09:32 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Dmîtrîy Şostakovîç

    Mizgînîya Serkeftinê: Heftemîn Senfonîya Şostakovîç

    © Sputnik/ Lev Ivanov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1601

    Projeya radyo ``Spûtnîk`` a bi navê ``Di Rîya Serkeftinê De`` ya bi boneya 70`yemîn salvegra Serkeftina li dijî Almanya Faşîst

    Şerê di navbera Yekitîya Sovyetê û Almanya faşîst de 1418 rojan berdewam kir. Rîya heta Berlînê dijwar û demdirêj bû. Lê, bawerîya dijmin wê bête têkbirin, her tim di dilê mirovan de bû. Li meydana şer û li pişt cepheyê her roj Serkeftin nêzîktir dibû.

    ``Dema dengê topan bilind dibe, îlham winda dibe`` — wê rêbazê di Duyemîn Şerê Cîhanê de kar nekir. Wê demê bi sedan berhemên edebîyat, nîgar û mûzîkê hatin afirandin û di tekoşîna bi dijmin re wek çek hatin bikaranîn. Xwedîyê Heftemîn Senfonîya ``Lenîngrad``ê, ku yek ji sembolên mûzîkî yên Duyemîn Şerê Cîhanê bû, Dmîtrîy Şostakovîç  digot: ``Bi saya mûzîkê hûn hêzeke nû peyda dikin``.

    Şer li Lenîngradê rast bi Şostakovîç hat. Di meha Tebaxa sala 1941`an de ew jî wek du milyon kesên din di nav dorpêça Lenîngradê de asê mabû. Di meha Îlonê de Şostakovîç di weşana radyoya Lenîngradê de got, ku Senfonîya nû ya ji bo bajarê xwe nezir kirî dinivîse. Kompozîtor di weşanê de got ku ``ji bo çi niha ez wê yekê ji we re dibêjim? Ji ber wê yekê ku guhdarên radyoyê bizanibin, ku jîyana bajarê me normal dimeşe û em hemû bi qasê hêza xwe şer dikin``. Şostakovîç senfonîya xwe ya bi navê ``Lenîngrad`` di meha berfanbarê de li Kûybişevê temam kir. Danasîna senfonîyê jî di roja 5`ê Adara sala 1942`yan li heman bajarî pêk anî û got: ``Min xwest ez şêweya welatê di nav şer de yê ji bo serkeftinê hêz û jîyana xwe feda dike, saz bikim``. Ji alîyê kesên ku di danasîna senfonîyê de beşdarî dikirin ve, berhema Şostakovîç bi berhema Tolstoy a bi navê ``Şer û Aştî``yê dihate hevberîkirin.  Mûzîkzan Îya Nemîrovskaya destnîşan dike, ku hem ji bo Şostakovîç û hem jî ji bo leşkerên sovyetê ew yek giring bû ku ji wê yekê bawer bûn, ku wê Berlîn bikeve.

    Şostakovîç ji bo enîya şer ne hate qebûlkirin û nikarî di nav artêşê de cih bigire. Wî jî hemû hêz û enerjîya xwe ji bo afrandarîyê xerc kir. Ew yek jî ne tesaduf bû, dema Senfonîya Heftemîn hate amadekirin, roja 7`ê Adarê rojnamevanê rojnameya Tîmes`ê, ku wê demê li Kûybişevê bû, nivîsî ku bi derketina senfonîya Şostakovîç ve bûyereke mezin a gerdûnî qewimî. Wateya Senfonîya heftemîn li cîhanê belav bû û li DYA û Brîtanyayê jî dihate pêşkêşkirin. Senfonîya Heftemîn di radyoyên DYA, Kanada û Amerîka Latînî jî hate weşandin û ji alîyê 20 milyon kesan ve hate guhdarîkirin.

    Piştî ji alîyê orkestraya bi serokatîya Artûr Toskanînî ya radyoya New Yorkê pêşkêşkirina Senfonîya Heftemîn, rexnegireke amerîkî wisa nivîsî: ``Kîjan xwînxar dikare wî gelî têk bibe, yê ew mûzîk afirandî``.
    Mûzîka ku ji welatê di bin şerê giran de derketî, dilê hemû mirovên li welatên bîyanî fetih kiribû. Lê, hejanîya herî mezin ew bû, dema Senfonîya Heftemîn li Lenîngrada di bin dorpêçê de hatî pêşkêşkirin. Mûzîkvanên di enîyan de şer dikirin bi fermanekê di orkestraya di bin serokatîya dîrîjor Karl Elîasberg de kom bûn. Leşkerên sovyetî ji bo dabînkirina ewlekarîya wê konserê operasyona bi navê ``Şkval`` dane destpêkirin û heta mûzîkê berdewam kir, nehiştin tenê guleyeke dijmin jî bikeve Lenîngradê. Ew konser di radyoyê de hate weşandin û bi hoperloran ve heta enîyên şer jî hate ragihandin. Leşkerên alman ên bajar dorpêç kirinî jî neçar mabûn ku guhdarîya wê mûzîkê bikin. Almanan plan kiribû ku hema wê rojê, ango roja 9`ê Tebaxa sala 1942`yan alayişa ber bi navenda Lenîngradê pêk bînin.

    Senfonîya Heftemîn a Dmîtrîy Şostakovîç bi tevî hemû trajedîya rewşa reel jî, bû yekemîn mizgînîya mûzîkî ya serkeftinê û derbazî dîroka hunerê ya bêhempa bû.

    Etîketan:
    Şostakovîç, Serkeftina Mezin, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de