23:20 22 Çile 2017
Zindî
    Dîana Coni Keleşova

    Dîana Coni Keleşova hunermenda ciwan, stêrkeke navdar (Beşa Duyemîn)

    © Foto: Wêneyên ji arşîfa Dîana Kelesova
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Karîna Samandova
    0 144241

    «Dîmena herî ciwan li cihanê ew e, ku zaro bi bawerî bi riya jiîyanê re dimeşe, piştî ku te rê nîşanî wî kir». Konfûçiyûs

    Em beşa duyemîn a bernameya `Tu bi xêr hatî` ya bi beşdariya hunermenda ciwan, keça êzdî Diyana Coni Keleşova û diya wê Êlmîra Xidir diweşînin.

    Merivên Diyanayê derheqa wê de dibêjin, berî ku ew dest bi axaftinê bike, dest bi stiranê kir. Diyana ji sala 2003-an li li paytexta Çêkîya Pragê dijî. Diyana ji bilî dibistanê, diçe dibistana muzikê û dersên piyano û flutê distîne. Diyana her wisa dersên vokala klasîk jî dixwîne. Tiştên ku Diyana gelek jê hiz dike, wênekêşî, reqas, avjenî ne, lê zivistanan ew hez dike wextê xwe yê vala li çiyan derbaz bike.

    Diyana ji salên biçûktîyê da tevî pêşbirkên muzîkê yên cuda-cuda dibe. Ew bi gelek kesayetîyên navdar re straye. Di 10 salîya xwe de stirana xwe ya pêşin bi zimanê çêkî – “Ezê bikevime nava xeyalan” gotiye. Di 11 salîyê da klîpa xwe ya pêşin derxist. Diyana reng û rûyê fona xêrxwaziyê ya bi navê “Jîyan ji bo zarokan“ ye û alîkarîya zarên nexweş ên ji malbetên feqîr dike. Diyana heta niha bi zimanê dayîkê ne straye, lê biryar daye, ku di demên nêzîk da stiraneke xwe ya nû bi zimanê dê bistirê. Diyana bi saya serê piştgirî û hizkirina merivên nêzîkî xwe dixweze bigihîje serketinên efrandarîyê yên mezin.

    Di vê beşa sohbeta me de Dîyana û dîya wê bersîva wan pirsan didin:

    Gelo, çawa zarokan perwerde bikin, ku ew di jîyanê da serkeftî bin? Gelo dê û bavê Diyanayê, Êlmîra Xidir u Conîyê Xelo xênji perwerdekirina zarokên xwe yên aqilmend, çi karî va mijûl in? Her tişt ji çi dest pê bû, çawa aqilmendîya zarokan texmîn kirin, û çawa ew bi riya rast ra birin? Gelo Diyana çi texmîn dikir, ji xwe bawer dikir, ku wê biserkeve? Ew alîkarîya zarên nexweş yên ji malên desteng li Çêkîyayê dike, aferim ji wê ra, lê gelo Diyana dixweze alîkarîya zarokên Kurdistanê jî bike, ku welatê pêşîyên me ye?

    Hunermenda ciwan, stêrkeke navdar
    © Foto: Wêneyên ji arşîfa Dîana Kelesova
    Dîana Coni Keleşova

    Emê sohbeta li gel Diyana Coni Keleşova û bi diya wê Êlmîra Xidir re di beşa sêyemîn de jî berdewam bikin.

    Bi heman mijarî:

    Dîana Coni Keleşova – hunermenda ciwan, stêrkeke navdar (Beşa Yekemîn)
    Dîana Coni Keleşova – hunermenda ciwan, stêrkeke navdar (Beşa Sêyemîn)
    Etîketan:
    Dîana Coni Keleşova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de