09:34 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokê Rûsyay; Vladîmîr Pûtîn

    Pûtîn derbarê dê û bavê xwe û Şerê Cîhana Didwan

    © Sputnik/ Mikayil Klimentev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1811

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di gotara xwe ya jibo kovara `Rûskî pyoner` re derbarê dê û bavê xwe di dema şer de, birayê xwe û derbarê jiyana xwe û ya wan diaxive.

    `Bav ket kemînê de`

    Şer destpêkir, bav di yekina leşkerî ya taybet de xidmet dikir. Wî got ku li wir 28 kes hebûn. Erka wan ew bû ku  çalakiyên texrîbî  pêkbînin. —Teqandina piran, rêyên hesin…

    Lê ew yekser ketin kemînê. Kesekî xiyanet bi wan re kir. Ew hatin gundekî, paşê ji wir çûn, lê dema dîsa vegeryan, êdî faşîst li wir libende wan bûn. Di nav daristanê de bi dû

    bavê min diketin, lê ew ma sax, jiber wî xwe avêt çiravê, têde çend seatan rûnişt û bi rêya şivekê re hilma xwe dikşand. 

    `Birîndarbûna bav`

    Paşê ew şandin nav artêşê. Li noqta Nevskî. Dibe ku di dema dorpêçê de  ew dever cihê herî germ bû. Û bav got bê çawa ew birîndar kirin li wir. Birîna wî giran bû. Ew hemû

    jiyana xwe  bi bermayên gulê di nig de jiya: ne hemû bermayên gulê derxistibûn.

    `Mirina bira`

    Diya min  got bê çawa çûn ba bavê min li nexweşxanê. Zarokekî wan yê biçûk hebû, hîn temenê wî ne bibû sê sal. Lê birçîbûn, dorpêç… Bavê min para xwe ya nexweşxanê

    dida diya min. Bi dizî jibo bijîşk û hemşîra nebînin. Û diya min vedişart dibir mal û zarok pê xwedî dikir. Paşê, jibo xatirê zarokan ji birçîbûnê biparêzin, zarok ji diya min

    stendin.. Ew li malên zarokan kom dikirin û hetanî ji dê û bavên wan ne dipirsîn jî. Birayê min  li wir nexweş ket û mir. Û hetanî ji wan re ne gotin bê ew li kijan deverê hat

    veşartin jî.

    Tenê sala borî kesên ku ez wan nas nakim bi inîsyatîva xwe li arşîvê kar kirin û belgenamên biray min dîtin. Û derket ku ev belgename  bi rastî birayê mine.

    Piştî rakirna dorpêçê dê û bavê min hatin welatê xwe yê biçûk –Herêma Tvêrê û heta dawiya şer li wir jiyan. Malbata bavê min mezin bû. 6 birayên wî hebûn û 5 ji wan hatin

    kuştin. ev jibo malbatê bobelate. Mervên diya min jî hatin kuştin. Û ez zarokê dereng bûm. Dema temenê diya min41 sal bû ez çêbûm.

    Bi heman mijarî:

    Vladîmîr Pûtîn û Kristina de Kişner
    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de