23:15 22 Çile 2017
Zindî
    Vladîmîr Pûtîn

    Vladîmîr Pûtîn Duyemîn Şerê Cîhanê bi bîr tîne. Beşa 3.

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1302

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di quncika xwe ya di rojnameya `Rûsskîy Pîyoner` de behsa malbata xwe ya di dema şer de, behsa birayê xwe û behsa tesadufên jîyanê dike.

    Beşa sêyemîn a bîranînên Vladîmîr Pûtîn.

    Serokê Rûsyayê di berdewamiya vegotina xwe de dibêje, her tiştê ku dê û bavê min derbarê şer de gotibûn, hemû rast bûn. Yek gotn li hev neanîbûn.  Li ser birayê min, li ser cîran, li ser fermandarê tîmê yê alman, yek bi yek rast bûn û paşê hemû jî hatin piştrastkirin.  Bavê min, piştî ku zarokê wan dibin û diya min tenê dimîne, êdî jê re îzin tê dayîn ku bimeşe û ew radibe û bi alîkariya gopalan  diçe malê.  Dema ew nêzî mal dibe,  dibîne ku karmendên sihîye ji deriyê apartmanê cenazeyan derdixin. Û di nav terman de ew diya min dibîne. Diçe bal wê û dibîne ku nefesa wê diçe tê. Ji karmendên sihiye re dibêje: `Ma hûn nabînin, ew sax e!`. Karemdn jê re: `Wê rê de bimire, xilasbûna wê êdî tune`. Bavê min digo, ez bi gopla çûm ser wan û min wan neçar kir ku jina min   paş de bibin    malê. Bavê min ew xweyî dike û nehêle bimire. Û diya min heta sala 1999-an jiya. Bavê mi bi xwe di sala 1998-ê de çû rehma xwedê. 

    Vladîmîr Pûtîn dibêje, piştî rakirina dorpêça Lênîngradê, dê û bavê wî diçin wîlateya Tverê, li cem malbata xwe û heta dawiya şer lê dimînin. Pûtîn dibêje, malbata  bavê min pir mezin bû. Şeş birayên wî hebûn, lê pênc ji wan dimirin. Ji bo malbatê ev trajediyek bû. Xizmên diya min jî dimirin. Û ez zarokê wê yê derneg im, an ku dema ew 41 salî bû ez tînim dinyayê.

    Tu malbat tunebû ku kesekî wan ne miribe. Bê guman, ew trajedî bû, derd û bela bû.  Lê, ya balkêş ew e, ku  ti nefreta wan a li hember dijmin tune bû.  Ez rast bêjim, heta niha jî nikarim vê yekê fehm bikim.  Diya min miroveke pir nerm û dilpak bû… Wê wisa digot: `Ma mirov çawa dikare nefret ji wan serbazan bike? Ew kesên ji rêzê ne, ew jî di şer de dimiriyan`.  Ez metel dimam. Em bi fîlm û pirtûkên sovyetê hatibûm mezinkirin… Nefreta me hebû…  Ez nizanim çima, lê nefreta diya min tunebû.  Gotinên wê heta niha jî di bîra min de ne. Wê digo: ` Ma ew çi bikin? Ew jî mîna me kedkar in. Bera wan hemûyan dabûn şer`. 

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di dawiyê de dibêje, îca gotinên han hêj ji zaroktiyê di bîra min de ne.  

     

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Vladîmîr Pûtîn Duyemîn Şerê Cîhanê bi bîr tîne. Beşa 1.
    Vladîmîr Pûtîn Duyemîn Şerê Cîhanê bi bîr tîne. Beşa 2.
    Etîketan:
    Vladîmîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de