10:12 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Serok Pûtîn: 15 sal ser desthilatê

    © Sputnik/ Mikayil Klimentev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2801

    7 gulanê jî 15-mîn sala destpêkirina yekemîn qonaxa serokatiya Pûtîn temam bû.Eksper dûr nabînin, ku di sala 2018-ê de ewê namzediya xwe ji bo qonaxeke nû destnîşan bike.

    Nîvê sêyemîn qonaxa serokatiya Vladîmîr Pûtîn êdî buhurî.  Sîyasetzan û parlamenter amaje dikin ku di maweya sê salên qonaxa dawî ya serokatiya xwe de Pûtîn rastî gelek gefên cidî hatin, lê di siyaseta xwe ya derve de wî tawiz ne da û pêgirî bi siyaseta xwe ya sosyal ma.  

    Cîgirê serokê fraksiyona Partiya Rûsyaya Yekgirtî Frans Klîntsevîç amaje dike, ku derkektina `fenomena Pûtîn`  bû bersiveke kesanîbûnê ya ji bendewariya  civakê ji desthilatê. Klîntsevîç  di vê mijarê de weha pê de diçe: 

    “Wê demê, di destpêka sedsala 21-an de ev yek di serî de dihat wateya têkoşîna li dijî olîgarşiya kapîtalîst û  vegerandina dewletê li qada sosyal.  Bingeha serkeftina Vladîmîr Pûtîn a di hilbijartinên salên 2004 û 2012-an de jî heman faktor bûn”.

    Serokê Enstîtuya Stratejiya Netweyî ya Rûsyayê Mîxayîl Remîzov tekez dike ku `sêyemîn qonaxa serokatiya Pûtîn bi bûyerên hîn zengîntir derbaz dibe û ev yek jî giringiya hebûna desthilateke xwedî tecrube, ku rewşa welêt kontrol dike, careke din nîşan dide`.

    Remîzov dibêje, di vê rewşa navneteweyî ya tevlihev de, bi taybetî  di wê rewşê de ku bûyerên li Ûkraynayê diqewimin, `desthilaltê bi tecrube û ya ku êdî pêk hatiye, dibe xwedî rasriyeke mezin. Lewma jî vê rewşa dijwar de, sûdmendiya desthilatdariya demdirêj heye`. 

    Li gorî nêrîna profesorê Akademiya Pêşesaziyê ya Rûsyayê  Vladîmîr Slatînov, vê gavê Vladîmîr Pûtîn di warê entelektuelî û fîzîkî de di rewşeke pir baş de ye. Li gorî nêrîna wî, tevî ku Pûtîn demekî dirêj li desthilatê ye, divê ew bi lîderên sovyetê neyê berewirdkirin. 

    Slatînov  li ser çalakbûna siyasî ya Pûtîn weha diaxive: 

    “Bûyerên ku li Ûkraynayê diqewimin, bê guman ew hejandin. Bi baweriya min,  ew hewildanên wî yên şexsî yên ku ji bo çareseriya krîza Ûkraynayê û li dor bûyerên Qirimê dan meşandin, bi xwe re çalakbûna wî jî îidandin.  Pey re, bûyerên din ên mîna ambargo û destpêkirina krîzê jî, jê tirûşdariyeke bê hempa û çalakbûneke mezin dixwast. Vê gavê jê re ne dema xwesistkirinê ye û nabe ku ew xwe têxe wê rewşê”. 

    Li gorî nêrîna serokê Partiya Komûnîst a Rûsyayê Gennadî Zuganov,  di sîyaseta derve de Pûtîn `bera keştiya dewletê  zivirand ber bi berjewendiyên neteweyî` û vê gavê sîyaseta derve ya welatparêziyê dimeşîne û gel jî destekê dide wê sîyasetê. 

    Li gorî anketên dawî yên ku ji aliya  Fona `Raya Giştî` ve hatiye pêkanîn,  di hilbijartên nêz de ji %76 welatiyên Rûsyayê amadene ku dengê xwe bi Pûtîn bidin.  Ji destpêka sala 2014-an reytînga Pûtîn di nava gel de rekor pey rekorê re dişkîne.  Piraniya eksperan vê yekê bi serkeftina Rûsyayê di Olîmpiyadên Soçî de û bi tevlikirina Qirimê ve girêdidin. 

    Eksper her weha pêşbînî dikin, ku bi îhtîmala mezin,  Pûtîn di sala 2018-an de wê  dîsa namzediya xwe destnîşan bike, ji ber ku vê gavê alternatîvek jê re  ne xuyaye.

     Sosyolog texmîn dikin, ku ta sala 2018-an reytînga Pûtîn wê danekeve, herçend dê dijberên wê derkevin,  ku balê bikşînin ser demdirijiya desthilatdariya wî.  Lê hem Pûtîn bi xwe, hem jî derdorên wî êdî sînyala  namzediya di sala 2018-an de dane.  

    Bi heman mijarî:

    Vladîmîr Pûtîn Duyemîn Şerê Cîhanê bi bîr tîne. Beşa 1.
    Vladîmîr Pûtîn Duyemîn Şerê Cîhanê bi bîr tîne. Beşa 2.
    Vladîmîr Pûtîn Duyemîn Şerê Cîhanê bi bîr tîne. Beşa 3.
    Vladîmîr Pûtîn û Kristina de Kişner
    `Hêla Rasterast` a Pûtîn çawa tê nirxandin?
    Pûtîn di `Hêla Rasterast` de li gel welatiyên Rûsyayê mijarên aktuel gotûbêj kirin
    Etîketan:
    Vladîmîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de