08:04 25 Gulan 2017
Zindî
    Dîana Coni Keleşova

    Dîana Coni Keleşova hunermenda ciwan, stêrkeke navdar (Beşa Sêyemîn)

    © Foto: Wêneyên ji arşîfa Dîana Kelesova
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Karîna Samandova
    0 144132

    «Dîmena herî ciwan li cihanê ew e, ku zaro bi bawerî bi riya jîyanê re dimeşe, piştî ku te rê nîşanî wî kir». Konfûçiyûs

    Em beşa sêyemîn a hevpeyvîna bi stêrka bedew Dîana Coni Keleşova û diya wê Êlmîra Xidir re berdewam dikin. Dîana bi temenê xwe va biçûk e, lê êdî bûye steyrkeke navdar. Ez nizanim, di paşdemê da wê ew bigihîje çi dereceyên bilind, dema ew ji niha da wisa xweş distirê.

    Bernameya me ya bi navê ”Tû bi xêr hatî” ji ber wê yekê bi mîvanan re têkilîyên telefonî durist kir, ji ber ku em li bajarên cuda-cuda û li welatên dûrî hev dijîn.
    Merivên Diyanayê derheqa wê de dibêjin, berî ku ew dest bi axaftinê bike, dest bi stiranê kir. Diyana ji sala 2003-an li li paytexta Çêkîya Pragê dijî. Diyana ji bilî dibistanê, diçe dibistana muzikê û dersên piyano û flutê distîne. Diyana her wisa dersên vokala klasîk jî dixwîne. Tiştên ku Diyana gelek jê hiz dike, wênekêşî, reqas û avjenî ne, lê zivistanan ew hez dike wextê xwe yê vala li çiyan derbaz bike.

    Diyana ji salên biçûktîyê da tevî pêşbirkên muzîkê yên cuda-cuda dibe. Ew bi gelek kesayetîyên navdar re straye. Di 10 salîya xwe de stirana xwe ya pêşin bi zimanê çêkî – “Ezê bikevime nava xeyalan” gotiye. Di 11 salîyê da klîpa xwe ya pêşin derxist. Diyana reng û rûyê fona xêrxwaziyê ya bi navê “Jîyan ji bo zarokan“ e û alîkarîya zarokên nexweş ên ji malbetên feqîr dike. Diyana heta niha bi zimanê dayîkê ne straye, lê biryar daye, ku di demên nêzîk da stiraneke xwe ya nû bi zimanê zikmakî bistirê. Diyana bi saya serê piştgirî û hizkirina merivên nêzîkî xwe dixwaze bigihîje serketinên efrandarîyê yên mezin.

    Ya here sereke ew e, ku çi jî bibe, em ji zarên xwe hiz bikin. Hizkirin – ew bawerîya bê hed û hesab e di hindava zarê da. Bawerî bi zarên xwe bînin. Pirsdanîna ku zarokan fêr bikin bona ew bifikire, tam dikeve ser milên dê û bavan. Ji zarên xwe bawer bikin. Bawer bikin û jê ra bêjin, ku bawerîya we bi wan tê. Em – dê û bav, em dixwezin zarên me bextewar bin. Em ji wan ra saxlemîya giyanî, fîzîkî û ruhî dixwazin. Em dixwazin, ku zaro xwendineke baş bistîne û bibe xwedî pîşeyekê, ku di paşdemê da jê re jîyaneke xweş bîne. Em wisa jî dixwazin, ku ew maleke bextewar saz bike, hevalên şîrhelal li dora wî bin û bona ew bibe merivekî xwedî qedir û hurmet.

    Her yek ji me dikare ji xwe re hilbijartinekê bike, biryarê bi xwe bide, ka cihana wî ya hundurîn wê çawa be. Her yek dikare wî tiştî saz bike, kîjanê ku bixweze. Di ruhê her kesî de ciwanî çiqas pir be, jîyana wî çiqas harmonîk be, emê cihana dora xwe hîn bedewtir bikin.

    Bi heman mijarî:

    Dîana Coni Keleşova – hunermenda ciwan, stêrkeke navdar (Beşa Yekemîn)
    Dîana Coni Keleşova – hunermenda ciwan, stêrkeke navdar (Beşa Duyemîn)
    Etîketan:
    Dîana Coni Keleşova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de