03:43 27 Gulan 2017
Zindî
    Con kerry

    Rûsya û Amerîka derbarê Sûriyê karekî dikin

    © REUTERS/ Eric Vidal
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1301

    Tê çaverêkirina ku wezîrê derve yê Amerîka John Kerry îro ligel serok û wezîrê derve yên Rûsya bicive. Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku Rûsya û Amerîka kar dikin ji bo ku çekên kîmyayî li Sûriyê nemînin.

    Li gor daxuyaniyeke wezareta derve ya Amerîka, John Kerry wê îro li bajarê Sûçî ligel serokê Rûsya Vladîmir Putîn bicive. Wezareta derve ya Rûsya jî ragihand ku Kerry wê îro ligel wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov jî bicive.

    Berdevka wezareta derve ya Amerîka, Marie Harf diyar kir ku Amerîka hewl dide xetên peywendiya rasterast ligel rayedarên Rûsyayê bên parastin.

    Wezareta derve ya Rûsya jî di daxuyaniyekê de ragihand ku Rûsya û Amerîka kar dikin ji bo ku çekên kîmyayî li Sûriyê nemînin û rêkeftineke dawî derbaêr programa atomî ya Îranê de pêk were.

    Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku serdana Kerry wê bihêle ku têkilyên di navbera Moskow û Waşingtonê baştir bibin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Rûsya di salekî de xwe gihand destketiyên mezin
    Lavrov û wezîrê derve yê Awstirya wê gotebêjan bikin
    Lavrov: `Reformkirina Civata Ewlekarî ya NY pêwîstî ye`
    Lavrov ji Spûtnîkê re diaxive
    Lavrov wê roja çarşemê ji Spûtnîkê re biaxive
    Kerry wê li El-Riyadê hevdîtinê bi serokê Yemenê re bike
    Kerry wê serdana Erebistana Siûdî û Fransayê bike
    Etîketan:
    Rojhilata Navîn, Sûrîye, Bakurê Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de