03:57 24 Çile 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Rûsya di salekî de xwe gihand destketiyên mezin

    © Sputnik/ Grigoriy Sisoev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1001

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvîna xwe de li gel televîzyona `Russia-24` amaje kir, ku Rûsya di qonaxeke dijwar re derbas dibe, lê di maweya sala dawî de xwe gihandiye destkektiyên mezin.

    Li gorî nêrîna Lavrov, yek ji destketiyan ew e, ku Rûsya karî balê bikşîne ser pêwîstiya rêzgirtina li hiqûqa navneteweyî û bi taybetî li mafê gelan ê diyarkirina çarenivîsê xwe.

     

    "Em tûşî kampanyayeke dijraberî ya bê hempa hatin. Û ew kampanya ne tenê di hêla aborî û fînansî de, lê her weha di hêla înformasyonî û antîpropogandayê de jî tê meşandin.  Hedef rasterast hatiye destnîşankirin:  divê Rûsya bê tecrîdkirin.  Lê ev yek pêk ne hat.  Me ne hîşt ku ji ber rastgoyîya xwe,  ji ber ku em edaletê dixwazin,  ji ber ku em  nexwazin  hemwelatiyên me bêne perçiqandin, em bêne cezakirin; û bi nêrîna min, destketiya me ya herî mezin a di dema dawiyê de  ew helwêsta me ya bibîryar e.  Yên ku wê kampanyayê bi rê ve dibir êdî fehm dikin, ku  hewla wan  bê pêrspêktîv e". 

    Ji rêza destketiyên din jî Sergey Lavrov  bêçekkirina kîmyewî ya Sûriyeyê, pêşveçûnên di warê diyaloga di navbera hikumet û opozîsyona wî welatî de, her weha rêkeftina çarçoveyî ya sîyasî li ser bernameya nukleerî ya Îranê destnîşan kir.  Lavrov da zanîn, ku ew hewildan hemû ji bo xwegihandina aştiyê li herêmê tê kirin, lê gelo ew aştî ji hemûya re lazim e?

    Lavrov  pirsên ku  ji çar aliya cîhanê tên, ji Sputnîk'ê re dibersivîne
    © Sputnik/ Natalie Novikova
     

    "Carna li ser vê pirsê  mirov dikeve gumanan,  tu dibêjî qey ji bo hinekan `rewş şiqas tevlihev be ewqas baştir e`. Hin partnerên me hewil didin ku bi vê prensîpê  tev bigerin.  Piştî hilweşandina Lîbyayê, niha jî bi awayekî bê wîjdan hewil didin ji Rûsyayê alîkarî bixwazin ku encamên çalakiyên NATO`yê yên li Lîbyayê ji holê rakin.  Yek ji wan encaman, pirsgirêka pêşîgirtina penaberên neqanûnî ye, ku Ewrûpa nikare ji bin derkeve".

    Lavrov  got, hewil tê dayîn ku pirsa han di Civata Ewlekariya NY de bê gotûbêjkirin û ji YE re selahiyet bê dayîn, da ku li hember penaberên neqanûnî tedbîran werbigre.  Lê em bi fikarin ku bîryara han wê dîsa bi awayekî din bê şîrovekirin û di pratîkê de bibe sedema rijandina xwînê: 

    "Ya giring ew e ku Lîbya xwe bi xwe  ji nû ve ava bike.  Vê gavê li wê derê du hikumet û du parlamento hene.  Nûnerê taybet ê Sekreterê Giştî yê NY hewil dide proseya gotûbêjan organîze bike, ku vê gavê pir bi dijwarî birê ve diçe. Ji alîyê din jî Yemen heye, tevî ku tekez dikin bombardiman bidawî bûye, lê belê  sengerên serhildêran hê jî, ji hewayê tên bombebarankirin. Pirsgirêk zehf in û partnerên me her ku diçe zêdetir fehm dikin, ku divê me bi hev re tev bigerin". 

    Lavrov tekez kir, ku Rûsya  di çarçoveya prensîpên mirovî de  ji Yemenê dest bi texliyekirina mirovên sîvl kirin, lê wekî tê zanîn DYA welatiyên xwe texliye ne kir: 

    "Wê yekê ew bi xwe dizanin û wijdana wan dizane.  Me ji Yemenê, her kesê ku dixwast, bi keştî û bi balafiran derdixist.  Me kesî ji hev cuda nekir, ka kî dost e kî ne dost e.  Me welatiyên amerîkî jî, ûkrayînî jî,  kazaxistanê jî  û hemwelatiyên  dewletên Rojhilata Navîn jî derdixist.  Ez nizanim sedem çiye, ku DYA û hin cîranên me di şîroveyên xwe de behsa vê kiryara me nakin, lê me di çarçoveya prensîpên mirovî de tev geriya. 

    Lavrov  amaje kir ku erkê dîplomasiyê  ne têkbirina kesekî ye, lê ew e, ku dinya aramtir bibe.  Ew e, ku ji bo pêşvebirina peywendiyên aborî û bazirganî û ji bo meşandina doyaloga sîyasî li herêmana mercên guncaw bê  sazkirin. 

    Bi heman mijarî:

    Lavrov û wezîrê derve yê Awstirya wê gotebêjan bikin
    Lavrov: `Reformkirina Civata Ewlekarî ya NY pêwîstî ye`
    Lavrov ji Spûtnîkê re diaxive
    Etîketan:
    Sergey Lavrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de