10:57 18 Çile 2017
Zindî
    Îvanê Omer Farîzov

    Ji bo bîranîna Îvanê Omer Farîzov

    © Foto: Maria Volkhonskaya
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Karîna Samandova
    0 294581

    Di xortanîyê da bi rezadilî çûye enîya şêr, dijî faşîstên Almanîyayê şer kirye.

    Îvanê Omer Farîzov — zanyarê Rûsîyayê yê navdar, zanyar-kurdzanekî mezin, karmendê sere yê Înstîtûta Aborîya Cihanî û pêwendîyên navnetewî, akadêmîkê Akadêmîya Navnetewî ya Înformatîzasyonê, endamê kolêgîya rêdaksyon ya kovarên "Deng û behsên Ûnîvêrsîtêta Moskvayê ya Dewletê", "Rohilatzanî" û "Êkonomîka".

    Îvanê Omer di mala paleyan da ji diya xwe bûye, bavê wî paqijkar bû, lê diya wî malxwêya malê bû. Ewî herdem digot, ku ew her tiştên bal wî hene, ji dê û bavê wî ne, ez heyrana wan im. Îvanê Omer digot, ku her tiştê ew gihîştîyê, bi saya serê wan e, ku merivên xebathiz, dilrehm, berbihêr, qenc û dûrdîtî bûn û ew hemû ji tebîyetê sitendibûn. Belê, dê û bav pê kubar û serbilind dibûn. Ne badilhewa. Ew merivekî xwedî taybetmendîyan bû û pir xebathiz bû.

    Lê em çi jî bêjin, Îvanê Omer merivekî bi ruhê mezin bû. Ew ruh û hesînên wî ew mecbûr kirin hela di xortanîyê da bi rezadilî here enîya şer, dijî faşîstên Almanîyayê şer bike. Ew çend caran di şer da birîndar bûye, malbeta wî du caran "kaxeza reş" sitendîye, ku xudêgiravî ew di şêr da şehîd ketîye. Lê ew bi gelek mêdalyayan va bi serketî vegerîya.

    Îvanê Omer Farîzov  ligel xwendevanên xwe li Ûnîvêrsîtêta Moskvayê ya Dewletê.
    Îvanê Omer Farîzov

    Emekê wî di kurdzanîyê da jî bêhempa ye. Ewî ferhenga rûsî-kurdî amade kirîye. Serdestîyeke Îvanê Omer ya bêhempa herwiha ew e jî, ku ew gelek zimanan zanibû: rûsî, kurdî (zaravayên kurmancî û soranî), gurcî, ermenî, îngilîsî, fransî, almanî, farisî, erebî, îtalî, îspanî, yaponî û yên din.

    Îvanê Omer Farîzov bingehdarê riya zanyarîyê ya nû – pêwendîyên aborî yên navnetewî li welatên ser riya pêşketinê ye. Ew xwedî û hemxwedîyê zêdeyî 600 berhemên zanyarî ye, ku li Rûsîyayê û welatên der va çap bûne. Ewî zêdeyî 100 doktor amade kirine, di nav wan da gelek kurd jî hene. Ew bi gelek medalyayên dewletê, şêr û civakî va hatîye xelatkirin, di nav wan da mêdalyaya zêrîn ya bajarê Mîlanê, mêdalyaya Komîsyona Atêstasyon ya tevaya Sovyet, mêdalyaya zêrîn ya ûnîvêrsîtêta Sokayê (Yaponîyayê). Îvanê Omer Farîzov xwedîyê navê "Karmendê kedkar yê zanyarîya Rûsîya Fêdêral", "Profêsorê kedkar yê Ûnîvêrsîtêta Moskvayê" (sala 2003an) û gelekên din bû.
    Sala 2008an ew bi awayekî pir aktîv tevî damezirandina weşanên radyoya kurdî li "Dengê Rûsîya"yê bû. Ew yek bi daxwezîyeke mezin va dikir, ji ber ku kar û rola radyoyê rind zanibû. Ew bi xwe gelek salan li wê radyoyê kar kirîye.

    Îvanê Omer Farîzov  ligel xwendevanên xwe li Ûnîvêrsîtêta Moskvayê ya Dewletê.
    Îvanê Omer Farîzov

    Û niha Îvanê Omer Farîzov ne di nav me da ne… Bira rehma Xwedê lê be, bîranîna wî wê ne tenê di dilê merivên wî da bimîne, lê herwiha dilê hemû kurdan da. Mirina Îvanê Omer Farîzov windabûneke mezin e bona kurdên Rûsîyayê û tevaya gelê kurd… Û ne tenê ji bo gelê kurd.
    Ez ji qederê razî me, ku bextê min lêxist min wî camêrî mezin nas kir. Ez ber bîranîna wî temene dibim. Bira ruhê wî di cinetê da be.

    Bi heman mijarî:

    Keremê Tahar Gerdenzerî - Zanayê sazbendîya rokê (Beşa Yekemîn)
    Mîroyê Qanat – sazbendê bi nav û deng. (Beşa Yekemîn)
    Têymûrazê Efo Reşoyêv - heykelterêş û wênekêş. (BeşaYekemîn)
    Etîketan:
    Îvanê Omer Farîzov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de