18:16 29 Gulan 2017
Zindî
    Ala Serfiraziyê li ser Reyxstagê

    Rastiya derbarê şer de çawa parastin

    © Sputnik/ Yevgeniy Khaldei
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2012

    Hevpeymanên berê yên antî Hîtler 70-mîn salvegera Serfiraziyê ya li ser faşîzmê li aliyên cuda yên eniya îdeolojîk de pîroz kir.

    Rojnamevana Azerî Gulnare Memedzade  di gotara xwe de  amaje dike şerê înformasyonî ya li hember Rûsyayê hêj ne gihîştiye lûtkeya xwe.  Memedzade dibêje, `Ev yek jî  bi giştî  fedakariya  hemû dewletên serfiraz ên di wê şerê global de bê nirx dike`. Ji aliyeke din, pevketina du gelên slavî yên bira: rûs û ûkrayîniyan jî  vê rewşa trajîk hîn kûrtir dike`. 

    Li cîhana Rojava beşdarîkirin, an jî nebeşdarîkirina di rêûresmên pîrozbahiya  9 gulanê de  li Moskowê, wekî şêwazeke  guşarkirina  ser Rûsyayê tê nirxandin.   Ji 68 serokdewletan ku bi fermî hatibûn vexwendin, 30 ji wan: hema bêje hemû dewletên sovyet berê,  Viyetnam, Çîn, Hîndistan, Moxolistan, Sirbistan, Montenegro, Makedonya, Slovakya, Yûnanistan, Qibris û yên din tevli pîrozbahiyan kir.  Lê hin dewletên vexwendî  bi awayekî vekirî serdana li Moskowê  di 9-ê gulanê de red kir: hinek ji wan bi sedemên îdeolojîk, hinek din jî, ji tirsa  Waşîngtonê. 

    Aşkereye ku `manewreyên gulanê` yên hevpeymaniya rojavayî ku armanca wê tecrîdkirina Rûsyayê ye, nikarin bandoreke qedersaz li wî wîlatî bikin.  Li Rûsyayê,  her weha li welatên sovyeta berê  rola gelên Amerîka, Îngîltere, Fransa û nûnerên gelên din, ku kedeke mezin ji bo vê Serfiraziyê dane, nayê înkarkirin.  Lê belê Rojava,  ji ber  hin berjewendiyên xwe yên jeopolîtîkî û bi armanca kêmkirina rola Rûsyayê di qada navneteweyî de,  vê mijarê manîpule dike û gelek caran jî bi xirabî bikar tîne.  Ev yek jî, rê li ber belavbûna hizrên  neofaşîzmê vedike.

    Rojava hemû firsendan  bikar tîne ku rola xwe di bidestxistina wê Serfiraziyê de mezintir bike û rola gelên Yekîtiya Sovyet jî biçûk bixe.  Rojava hemû mekanîzmên medya û sînematografê  ji bo manîpulekirina hişmendiya girseyî, di serî jî hişmendiya civwanan  bikar tîne.  Lewma jî di encamê  anketan de ku ji aliya ajansa ICM Research ji bo Spûtnîk  hatiye lidarxistin,  ji %43 ewrûpiyên ji Brîtanya, Fransa û Almanyayê  pê bawer dikin, ku rola sereke di rizgarkirina Ewrûpayê ji faşîzmê de artêşa DYA lîstiye û tenê ji %13 ji wan navê artêşa Sovyetê aniye ziman. 

    Rûsya li hember vê şerê înformasyonî bi awayekî aqli selîm tev digere. Û di heman demê de jî, bi awayekî xwezayî, hewil dide ku edaleta dîrokî biparêze.  Serokê Rûsyayê behsa pêwîstiya parastina rastiya şer dike: lewre, gelên sovyeta berê  bi serperiştiya Rûsyayê hemû bargiraniya wê şerê hilgirtin ser xwe. 27 mîlyon jiyan, berdêleke pir mezin e û divê îzîn nayê dayîn, ku ew berdêl, ji bîranîna mirovayetiyê bê paqijkirin. 


    Bi heman mijarî:

    Moskow Roja Serkeftinê pîroz dike
    Alayişa li Meydana Sor bi dawî bû
    Li Moskowê Alayişa Serkeftinê destpê kir
    Angela Merkel di navenda skandala cesûsî de ye
    Rêberê Çînê bi serdaneke fermî dighêje Rûsyayê
    Etîketan:
    Cîhan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de