16:20 21 Çile 2017
Zindî
    Keremê Tahar Gerdenzerî

    Keremê Tahar Gerdenzerî - Zanayê sazbendîya rokê.(Beşa duyemîn)

    © Foto: Wêneyên ji arşîfa Keremê Tahar Gerdenzerî
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Karîna Samandova
    0 330282

    Rok xwedî taybetmenîyeke wisa ye, ku azadîyê derbazî cîhan û hişê mirovan dike — Teylor Momsen.

    Keremê Gerdenzerî ji bilî stranên xwe gelek stranên gelêrî jî vedigerîne stîla rokê. Strana ``Heseno Brao`` yek ji wan e.

    Gerdenzerî gotin û melodîya wê anegorê stîla rokê çêkirî ye. Keremê Gerdenzerî ji bilî sazbendîyê bi helbestvanîyê ve jî mijûl dibe û helbesta xwe ya yekemîn a bi nave `Kurdistan` di sala 1974`an de dinivîse.

    Keremê Gerdenzerî dibêje, ku maweya tewaya jîyana xwe de bi mûzîkê ve mijûl bûye û niha jî xebatên xwe yên di wî awrî de didomîne. Li gor gotinên wî, ji bo çêkirina albûmekê gelek zêde wext pêwist e. Ji ber ku gotin û mûzîk gereke lihevhatî bin û di navbera gotinan de jî gereke armonî hebe.


    Keremê Gerdenzerî li ser albûmeke nû xebatê dike û strana bi nave ``Mela Mistefayê Nemir`` jî wê di nav albûma nû de cih bigire.

    Bi heman mijarî:

    Keremê Tahar Gerdenzerî - Zanayê sazbendîya rokê (Beşa Yekemîn)
    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de