03:42 27 Gulan 2017
Zindî
    Tanka Armata

    Tirs û lerizîn: ``Armata`` radibe pêdarê

    © Foto: Wezareta Bergirya Rûsyayê
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 601

    T-14 `Armata`dikare di heman demê de çend hedefên li zemîn û li hewa ji holê rake

    Rojava gelek endîşedar e. Li bal Rûsyayê kompleksên bergirî-pîşesazîyê, berhemên nû, hilberandina serî ya teknîka hevdem heye. NATO li ser wê bawerîyê bû, ku piştî destpêkirina `Perestroyka` û dûre hilweşîna Yekitîya Sovyetê, pîşesazîya bergirîyê ya Rûsyayê li holê nemaye. Lê, niha her berhemenke nû ya leşkerî a rûsî Rojavayê endîşedar dike. Bi taybet jî tanka nû ya T-14 ``Armata``yê karmendên leşkerî yên rojavayî gelek endîşedar kirîye, ku demeke nêz wê di nav envantera Hêzên Leşkerî yên Rûsyayê de cih bigire. Derbarê wê tankê de gelek tişt hatine nivîsîn, lê her tişt nayê zanîn. Ew tank bi saya teknolojîya xwe ya bilind dikare di heman demê de çend hedefên li zemînê û li hewa ji holê rake. T-14 ``Armata`` bi zirxa kompozît û sîstema elektronîk a herî baş ve hatîye arastin û hempayên wê li cîhanê tune ye.

    Çapemenîya alman dinivîse ku tanka ``Leopar-2`` ku wek yek ji tankên herî baş ên cîhanê tê hesibandin, ne xwedî wê taybetmenîyê ye, ku bikaribe zirxa ``Armata``yê têk bibe. Analîstên amerîkî destnîşan dikin, ku Rûsya DYA`yê li dû xwe dihêle. Peydabûna T-14`yê Waşîngtonê xembar dike, ku nikare li hember tanka nû a rûsî pesnê tankên xwe yên wek ``Bredlî`` û Abrams``ê bide. Rûsya di demeke wisa de pêş dikeve, dema NATO sînorên xwe berfireh dike û li hember dewletên din tevgereke agresîv nîşan dide. Ji alîyê Rûsyayê ve astengkirina wan, ku xwedî çekên sûper hevdem e, xevên rojavayîyan direvîne. Tanka nû ya rûsî wê roja 9`ê Gulanê di dema alayişa Serkeftina Mezin ya li Meydana Sor de pête pêşkêşkirin.

    Daxuyanîya wezîrê bergirîyê yê Rûsyayê Sergey Şaygû ya derbarê balafira ji deng leztir a stratejîk Tû-160 jî xeva rojavayîyan direvîne. Ew balafir dikare çekên nukleerî heta mesafeya 14 hezar kîlemetreyan û bêy wergirtina sotemenîya zêde bibe. Her weha li cîhanê hempayê wê jî tune ne. Tû-160 di dîroka hewagerîya leşkerî de wek balafira herî baş a guherînbara geometrîya baskan tê bi navkirin.  
    v

    Etîketan:
    Armata, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de