15:51 26 Îlon 2017
Zindî
    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Vladîmîr Pûtîn Duyemîn Şerê Cîhanê bi bîr tîne. Beşa 1.

    © Sputnik/ Aleksey Nikolskyi
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1511

    Vladîmîr Pûtîn: Dilşewatîya jîyanê tune ye

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di quncika xwe ya di rojnameya `Rûsskîy Pîyoner` de behsa malbata xwe ya di dema şer de, behsa birayê xwe û behsa tesadufên jîyanê dike.

    Em beşa yekemîn a bîranînên Vladîmîr Pûtîn pêşkêş dikin.

    Vladîmîr Pûtîn dibêje ku bavê wî ji behskirina bîranînên şer hes nedikir û zêde behs nedikir. “Dema kesên temenmezin behsên bîranînên Şerê Cîhanê yê Duyemîn dikirin, min bi awayeke baldar guhdarîya wan dikir. zanyarîyên min ên li ser şer, ji wan axaftinên kesên temenmezin pêk dihatin. Lê, carna hema yekser ji bo min behsa şer dikirin.

    Bavê min deryavan bû û li Sîvastopolê di yekîneya gemîyên binav de leşkerî dikir. Di sala 1939`an de ber bi Sêvastopolê ve hate şandin. Paşê li kargehekê dest bi kar kir û bi tevî dayika min li Petrodvortsê dijîyan.

    Dema şer destpê kir, bavê min li kargeha leşkerî ya bi navê `bron` de kar dikir. Rabû ji bo endambûna partîyê daxwaznameyek nivîsand. Paşê daxwaznameyeke din jî nivîsand ku dixwaze ber bi enîyên şer ve here. Di nav tîmeke ji 28 kesan pêk hatî de cih digire û li pişt enîyê amadekarîyên sabotajan ên wek hilweşandina pireyan û rîyên hesin dikin. Lê, piştî demeke kurt dikevine kemînê. Diçine gundekê û paşê ji wê derê derdikevin, piştî demekê dema dîsa vedigerine gund, faşîst pêşwazîya wan dikin. Paşê berî xwe didine daristanê û bavê min xwe davêje avzêlê, li çend demjimêran li wê derê dimîne û bi alîkarîya qamîşekê hewa distîne. Leşkerên alman bi çend gavan li dûrî wî ne û ew dengên wan dibihîze.

    Wê demê destpêka payîzê bû, ango hewa sar bû. Ew yek jî baş tê bîra min, dema bavê min got, ku serokê tîma wan welatîyeke Yekitîya Sovyetê yê bi eslê xwe alman bû.

    Tiştê balkêş ew e, ku du sal berî niha ji arşîva Wezareta Bergirîyê ji min re dosyaya derbarê wê tîmê de anîn. Ew dosya niha li mala min a li Novo-Ogarevoyê ye. Di nav dosyayê de lîste, nav, paşnav û zanyarîyên din ên derbarê wan de hene. Belê jimara wan 28 kes e û serokê tîmê jî alman e. Bavê min jî wisa behs kiribû. Ji wan 28 kesan tenê 4 kes dikarin xwe bigihînên leşkerên me, yên mayîn jîyana xwe ji dest didin.

    Paşê wan ber bi Nevayê ve dişînin û êdî di nav yekîneyên nîzamî de cih digirin. Di maweya tewaya dorpêça Lenîngradê de nuxteya herî gerim li wê derê bû. Di dest hêzên me de holeke ne mezin hebû. Hola bi 4 kîlometreyan ve fireh û bi 2 kîlometreyan ve jî kûr. Ew hol ji bo şikandina dorpêçê dihate bikaranîn. Lê, di encamê de ew armanc pêk nehat. Dorpêç ji alîyeke din ve hate şikandin. Lê, dîsa jî li wê derê pêvçûnên gelek dijwar diqewimîn. Almanan jî fam dikir, ku şikandina dorpêçê dikare ji alîyê Nevayê pêk were. Ji ber wê yekê bi hemû hêza xwe ve êriş li wê derê dikirin. Metalên li wê derê hatinî rijandin heta niha jî dimînin.

    Bavê min behs dikir ku çawa li wê derê birîndar bûye. Birîna wî gelek giran bûye. Şarapnel heta dawîya jîyana wî jî di lingê wî de man. Bijîşkan nikarîn wan perçeyan ji lingê derxin. Lê, karîn lingê bavê min rizgar bikin. Bavê min piştî wê birînê bibû kêmendamê dereceya duyemîn û ji ber wê yekê jî xanîyek wergirt. Ew xanîyê me yê yekemîn bû. Berî wê, em li navenda bajêr dijîyan. Dema me ew xanî wergirt, şer zû de bi dawî bibû û min êdî di KGB`ê de kar dikir. Bavê min dema tê birîndarkirin, bi hevalên xwe re dixwazin xeta bergirîyê ya almanan bişkînin. Rewşa paşê hem pêkenok û hem jî xembar e: digihine xeta almanan, li wê derê leşkereke alman ê fêhris derdikeve li pêş wan û li wan dinêre. Ew nikarin serê xwe rakin, ji ber ku di nîşangehê de ne. Leşkerê alman li wan dinêre û çend bombeyên destan li ser wan diteqîne”. Vladîmîr Pûtîn dibêje, wek tê dîtin dilşewatîya jîyanê tune ye.

    Berdewamê heye…

    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de