20:15 29 Gulan 2017
Zindî
    İkinci Dünya Savaşı gazisi

    Nerastîyên Şerê Cîhanê Duyemîn

    © Sputnik/ Andrey Iglov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1401

    Xebatên li ser dîroka leşkerî ya `nû` di wan demên dawîyê de gelek çalak dibin

    Ji nû ve nivîsandina dîrokê cureyeke nû yê sîyasetê ye. Berî pîrozbahîyên 70`yemîn salvegera Serkeftina Şerê Cîhanê yê Duyemîn gelek sîyasetmedar û dîroknas hewl didin rastîyên dîrokî biguherînin. Analîstên rûs dibêjin, ku ew hewldan heta niha bê encam in, lê ew nayê wê wateyê ku gereke ji wan hewldanan re çav bêne girtin.

    Xebatên li ser dîroka leşkerî ya `nû` di wan demên dawîyê de gelek çalak bûne. Bi taybet jî sîyasetmedarên Ewrûpa Rojhilata di wî warî de gelek bi çalakî tev digerin. Mixabin, di realîteya hevdem de ew yek sînonîma `antîrûs` e. Ew hewldanên sîyasermedarên ewrûpî bi taybet jî di dema pîrozbahîyên Serkeftina Mezin de çalak dibin. Dîroknasê leşkerî Yûrîy Knûtov di wê derbareyê de wisa ragihand:

    “Elbet berî pîrozbahîyên Roja Serkeftinê bihîstîna wan daxuyanîyan me xemgîn dike. Ew hewldan hemû ji bo wê yekê têne kirin, ku arezûyên sîyasî yên hinek lîderan tetmîn bikin, yên dixwazin encamên Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji bo armancên xwe yên bikar bînin. Ji alîyê din ve bi milyonan cangorîyên Yekitîya Sovyet û gelên Ewrûpayê ji bîr dikin”.

    Serokwezîrê Ûkraynayê Arsenîy Yatsenûk got, ku ``ji alîyê Yekitîya Sovyetê ve dagirkirina Almanya û Ûkraynayê ji bîra me ne çû ye``. Lê, derkete holê, ku mirovên li derdorên wî jî tişteke wisa nikarin bi bîr bînin. Li hember bersîva Wezreata Karên Derve ya Rûsyayê, Wezareta Kerên Derve ya Ûkraynayê pêşîyê matmayî ma û dûre jî gotinên xwe vegerande li ser rejîma totalîter û dagirkerîya îdeolojîk. Zanyarê ji Înstîtûya Lêkolînên Stratejîk Konstantîn Zalesskîy di wê derbareyê de wisa ragihand:

    “Bi tevî hemû haydarîyên derbarê revîzenekirina encamên Şerê Cîhanê yê Duyemîn jî, venêrîna dîrokê ji bo wê yekê tê kirin, ku encamên şer ji binî ve bêne guhertin. Biryar di konferansa Yaltayê de hatîye dayîn û encam li holê ne. Hilweşîna Yekitîya Sovyetê, Yûgoslavyayê û ber bi sînorên Rûsyayê ve nêzîkbûna NATO`yê bi sîstema li Yaltayê hatî sazkirin re nakokîbar in. Li Yaltayê sîstema hevsengê hatibû sazkirin, ku li cîhanê konflêktên mezin rû nedin”.

    Wezîrê karên derve yê Polonyayê Gjeroj Sxetîna konsepteke nû ya dîrokî abête ortê. Ew dixwaze etnîsîteya rizgarkerên derîyên kampa Auschwitz`ê vekirinî hîn bibe. Yûrîy Knûtov li ser wê yekê wisa dibêje:

    “Wezîrê karên derve yê Polonyayê daxuyenîyeke bi absûrd û ji rastîyê dûr da, ku tu bingehên wê tune ne. Li gor nêrîna wî, kampa Auschwitz`ê ji alîyê ûkraynîyan ve hatîye rizgarkirin. Belê, ew kamp ji alîyê Enîya Yekemîn a Ûkraynayê ve hate rizgarkirin. Wezîrê polonî wek dîroknas gereke bizane, ku wê enîyê Ûkrayna rizgar kir. Ji ber wê jî navê Ûkraynayê li wê enîyê hate kirin. Di wê enîyê de bi tevî rûsan, ûkraynî û nûnerên gelek neteweyên din jî beşdarî dikirin”.

    Lê, wezîrê polonî li ser gotinên xwe israr dike û nafikire ka ji bo çi daxuyanîya wî wek ``antîrûs`` tê bi navkirin. Sosret e ku rola sîyasî dikare di nav mirov de mirov bi xwe bişewitîne. Ne Yatsenûk û ne jî Sxetîna nafikirin ku bi daxuyanîyên xwe yên bi wî awayî ve bîranîna şehîdan û hestên xazîyên şer yên dijîn birîn dikin. Wisa dîyar e ku ji bo wan sîyasetmedaran îmaj ji hêstirên çavên xazîyên şer giringtir e.

    Etîketan:
    Polonya, Ûkrayna, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de