23:18 22 Çile 2017
Zindî
    Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî Mûn

    Ban Mûn Moskowê û dersê exlaqê bide cîhanê

    © AP Photo/ Mohammad Hannon
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 701

    Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî Mûn wê ji bo beşdarîkirina di pîrozbahiya Roja Serfiraziyê bê Moskowê.

    `Dengê Amerîka`yê ne karî amaje pê neke ku, nûçeya han `li gel  wan daxuyaniyan hat belavkirin, ku divê piştî îlhaqkirina Qirimê Rûsya piştgiriyeke di wê astê de wernegire`. 

    Bîryara Ban Kî Mûn a hatina li Moskowê,  bû sedema nerazîbûna Kiyevê û Lîtvanyayê.  Bayloza Lîtvanyayê Raymonda Mûrmokaytê, ku vê mehê serokatiya  Civata Ewlekarî ya NY dike, ji rojnamevana re ragihand, ku Lîtvanya `endîşeya Ûkraynayê fêm dike`, ji ber ku Ûkrayna `hat kişandin nava şerê, ku bi xwe qet nedixast`.  Balyoza Lîvtvanyayê tuwanca wî şerî dike, ku Kiyev dide meşandin û qaşo, berevaniya xwe  ji êrîşkariya Rûsyayê dike.  Eksperê Enstîtûya Peywendiyên Navneteweyî   ya Moskowê Andrey Îvanov dibêje, ev yek derewekî vekirî ye: li Başûr û rojhilatê Ûkraynayê artêşa ûkrayînî û yekîneyên neteweperestan ne bi artêşa Rûsyayê re, lê bi gelê xwe re şer dike, ku piştgirî bi derbeya neqanûnî ya li Kiyevê nade:

    “Hin lîderên rojavayî  ewqas dixwazin Rûsyayê biçûk bixin, ku li hev kirine ku 70-mîn salvegera Serfiraziyê ya li hember faşîzmê ne li Moskowê, lê li Kiyevê pîroz bikin.  Lê şerê li hember  Almanyaya Nazî  Yekîtiya Sovyetê kiribû û paytexta wê jî Moskow bû.  Û piştî bidawîbûna şer, rêûresma Serfiraziyê ne li Kiyevê, lê li Moskowê pêk hatibû  û li Meydana Sor alên artêşa naziyan, ku ji aliya artêşa sor hatibû tertûbelakirin,  avêtîbûn ber mozoleya Lenînê.  Artêşa Almanyayê, rêjeya dido ji sê paran windahiyên xwe xûd li Eniya Rojhilatê dabû.  Li Rojava pir caran îdîa dikin, ku  di şerê dijî Almanya de Yekîtiya Sovyetê tenê alîkariya Amerîkayê kiriye.  Bê guman, Amerîka bi hinartina çek û cebilxaneyan  alîkakriya mezin dabû Yekîtiya Sovyetê, lê ew bi xwe tenê di sala 1944-an de li erdê Ewrûpayê beşdarî şerê li dijî Almanyayê kirbû. Lê di demekî kurt artêşên DYA û Brîtanyayê li Ardenan ketin qemeroya naziyan û eger artêşa sovyetê dest bi hicûmê nekiriba, dê  bihatana tunekirin”. 

    Andrey Îvanov bi bîr dixe, ku paşê, artêşa sovyetê bi destpêkirina şerê li dijî Japonyayê careke din artêşa Amerîkî ji windahiyên mezin rizgar kir. Artêşa Sovyetê, artêşa Japonyayê ya Kvantûnê ku hejmara wê digihîşit mîlyon kesan  tarûmar kir û ew neçar kir ku teslîm bibe, Artêşa Sor her weha nîvê Koreyê azad kir.  Lê sedema vê serkeftinê ew bû, ku Almana  di sala 1945-ê hatibû tarûmarkirin. Û dema ku îro seroka Koreya Başûr Pak Kyn Khe serdana Moskowê red dike, ev yek dikare wekî rêznegirtina bîranîna wan kesan bê nirxandin, ku ji bo rizgariya ji dagirkriya Japonyayê alîkarî da bûn. 

    Andrey Îvanov dibêje, serdana Ban Kî Mûn a li Moskowê  di radeyekî de wê rewşa neşîrîn, ku lîdera Koreya Başûr û çend dewletên din bi awayekî aşkere pîrozbahiyên li Moskowê boykot dikin,  serrast dike. Ban Kî Mûn bi xwe koreyî ye û bi vê helwêsta xwe ve ew bi bîr tîne ku hin tişt hene ji sîyasetê hêjatir e. Ew jî bîranîn û minêkarî ye. 


    Bi heman mijarî:

    Yekemîn pîrozbahiya Roja Serkeftinê. 9 Gulanê sala 1945
    Polonya bimebeste pîrozbahiya 9 Gulanê rake
    Li Meydana Sor yekemîn prova pêşana Serkeftinê lidarket
    Etîketan:
    Ban Kî Mûn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de