11:00 18 Çile 2017
Zindî
    Mîtropolît Îlyaryon

    Kurdên êzîdî piştgiriya xristiyanên Rûsayayê xwestin

    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1701

    Hejmarek şêx û kesayetiyên diyar ên kurdên êzîdî li Rûsyayê bi armanca ku piştgirî û alîkariya xristiyanên wî welatî bi dest bixin, serana Kenîseya Patryarkî li Moskoyê kirin.

    Şanda kurdên êzdî li avahiya kenîseyê ji aliyê Berpirsê Têkiliyên Derve yê Kenîseya Patryarkî, Mîtropolît Îlyaryon ve hat pêşwazîkirin.

    Di civînekê de behsa rewşa Kurdistanê bi giştî û ya kurdên êzîdî bi taybetî hat kirin.

    Berpirsê têkiliyên derve yê Kenîseya Patryarkî li Moksoyê di daxuyaniyeke taybet ji bo Rûdawê piştgiriya xwe ji bo gelê kurd anî ziman û bang li civaka

    navdewletî kir ku bi hêzeke zêdetir rûbirûyê wê rewşa xirab bin ku ji ber DAIŞê li Rojhilata Navîn peyda bûye.

    Şanda kurdên êzîdî yên Rûsyayê jî daxwaz kir ku Kenîseya Patryarkî hêz û karîna xwe bikar bîne ji bo alîkarîkirina gelê Kurd, bi taybet kurdên êzîdî.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Mehmet Elî Ertaş: `Pêdivî bi yekîtiya rojnamegerên kurd heye`
    Aza Evdalî: `Kurd di nava miletên din de ciye xwe girtiye...`
    Fehîm Işık: ‘AKP dixwaze tevgera kurd bikşîne nava şer`
    Akadimisyenê kurd Ji nava Qamişlo hat revandin
    Kurd Hesekê vala dikin
    Hunermenda kurd a sîrkê Nazê Şîray
    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de