04:01 24 Çile 2017
Zindî
    9`ê Gulana sala 2015. Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di dema alayişa leşkerî ya bi boneya 70`yemîn salvegera Serkeftina Mezin a Duyemîn Şerê Cîhanê yê salên 1941-1945

    Alayişa li Meydana Sor bi dawî

    © Sputnik/ Photo Host Agency
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1202

    Alayişa bi boneya salvegera 70`yemîn a Serkeftina Duyemîn Şerê Cîhanê ya li Meydana Sor bi dawî bû

    Di alayişa îsal de li dora 16,5 hezar leşker beşdarî kirin, ku di nav wan de leşkerên ji Azerbeycan, Ermenistan, Belorûsya, Kazaxistan, Kirgizîstan, Turkmenistan, Hindistan, Moxolîstan, Sirbîstan û Çînê jî cih girtin. Alayişa Serkeftinê ya îsal bi jimara teknîka leşkerî ve alayişa herî mezin bû.  Li dora 200 navgînên leşkerî û 143 balafir û helîkopter jî beşdarîyê kirin. Temaşevanên alayişê derfet peyda kirin, ku hem navgînên leşkerî yên dema Duyemîn Şerê Cîhanê û hem jî yên hevdem bibînin.

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di axaftina xwe ya li Meydana Sor de got, ku ``Maceraya Hîtler ji bo tewaya mirovahîyê bû derseke erjeng. Di salên 30`î yên sedsala borî de Ewrûpayê di destpêkê de tehdîda îdeolojîya nazîzmê fam nekir. Piştî 70 salên din, ango niha dîrok careke din banga aqlîselîmê dike. gereke em ji pîr nekin ku îdeya nîjadperestîyê bû sedemê şerê herî bi xwîn ê dîrokê``

    Etîketan:
    Alayiş, Meydana Sor, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de