10:58 18 Çile 2017
Zindî
    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Vladîmîr Pûtîn Duyemîn Şerê Cîhanê bi bîr tîne. Beşa 2.

    © Sputnik/ Mikayil Klimentev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1201

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di quncika xwe ya di rojnameya `Rûsskîy Pîyoner` de behsa malbata xwe ya di dema şer de, behsa birayê xwe û behsa tesadufên jîyanê dike.

    Vladîmîr Pûtîn axaftina xwe weha ddiomîne: Lê piştî birîndarbûnê, dema ku bavê min hat ser hişê xwe, pirsgirêka sereke çi bû? Pirsgirêk ew bû ku zivistan bû û çemê Neva qeşa girtibû û pêwîst bû kî ew derbasî wî alî çem bibe û xwe bigihîne alîkariya bijîşkî. Bê guman, ew bi xwe nedikarî bimeşe.

    Her çi be jî, bavê min li vî alî çemê xwe digihîne hevalên xwe. Lê belê kes ne xwaze wî ser qeşayê re bikşîne peravê din. Ji ber ku li wê derê çemê Neva ji hemû hêla ve dihat dîtin û tihat topbarankirin. Şans tune bu mirov bi saxî bigihêje peravê din. Lê ji nişka ve bavê min di nav leşkeran de cîranê xwe dibîne.  Û cîranê wî bê dudilî bavê min dikşîne perava dina çemê û her du bi saxî digihêjin nexweşxanê. Cîranê wî li bendê dimîne heta ku emelyata bavên min  diqede û paşê  dibêje: `Erê, tuyê êdî bijî, lê ezê biçim bimirim`.  Û paş de vedigere.

    Pûtîn dibêje, paşê min ji bavê xwe pirsî: `Gelo çi hat serê cîranê te, ew mir?`  Bavê min gelek caran behsa serpêhatiya cîranê xwe dikir. Wî gelek li ber xwe diket. Wan hevdu winda dikin. Bavê min texmîn dike ku cîranê wî miriye.  Û paşê di salên 60-î de, rast nayê bîra min, ka kîjan sal bû, hingî ez biçûk bûm, rojekê bavê min hat malê, ser kursiyê rûnişt û giriya. Wî rastî xilaskarê xwe hatibû. Di dikanê de. Bi tesadufî. Dema bavê min dikeve dikanê ku xwerdemeniyê bikire û wî dibîne. Balkêş e ku her du çûne eynî dikanê û di eynî demê de. Ji mîlonê yek şans… Paşê ew bi hev re dihatin malê me û hevdîtina wan berdewam bû…

    Diya min behs dike, ka ew piştî birîndarbûna bavê min çawa  diçû serdana wî li nexweşxanê. Zarokekî wan ê biçk hebû, sê salî bû. Şer bû, xela bû. Û bavê min xwarina xwe ya ku li nexweşxanê jê re didan, dida diya min. Bi  dizî, da ku hemşîre û bijîşk nebînin. Diya min jî xwarin vedişart û dibir malê û dida zarokê xwe. Paşê jî  bavê min li nexweşxanê ji birçiyê ji xwe ve diçû. Lewma jî bijîşk û hemşîre fêm dikin, ku mesele çiye û êdî nehêlin diya min bê serdana bavê min. 

    Paşê zarok ji destê diya min digrin û dibin. Armanca wan, rizgarkirina zarokên biçûk bû. Wana  zarokan li strageha kom dikir, da ku ji bajêr texliye bikin. Qet ji dê û bavên wan jî ne dipirsiyan.

    Paşê birayê min nexweş dikeve û dimire.  Û tu agahiya nadinê dê û bavê min. Heta dawiyê jî wana, ciyê tirbê wî ne zanî.  Lê par hin kesên nenas bi destpêşxeriya xwe li arşîvan  lêkolîn kiriye û belgeyên birayê min peyda kiriye.  Ew bi rastî jî birayê min e. Ji ber ku min dizanî ku wê demê ew li ku dijiyan. Navnîşan jî eynî bû, nav û paşnav, navê bav jî eynî ye.  Bê guman ew birayê min bû. Di belgeyê de ciyê definkirina wî jî hatibû destnîşankirin. Lê tu agahî ne dabûn dê û bavê min. Xuyae wê demê rewş wisa bû… 

    Berdewmî heye…  


    Bi heman mijarî:

    Vladîmîr Pûtîn Duyemîn Şerê Cîhanê bi bîr tîne. Beşa 1.
    Pûtîn derbarê dê û bavê xwe û Şerê Cîhana Didwan
    Etîketan:
    Vladîmîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de