20:12 29 Gulan 2017
Zindî
    Si Tzinpin

    Rêberê Çînê bi serdaneke fermî dighêje Rûsyayê

    © AP Photo/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1201

    Serokê Çînê Si Tzinpin roja înê bi serdaneke fermî dighêje Rûsyayê.

    Tzinpin di vê serdana xwe de wê  gotebêjan bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û serokwezîr Dmîtrî Medvedev re bike, her weha wê yek ji mêvanên sereke yên pêşana li Meydana Sor ya jibo xatirê 70 saliya Serkeftinê be.

    Serdana serokê Çînê wê heta 10 Gulanê berdewam bike.

    Wek tê çavrêkirin, Rûsya û Çîn di vê serdanê de wê çend rêkeftinan di warê enerjî, esmangerî, gerdûn û darayî de imzebikin. Ji bilî wê, wek cîgirê wezîrê derve yê Çînê Çen Gopin ragihand ku herdû alî wê belgenama derbarê bihêzkirna hevbeşiya stratîjîk û hevkariya pratîk jî imzebikin. Alîkarê serokê Rûsyayê Yorî Ûşakov ragihand ku plane di vê serdanê de 40 belgenamên hevbeş bên imzekirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya, Çîn û Rêxistina Hevkarîya Şanhayê
    Barak Obama: zagonên aboriya cîhanê gerek ne Çîn, lê Amerîka binivîse
    Rûleta Kosmîk: Çîn yan Hindistan
    Etîketan:
    Çîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de