20:14 29 Gulan 2017
Zindî
    Fîşekên hewayî yên 9 Gulanê sala 1945

    Amadekarîyên Alayîşa Serkeftinê ya Roja 9`ê Gulanê

    © Sputnik/ Anatoliy Garanin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 801

    Serokên 26 dewletan, nûnerên UNESKO û Civata Ewrûpayê jî wê di pîrozbahîyên salvegera 70`yemîn Serkeftina Mezin de beşdarîyê bikin

    Pîrozbahîyên salvegera 70`yemîn Serkeftina Mezin bûyera herî giring a îsal e. Wek tradîsyon îsal jî merasîma herî rewşen wê bibe alayîşa leşkerî ya bi boneya Serkeftina Mezin tê lidarxistin.

    Di civîna karmendên Wezareta Bergirîyê ya Rûsyayê de wezîrê bergirîyê Sergey Şaygû ragihand, ku di alayişa li Meydana Sor de wê 15 hezar leşker beşdarîyê bikin. Her weha leşkerên ji Çîn, Moxolîstan, Hindistan, Tirkmenistan, Kazaxistan, Ermenistan, Sirbîstan, Kirgizîstan, Belerûsya û Azerbeycanê jî wê di alayişa li Meydana Sor de beşdar bibin. Jimara makîneyên leşkerî yên alayîşê de beşdarîyê dikin, anegorê sala par wê bi du caran ve zêdetir bin. Bi giştî 195 makîneyên leşkerî wê di alaşîyê de beşdarîyê bikin. Hêzên Hewayî-Leşkerî yên Rûsyayê wê bi 143 balafir û helîkepteran ve li ser Meydana Sor bifirin.

    Topên nifşa nû yên ``Koalîsyon SV``,  kompleksên roketên stratejîk ``Yars``, kompleksên antîtank ``Kornet-D``, tankên bi perspektîv ``Armata``, makîneya pîyadeyan ``Kûrganets-25``, makîneya hêzên hewayî BMD-4M û gelek makîneyên din ên bergirîyê di alayîşê de wê bêne pêşandan.

    Alayişên serkeftinê wê li Moskow, Bîşkek, Erîvan û Mînskê bêne lidarxistin. Her weha li dora 150 bajarên Rûsyayê jî alayişên serkeftinê wê bêne rêvebirin. Alayişa herî balkêş wê ya Moskowê be. Leşkerên di alayişa li Moskowê de beşdarîyê dikin, wê ûnîformayên salên 40`î li xwe bikin û teknîka leşkerî ya di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bikar bînin.

    Ji bo pîrozbahîyên serkeftinê 85 xazîyên şer ên ji herêmên cuda yên Rûsyayê û 75 xazîyên ji 23 welatên cuda hatine vexwendin. Serokên 26 dewletan, nûnerên UNESKO û Civata Ewrûpayê jî wê di pîrozbahîyên salvegera 70`yemîn Serkeftina Mezin de beşdarîyê bikin.

    Roja 8`ê Gulanê wê civîna neformal a serokên welatên Hevalbendîya Dewletên Serbixwe bête pêkanîn. Di wê civînê de wê pirsên giring ên bi metirsîyên hevdem ve girêdayî û giringîya cejna Serkeftinê ya ji bo hemû welatên Hevalbendîya Dewletên Serbixwe bêne gotûbêjkirin.

    Di amadekarîyên merasîmên cejnê de gelek rêxistinên sîyasî û civakî beşdarî kirin. Yek ji armancên cejna îsal xurtkirina hestên welatparêzîya ciwanan e. Ajansa Federal a Karûbarên Ciwanan a Rûsyayê ji bo rêvebirina merasîmên salvegera 70`yemîn Serkeftina Mezin dest bi sazkirina yekîneyên dilxwazan kir û li dora 80 hezar keç û xort di nav wan yekîneyan de kom kir. Dilxwaz bi awayeke çalak di amadekarîyên merasîman de beşdarîyê dikin.

    Etîketan:
    Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de