16:54 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Alayişa 9`ê Gulanê

    Moskow Roja Serkeftinê pîroz dike

    © Sputnik/ Maksim Blinov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 601

    Îro li Moskowê pîrozbahîyên bi boneya roja Serkeftina Mezin têne lidarxistin

    Bûyera herî giring a îro Alayişa Serkeftina Mezin a li Meydana Sor bû. Di wê alayişê de ji 16 hezaran zêdetir leşkeran beşdarî kirin. Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di axaftina xwe ya di merasîma li Meydana Sor de got: ``Maceraya Hîtler ji bo tewaya mirovahîyê bû derseke erjeng. Di salên 30`î yên sedsala borî de Ewrûpayê di destpêkê de tehdîda îdeolojîya nazîzmê fam nekir. Piştî 70 salên din, ango niha, dîrok careke din banga aqlîselîmê dike. Gereke em ji bîr nekin ku îdeya nîjadperestîyê bû sedemê şerê herî bi xwîn ê dîrokê``. Serokê Rûsyayê destnîşan kir, ku hewldanên sazkirina cîhana yekcemserî li pêşîya geşedana cîhanê astengîyan saz dike. Gereke sîstemeke wisa bête sazkirin, ku ewlekarîya hemû dewletan wekehev dabîn bike. Tenê wê demê em dikarin aştî û aramîya li cîhanê dabîn bikin.

    Alayiş ji sê beşan hate pêkanîn: meşa pîyadeyan, pêşana teknîka leşkerî û pêşana hêzên hewayî.

    Di alayişa îsal de li dora 16 hezar leşkeran beşdarî kirin. Di nav wan de leşkerên ji Azerbeycan, Ermenistan, Belorûsya, Kazaxistan, Kirgizîstan, Turkmenistan, Hindistan, Moxolîstan, Sirbîstan û Çînê jî cih girtin. Alayişa Serkeftinê ya îsal bi jimara teknîka leşkerî ve alayişa herî mezin bû.  Li dora 200 navgînên leşkerî û 140 balafir û helîkopteran jî beşdarî kirin. Temaşevanên alayişê derfet peyda kirin, ku hem navgînên leşkerî yên dema Duyemîn Şerê Cîhanê û hem jî yên hevdem bibînin.

    Efsaneya Duyemîn Şerê Cîhanê tanka Tû-34 jî ji Meydana Sor derbaz bû, ku wê demê tanka herî pêşketî a cîhanê bû. Temaşevanan tanka hevdem T-14 a li ser platforma `Armata``yê jî dîtin.  Ew tank bi saya teknolojîya xwe ya bilind dikare di heman demê de çend hedefên li zemînê û li hewa ji holê rake. T-14 ``Armata`` bi zirxa kompozît û sîstema elektronîk a herî baş ve hatîye arastin û hempayên wê li cîhanê tune ye.

    9`ê Gulana sala 2015. Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di dema alayişa leşkerî ya bi boneya 70`yemîn salvegera Serkeftina Mezin a Duyemîn Şerê Cîhanê yê salên 1941-1945
    © Sputnik/ Photo Host Agency

    Di alayişê de her weha 140 balafir û helîkopteran jî beşdarî kirin. Di nav wan de balafirên bombebarankirinê Tû-160, balafirên şer û perwerdehîyê Yak130, helîkopterên transporta leşkerî  ya herî mezin li cîhanê Mî-26 û helîkopterên sivik ``Ansat-Û``yê jî hebûn.

    Etîketan:
    Roja Serkeftinê, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de