11:30 23 Çile 2017
Zindî
    Svêtlana Kasiyan

    Svêtlana Kasiyan - hunermenda kurd a Rûsyayê ya opêrayê, solîsta Teatra Bolşoy (Beşa Yekemîn)

    © Foto: Wêneyên ji arşîfa Svêtlana Kasiyan
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Karîna Samandova
    0 207461

    Muzîka opêrayê şêweza sohbetê bi ruhê mirovan re ye, ji xwe wateya wê jî di vir da ye. Gîyana mirov divê ji tekuziye re vekirî be.

    Îoan Sebastyan Bax gotiye:«Cîhê ku muzîka dilxweşker lê heye, Yêzdan her tim li wir e».

    Rojekî ez piştî xebatê vedigeriyam malê, li kolaneke Moskowayê çavên min li rêklama konsera xêrxweziyê ji bo piştgiriya zarok û dayîkan ket. Konser li salona Gewre ya konservatuariya bi navê Çaykovskî, gerek lidarketa. Ji pankarta reklamayê hemwelatiya min li min mêzedikir…

    Hunermenda Rûsyayê ya opêrayê, solîsta Teatra Bolşoy Svêtlana Kasiyan bû mêvana radyoya `Spûtnîk Kurdistan`.

    Svetlana Kasiyan xelatgira pêşbirkên navnetewî ye, ji kesên wusa re dibêjin ew dîyarîyeke resen a ji xwedê ye. Min pir caran ji xwe pirsiye, gelo  wateya gotina «Xweşewista xudê» çi ye?. Ew behredarî ye, yan mîsiyoneke peyva girîng e. Gelo, çawa dikarin binasin, ka behredarî Xwedê dide? Çima Xwedê ev kesayet jibartiye? Tê zanîn ku erka kesên behredar, cîhanê hîn xweşiktir û ronîktir bike. Ango kesê ku «Xweşewista xudê ye» ji bilî behredariyê, gerek xwedî hêzeke ruhî, û hizra paqij be.

     Hunermenda kurd a Rûsyayê ya opêrayê, solîsta Teatra Bolşoy
    © Foto: Wêneyên ji arşîfa Svêtlana Kasiyan
    Svêtlana Kasiyan

     

    Svêtlana Kasiyan, keçeke gelê kurde, hunermenda Rûsya ya opêrayê (soprano) ye. Wê konservatuara Dewletê ya Moskow a bi navê Çaykovskî xwendiye. Stajora Dmîtriy Vdovîn li Moskowayê, û li Waşîngtonê li cem Plasîdo Domîngo stajor buye.
    Svêtlana lauriyata gelek pêşbirkên navnetewî buye. Ew di «Bolşoy teatrê» de distrê, her wiha di teatroyên Ewrûpayê, Çînê û Amêrikayê distrê. Dengekî bi hêz û paqij, li ser dika «Bolşoy teatrê» de, «Kovent Gardên», «La Skala», «Metropolîten- opêra»yê, û opêrayên Parîsê, Viyênayê, Bavariyayê tê bhîstin. Xanima Kasiyan li baştrîn têatroyên cîhanê hunera xwe pêşkêşkiriye.

    Rêzdar Svêtlana hun bi xêr hatine!

    Hun jî nav xêrêda bin.
    Di destpêka sobeta me ez dixwezim gohdarvanên radiyo `Spûtnîk` silav bikim. Ez dixwezim baxşandinê ji gohdarvanan û gelê xwe bixwezim … ezê bi zimanî rûsî bersivan bidim… ew nayê wê wetayê ku ez zimanê xwe nizanim, yan jî sedemeke din heye, ez dikarim fikra xwe bi zimanê rusî bînim ziman. Dapîra min ya rehmetî ji bo ku ez bi zimanê rusî diaxivim wê ji min re bikire şer. Karîna xanim hun dikarin bi zimanê me pirsan bidin.

     

    Svêtlana ji kereme xwe, xwe bidin nasîn.

    Ez li komara Gurcistanê li bajarê speyî yên ber peravê Deriya Reş bi sruşteke dewlemend li bajarê Batumî ji dayîk bume. Helbet xweşikbuna deverê jî li ser keseyatiya min bandor kiriye. Ez di malbateke muzîsiyan de mezinbume, dayka min li dibistana muzîkê mamostatiyê dikir. Wê koroya zarokan birêve dibir. Min ji destpêka jiyana xwe muzîka klasîk guhdarî dikir û dibeku ji ber wê heskirineke min ya muzîka klasîk çêbu. Ew jî bû bingeya peydabuna ferdiyatiya min. Lê birayê min li ser vê rêyî neçu, ew bû bijîşkê diranan.

    Dêmek we ji zarokatiya xwe, dest bi stranan kiriye?

    Belê! Tê bîra min ez keçeke pênc yan şeş salî bum, piştî ku dengê min guhdarî kirin ez heman bume solîsta koroyê. Her wiha tê bîra min çawa em diçume konsêran û min stranên cur bicur yên zarokan distra. Kariyera min ya muzîkê wusa destpêkir. Piştre min di pêşbirkên nuciwanan de beşdarî dikir û ez dibûm xwediya cîhên yekemîn û duyemîn.

    Li gor nêrîna we, mirov çawa dikare behredariya xwe diyarbike û çawa wê wundaneke?

    Heger Xwedê behredarî daye, pêwîste mirov wê behredariyê bimeşîne… li gor hizra min, tiştê ku sirûştê daye min gerek ez pêşbixim û pêşkêşbikim. Mafê mirovan tune wê dewlemendbunê bikuje. Û li gor nêrîna min çiqas behredarî zêdebe hawqasî xebat ji bo wê gerek zêde bê kirin, di rewşa min de wusaye. Wekî din nabe.

    Hunermenda kurd a Rûsyayê ya opêrayê, solîsta Teatra Bolşoy
    © Foto: Wêneyên ji arşîfa Svêtlana Kasiyan
    Svêtlana Kasiyan

    Xeyala we habû, û we ji bo vê xeyalê gelek ked daye…?

    Belê, min herdem bi konkret dizanî ez çi dixwezim. Çiqasî hedef bilin be, qasî wê jî pêwîste xebat ji bo gihandina wê hedefê bê kirin. Ji 17 saliya xwe min dest bi lêgerîna mamosta vokalê kir, lê dîtina mamostayê vakalê gelek grînge. Ewil min salekî li Astraxanê xwend, piştre ez hatim bajarê Moskowa yê. Û lêgerînên min demeke dirêj dewamkirin. Piştî kursa sêyemîn ya konserwatuariya Moskowayê ez li bernama ciwanan ya opêrayê a`Bolşoy têatr` ê hatim tomarkirin û li wur mamostayê min pir xurt bu. Li gor nêrîma min ji bo xebata min ev tişt pir pêwîste. Di destpêkê de xeyal bun, piştre min ji xwe re kire hedef ku bibim stranbêja opêrayê ya nomer yek ne ku tenê li Rûsya, her wiha li tevayî cîhanê. Û bi alîkariya Xwedê, berê sê salan li pêşbirka navnetewî ya vokalîstan a ku li bajarê Çînê Şanhayê lidrket, 600 stranbêj ji tevayî cîhanê beşdarî kiribun, ez li wê pêşbirkê serketim û bume xwediya `Gran Prî` — min nîşana baştrîn soprano li cîhanê wergirt.

    Min gelek xebat kiriye, him li ser deng û him jî ji bo ku parî nan ji xwe re qezenc bikim. Ez keçeke ji malbateke kasiv (belengaz) bum. Min li Kazakîstanê ji 10-11 saliya xwe dest bi firotana pêlavan (solan) kir, piştre di salona xweşikbunê de xizmetkarbum, ez ji wan tiştan fedî nakim. Dayka min tenê bû, wê ez û birayê min û pîrka min xwedîdikir. Ez sibê zû sehet 7 ji xewê radibûm û diçum salona xweşikbunê min piqijiyê dikir, piştre direviyam lîseyê, perwerda deng didît, vokalîst gerek sehet 10-11 sibê dersên vokalê bikin.

    Her tişt ku diqewme ji bo başiyê ye…û hemû buyarên ku di jiyanê de diqewmin piştre dibin alîkar… Zehmetî, mirovan dipêjînin û dixe rikber, mirov gerek ji kedê netirse. Rast dibêjin ku behredariya mirovan ji 10 selefên şarezadiyê û 90 selefên kedê pêktê. Carna min dixwest ku bavê min bê dîtin û ew ji min re bibe alîkar…Hema Xwedê ji min re dibu alîkar…

     Hunermenda kurd a Rûsyayê ya opêrayê, solîsta Teatra Bolşoy
    © Foto: Wêneyên ji arşîfa Svêtlana Kasiyan
    Svêtlana Kasiyan

     

    Svêtlana- xanim, lê niha pirsa min li ser jiyana hûnerê, wek artista opêrayê…, gelo derketina ewil li ser dikê li bîra we deye? Wê demê we çi hîsdikir?

    Çarenvîsa min pir balkêşe. Piştî kursa sêyemîn ya konservatuawariyayê, ez di bernama stajoriyê de, ya ciwanan a `Bolşoyî têatroyê` hatim pejrandin. Ji Rûsyayê ez tenê li vê pêşbirkê derbazbum. Ji welatên Soviyêta berê em 10 kes hatibûn hilbjartin. Ez xwendevaneke bê ezmun bum û bi alîkariya Xwedê li sehna `Bolşoy têatr` rola sereke dane min. Dixwezim bêjim ku mucîze heye, ez bêy pêwendiyan û alîkariyan kesan bume xwediya rola sereke. Li behredariya min hate bawerkirin… Ji aliyekê ve ji bo min streseke mezin bu, ji ber ku heman berpirpirsiyartiyeke wusa kete ser milê min, bêy gavên amadekariyê û ji nişkêve partiya sereke. Berê wê min ti deran nestraye, rolên mezin ne girtibû, li qadên din jî nestra bû. Li konsêran min stran gotiye, lê ew partî bun û gelek zehmet bûn. Opêra jiyana mine. Wûsa çêbu ku rola min ya sereke ya opêray, min li Bolşoy têatrê de gotiye. Ez pir bi heyacanbûm, lê dîsa jî bextewar bûm. Li pêşana min ya ewil de, dayka min di loca kralîçan ya `Bolşoy têatrê` de runiştibû. Dayka min bawernedikir… Ew opêra `Kupava` ya Rîmskî Korsakov bû. Dikarin bêjin ku kariyera min ya opêrayê ji wê destpê kir.

    Svêtlana we behremdariya hunerî ji Xwedê girtiye, lê ji bo ku herdem pêşbikevin, ked û dîsîplîn pêwîste, gelo hun gelek prova dikin?… Hun dikarin ji mera bibêjin hun çawa ev her sê komponent bi hevre dimeşînin?

    Li gor nêrîna min mesleka me dişibe werzîşê. Dîsiplîneke hişk pêwîste, ji bo ku sê sehet û nîv li ber muzîka zehmet xwe ragirî û bêy mîkrofon di salonên bi sê hezar kesan, orkêstroya gewre û koroya mezin bistrê. Xewa 8 sehetî lazime, berê partiyên zehmet rojekî tevayî bi kesî re gerek neaxivî ji bo ku têlên deng zindî bimîn. Tu tenê bi herdû têlên deng yên nazik û nefesa xwe ve dimînê. Amedakariya han li tevayî jiyanê tê kirin…Xebata li ser nefesê, dîsiplînê, rêjîma taybet, jiyana dirust bêy alkol, cixare û tiştên din ji me tê xwestin. Tabî klavîrên bi teksta bi 400 rupelî bi zimanên cuda pêwîste bêne ezber kirin, ev kedeke pir mezine! Ji zimanên biyanî ez vê gavê îtalî û înglîzî dizanim, hinekî fransî û almanî jî dizanim li hîn xebat li ser wan pêwîste bê kirin. Li Rûsyayê mamosteyên vokalê yên baş hene.

    (Hûn dikarin berdewamîya hevpeyvînê di roja îna hefteya li pêş bixwînin û guhdar bikin.)

    Bi heman mijarî:

    Svêtlana Kasiyan - hunermenda kurd a Rûsyayê ya opêrayê, solîsta Teatra Bolşoy (Beşa duyemîn)
    Svêtlana Kasiyan - hunermenda kurd a Rûsyayê ya opêrayê, solîsta Teatra Bolşoy.(Beşa sêyemîn)
    Etîketan:
    Svêtlana Kasiyan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de