09:49 23 Gulan 2017
Zindî
    Diana Coni Kelesova

    Dîana Coni Keleşova hunermenda ciwan, stêrkeke navdar (Beşa Yekemîn)

    © Foto: Wêneyên ji arşîfa Dîana Kelesova
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Karîna Samandova
    0 144252

    «Dîmena here ciwan li cihanê ew e, ku zaro bi bawerî bi riya jiîyanê re dimeşe, piştî ku te rê nîşanî wî kir»- Konfûçiyûs.

    Her zarok aqilmend e, ya sereke ew e, ku alî wî bê kirin da kui ew xwe nas bike û bikeve ser riya xwe. Zarok-paşeroja milet û welêt in, ne axir her tişt li cihanê ji wana dest pê dibe. Fikireke weha heye: ”Zarok gula jîyanê ne” û eger di ser da jî zarok aqilmend in, navdar in û di temenê xwe yê biçûk da li cihanê hatine naskirin û bûne stêrkên bi nav û deng, navên wan belav bûye, wê demê meriv nikare tu himberîhevkirinan bike.

    Mêvanên bernameya `Tu bi xêr hatî` vê carê bû keçeke pir ecêb xweş, aqilmend û ciwan-keça ji miletê me Diyana Coni Keleşova û diya wê Êlmîra Xidir. Diyana bi temenê xwe ve biçûk e, lê êdî bûye stêrkeke navdar.

    Bavê kalikê Diyanayê – Şamilê Beko sazbendekî bi nav û deng bû, ku li çend aletên sazbendîyê dixist – bilûr, fîq, mey û zurnê.
    Merivên Diyanayê derheqa wê de dibêjin, berî ku ew dest bi axaftinê bike, dest bi stiranê kir. Diyana ji sala 2003-an li li paytexta Çêkîya Pragê dijî. Diyana ji bilî dibistanê, diçe dibistana muzikê û dersên piyano û flutê distîne. Diyana her wisa dersên vokala klasîk jî dixwîne. Tiştên ku Diyana gelek jê hiz dike, wênekêşî, reqas, avjenî ne, lê zivistanan ew hez dike wextê xwe yê vala li çiyan derbaz bike.

    Diyana ji salên biçûktîyê da tevî pêşbirkên muzîkê yên cuda-cuda dibe. Ew bi gelek kesayetîyên navdar re straye. Di 10 salîya xwe de stirana xwe ya pêşin bi zimanê çêkî – “Ezê bikevime nava xeyalan” gotiye. Di 11 salîyê da klîpa xwe ya pêşin derxist. Diyana reng û rûyê fona xêrxwaziyê ya bi navê “Jîyan ji bo zarokan“ ye û alîkarîya zarên nexweş ên ji malbetên feqîr dike. Diyana heta niha bi zimanê dayîkê ne straye, lê biryar daye, ku di demên nêzîk da stiraneke xwe ya nû bi zimanê dê bistirê. Diyana bi saya serê piştgirî û hizkirina merivên nêzîkî xwe dixweze bigihîje serketinên efrandarîyê yên mezin.
    Emê sohbeta li gel Diyana Coni Keleşova û bi diya wê Êlmîra Xidir re di beşa dûyemîn de biweşînin.

    Bi heman mijarî:

    Dîana Coni Keleşova – hunermenda ciwan, stêrkeke navdar (Beşa Duyemîn)
    Dîana Coni Keleşova – hunermenda ciwan, stêrkeke navdar (Beşa Sêyemîn)
    Etîketan:
    Dîana Coni Keleşova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de