime tu xwe ragirî. Belê wusa jî konsera min ya li Romayê…

    Konsera we li ber birca Vatîkanê, bu buyereke girîng ya sîkûlerî. Serokê Vatîkanê, Papa Fransîsk dengê we pêşkêşî Xwedê kir. Li ser vê buyerê hun ji gohdarvanên me re dikarin vebêjin…?

     Hunermenda kurd a Rûsyayê ya opêrayê, solîsta Teatra Bolşoy
    © Foto: Wêneyên ji arşîfa Svêtlana Kasiyan
    Svêtlana Kasiyan

    Raste. Piştî konsera min ya Romayê min li Vatîkanê di sehet 6.50 deqan bi Papayê Romayê re hevdîtin pêkanî. Ev hevdîtina şopeke mezin di bîra min de hîşt. Papa mirovekî bêhempaye, mirovekî xwedî enerjiya fanastîke, mirovekî sadeye û pir ronake. Ez yekem stranbêja opêrayê bûm ku papa wê … û dengê min jî …. Wî ji min re got: `Ez vî dengî pêşkêşî Xwedê dikim, ez bang li we dikim ne ji bo xwe, ji bo Xwedê gel û başiyê bistên`. Wek nîşana hurmetê pantîfîk tisbiyên xwe yên mircan pêşkêşî min kir û ev hevdîtina dîrokî wê heya dawiya jiyana min di bîra min de bimîne.

    Svêtlana, bi boneya bîranîna lehengên Yekemîn Cenga Cîhanê `Rekviya` ya Vêrdî we li salona «Bolşoy teatrê» beşdarî kiribu. Piştî wê konserê we got: «Ez bi vî muzîkê dixwezim xwe bigînim her dilekî ku, şerên heyî bêne rawestandin». Gelo banga we hate bîstin?

    Ez nizanim gelo ez hatim bihîstandin yan na… lê di rastiyê de dixwezim xwe bigînim her qelbekî (dilekî). Dema nûçeyan tamaşe dikim û tiştên ku dibînim ezi êşeke mezin jiyandikim, nizanim belkê ji ber ku ez hunermendim… ez dest bi grînê dikim. Ez nikarim temaşe bikim û piştre nikarim razêm…, di hundurê min de êşek tê jiyadin. Ez pir ji Xwedê razîme ku derfeteke min wusa heye ku muzîka bi vî rengî bistrêm, ji ber muzîk hêzek gewreye û mirov xwe pê dikare bigîne dilan ew jî hêzeke zindiye. Ez hêvîdarim ku berhemên wê bêne girtin. Ez dixwezim bawer bikim. Ez dixwezim ku şer êdî li ti deveran tunebe û wê tiştî ji Xwedê daxwez dikim.

    (Hûn dikarin berdewamîya hevpeyvînê di roja îna hefteya li pêş bixwînin û guhdar bikin.)

    Bi heman mijarî:

    Svêtlana Kasiyan - hunermenda kurd a Rûsyayê ya opêrayê, solîsta Teatra Bolşoy (Beşa Yekemîn)
    Svêtlana Kasiyan - hunermenda kurd a Rûsyayê ya opêrayê, solîsta Teatra Bolşoy.(Beşa sêyemîn)
    Etîketan:
    Svêtlana Kasiyan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de