11:10 24 Cotmeh 2017
Zindî
    BM Genel Sekreteri Ban Ki Mun

    Bazara ne li gor rêbazan

    © AFP 2017/ FABRICE COFFRINI
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1301

    Biryara Sekreterê Giştî yê NY ya beşdarîkirina alayişa 9`ê Gulanê ya li Moskowê li tewayê cîhanê deng veda

    Alayişa 9`ê Gulanê ya li Moskowê ji bo hemû sîyasetmedaran imtihaneke cidî ye. Piranîya lîderên dewletan dixwestin di wê alayişê de beşdarîyê bikin, lê neçar man ku anegorê xwestekên plansazan bilîzin.
    Serokê Çekîyayê Mîloş Zeman û serokwezîrê Slovakyayê Robert Fîtso biryar dan, ku li dor wan planan bizivirin û ragihandin ku di alayişê de beşdarîyê nakin, lê roja 9`ê Gulanê wê li Moskowê bin û hinek hevdîtinan pêk bînin. Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jî wê roja 10`ê Gulanê serdana Moskowê bike.

    Li gel wan bûyeran, biryara Sekreterê Giştî yê NY Pan Gî Mûn ya beşdarîkirina alayişa 9`ê Gulanê ya li Moskowê li tewayê cîhanê deng veda. Her kesê ku sîyasetê dişopîne, dibîne ku biryara Pan Gî Mûn biryareke gelek wêrekî ye. Ji ber ku li gor DYA`yê, gereke NY ji gotina wan dernekeve. Lê, vê carê rewş guherî. Sekreterê Giştî yê NY hay ji rayeyên xwe bû û li dijî herikê meşîya. Piştî biryara Pan Gî Mûn, ew yek êdî ne giring e, ku hinek sîyasetmedar dixwazin xazîyên Duyemîn Şerê Cîhanê ceza bikin û li hember bîranîna şehîdan bêrêzîyê bikin û beşdarîkirina alayişa li Moskowê red bikin. Pan Gî Mûn bi wê pêngava xwe ve derseke baş da hemû kesên ku dixwazin dîrokê berovajî bikin û rola Yekitîya Sovyetê ya di Serkeftina Mezin de vala derxin. Bi tevî hemû planên DYA`yê yên astengirina sekreterê Giştî yê NY jî, ber bi Moskowê ve hatina Pan Gî Mûn dîyar dike, ku hewlên amerîkîyan careke din vala derketin.  Waşîngtonê dixwest ku Sekreterê Giştî yê NY ji ber wê pêngava `bi nankorî`` ceza bike, lê xwest ku wê yekê bi destê wezîrê karên derve yê Ûkraynayê Pavel Klîmkîn bike. Klîmkîn li ser daxwaza amerîkîyan biryara Sekreterê Giştî yê NY ya beşdarîkirina alayişa 9`ê Gulanê ya li Moskowê rexne kir. Li gor gotinên Klîmkîn, pêngavên wisa ``wê peyamên ne baş bidin``. Lê, serdana Pan Gî Mûn ya Polonya û Ûkraynayê bi dilê Klîmkîn e. Niha êdî gereke em li bendê bimînin, ka Waşîngton wê Sekreterê Giştî yê NY çawa rexne bike, ku li hember xazîyên şer rûkenî kirîye.

    Etîketan:
    cîhan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de