16:27 21 Çile 2017
Zindî
    Civata Ewlekarî ya NY

    Lavrov: `Reformkirina Civata Ewlekarî ya NY pêwîstî ye`

    © AP Photo/ Frank Franklin II
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2001

    Rêxisitina Neteweyên Yekbûyî (NY) 70 sal berê hatiye damezrandin. Bingeha fealiyeta wê û bastûra wê di salên Duyemîn Şerê Cîhanê de ji aliya beşdarên pêşeng ên koalîsyona antî Hîtler hatiye amadekirin. Rêziknameya wê jî di wê serdemê de, an ku ji nîsan ta hezîranê sala 1945-an di Konferansa San Fransîsko de hatiye pejirandin.

    Îro neguhêrbariya prensîpên navneteweyî êdî dikeve bin gumanan. Lê belê, Sergey Lavrov, wezîrê karên derve yê Rûsyayê   tekez kir, ku NY têra xwe,  xwedî yedekên saxlem e.  Lavrov, di hevpeyvîna xwe de li gel televîzyona `Russia 24` da zanîn, ku prensîpên bingehîn ên ku di Rêziknameya NY de hatine çespandin, an ku prensîpên wekî:  serxwebûna dewletan, wekheviya serweriya dewletan, destnewerdana di karûbarên wan ên navxweyî, mafê destnîşankirina qedera xwe, çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan — ji aliya tu dewleta ve guman lê nayê kirin. 

    "Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji bo pêşîgirtina sêyemîn şerê cîhanê hat damezrandin û  gihîşt armanca xwe. Em êdî bawer nakin ku şerekî wisa, wekî prensîp pêkan e. Lê belê pêşîgirtina wan gef û metirsiyên ku îro derketine pêşiya mirovayetiyê, dijwartir bûye. Û pêwîstî bi yekîtiya hewildanan heye. Bo nimûne, ti dewlet nikare  tenê bi serê xwe ji bin karesatên siruştî û teknojen derkeve.  Wekî din, terorîzma navneteweyî heye, ku bûye belayeke global, narkotrafîk heye, pirsgirêka ewlekariya xurekê heye. Û çareserkirina wan pirsgirêkan bêyî NY ne mumkun e". 

    Ji aliyeke din, Lavrov dibêje, tevî hemû bêhempatiya xwe, pêwîstiya NY bi reforman heye:

    "Reform her dem pêwîst e. Ti sazî nikare heta hetayê bi şikleke cemidî   bimîne. NY berê jî hatiye reformkirin, pêkhateya Civata Ewlekarî hatiye zêdekirin, li gorî pêwîstiya demê hin mekanîzmên nû hatine sazkirin.  Bo nimûne, aştîparêzî.  Di Rêziknamê de tiştê wisa tune, lê tê de pêwîstî bi çareseriyeke aştiyane ya pirsgirêkan heye. Û ew prensîp dageriya li saziya aştîparêziyê". 

     Her çi reformkirina Civata Ewlekarî bi xwe ye, pirsa han ji mêj ve tê gengeşîkirin û ev nêzîkî 20 sale ku di rojeva Civata Giştî ya NY de ye. Lavrov dibêje, helwêsta Rûsyayê di vê pirsê de pir sade ye:

    "Bê guman, Civata Ewlekariyê, organeke navendî ye û çareseriya wê zerûrî ye. Dema  berfirehkirina wê êdî hatiye. Tê de dewletên pêşketinxwez wekî pêwîst ne hatine temsîlkirin.  Piştî damezrîna NY hêzên nû yên mezin derketine holê. Bo nimûne, Hîndistan, Brezîlya.  Parzemîna Afrîkayê jî divê teqez di Civata Ewlekarî ya NY de bi layîqî bê temsîlkirin. Lê divê berfirehkirineke wisa, zêde nebe û bi lihevkirina hemû dewletên endam pêk were".

    Lavrov  pirsên ku  ji çar aliya cîhanê tên, ji Sputnîk'ê re dibersivîne
    © Sputnik/ Natalie Novikova

    Li gorî nêrîna Lavrov, ji bo ku Civata Ewlekarî wek saziyeke encamdar bimîne, divê hejmara endamên wê ji 20-î zêdetir nebe.  Îro hin dewlet daxwaz dikin ku ciyên hertimî yên nû bêne destnîşankirin û ew jî wan ciyan bigrin. Hin dewletên din jî bi awayekî kategorîk nexwazin di Civata Ewlekarî de dewletên nû cih bigrin.  Lavrov dibêje, çere tenê di lihevkirinê de ye:

    "Em hewil didin ku rê ji konsesusê re vekin. Ji ber ku çareseriya bi şêwaza cebheçêkirinê, dikare ji bo NY bibe felaket.  Her reform, divê bi teqezî prensîpên Rêziknameya NY piştrast bike û pêşiya binpêkirina wan prensîpan bigre. Bo nimûne, bikaranîna hêzê bi awayekî yekalî, an jî şîrovekirineke berovayî ya bîryarnameyên NY. Em, Yûgoslavyaya nû nexwazin, ku bêyî îzna NY hat bombebarankirin, em Îraqeke nû nexwazin, ku bêyî îzna Civata Ewlekarî ya NY hat dagirkirin, em Lîbyayeke nû jî nexwazin, ku bi armanca hilweşandina rejîmê, şer lê hat destpêkirin".

     Di maweya wan salan de, ku gengeşî li ser reformkirina Civata Ewlekarî tê meşandin, saziya han tûşî gelek guhertinan hatiye. Hevkariya wê ya li gel dewletên ne endamên Civata Ewlekariyê baştir bûye. Di civînên wê de, ji bilî 15 dewletên endam, her endameke NY jî dikarin beşdarî bikin. Bi kurtayî, guhertin zehf in û di 70-saliya xwe de jî NY hê jî  wekî hêmana sereke ya dîplomasiya piralî dimîne.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov ji Spûtnîkê re diaxive
    Lavrov wê roja çarşemê ji Spûtnîkê re biaxive
    Etîketan:
    Sergey Lavrov, Cîhan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de