17:40 23 Çile 2017
Zindî
    Peşmerge di sengerê de

    Moskow dikare formûla alîkarîkirina Kurdistanê peyda bike?

    © AFP 2016/ JM LOPEZ
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 4631

    Rûsya dikare di çarçoveya têkilîyên xwe yên bi Bexdad û Hewlêrê re, di şerê li dijî DAÎŞ`ê de tevkarîyê bike

    Rûsyayê helwesta xwe ya li hember DAÎŞ`ê kifş kir û statûya tehdîda ji wê rêxistinê bilindtir kir. Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov roja 22`yê Nîsanê ragihand, ku ``DAÎŞ îro dijminê me yê sereke ye``. Ji daxuyanîya Lavrov dîyar dibû ku di wê aresteyê de xebateke bi rageş tê meşandin. Roja dûşemê li Moskowê civîna nûnerên dîplomasî û sîyasî yên gelek welatan hate lidarxistin. Di wê civînê de tekoşîna li dijî DAÎŞ`ê hate gotûbêjkirin. Di civînê de Harêma Kurdistanê jî beşdarî kir, ku di heman demê de li ser sînorên bi dirêjahîya 1050 kîlometreyan bi DAÎŞ`ê re şer dike. Herêma Kurdistanê ji alîyê berpirsê pêvendîyên derve yê Partîya Demokrat a Kurdistanê Hemîn Hewramî ve hate temsîlkirin. Têkilîyên Rûsya û Kurdistanê çawa dikarin bêne pêşvebirin?

    Armanca Rûsyayê nûjenkirina hevkarîya li ser asta bilind bû, ku ji alîyê Rojavayê ve ji ber krîza li Ûkraynayê hate birîn. Problema DAÎŞ`ê ji alîyê Rûsyayê ve bi awayeke cidî dihate şopandin û Vladîmîr Pûtîn jî li ser wê mijarê gotibû: ``Peydabûna fenomeneke bi wî awayî ya wek DAÎŞ`ê, karekterê global ê tehdîda terorîzmê careke din destnîşan dike``. Rojhilata Navîn di navenda bala Moskowê de ye. Ji ber ku ew herêm bi cînarên Rûsyayê yên li Asya û Kavkazyayê re sînor e. Her weha metirsîyeke wisa jî heye, ku nêrînên îslama radîkal ji alîyê welatîyên welatên berê yên Yekitîya Sovyetê yên di nav refên DAÎŞ`ê de şer dikin ve ber bi Rûsyayê ve bêne veguhastin.   Rûsyayê dema ragihand, ku DAÎŞ dijmin e, rast bi pirseke wisa hat: di wê tekoşînê de hevalbendên wê kê ne? Ew ne problemeke hêsan e. Wek tê zanîn DYA serkêşîya koalîsyona li dijî DAÎŞ`ê dike û ji alîyekê ve li dijî wê rêxistinê şer dikin û ji alîyê din ve wê derbazî lîsteya terorîstî ya Civata Ewlekarîyê ya NY nakin. Wê helwesta xwe jî bi wê yekê ve amaje dikin, ku DAÎŞ beşeke ji ``El-Qaîde``yê ye. Ji bo kurdan wek trajedîya li Şengalê jî nîşan da, tekoşîna li dijî DAÎŞ`ê pirsa man û nemanê ye. 

    Gelo di wan şertan de Moskow dikare alîkarîyeke çawa ji Hewlêrê re bike? Rûsya serwerîya welatan berbiçav dike û dihesibîne, ku bêy biryarnameyên Civata Ewlekarîyê ya NY gereke di nav karên welatên Rojhilata Navîn de destêwerdanî neyê kirin. Rûsya Kurdistana Iraqê wek herêmeke di nav Iraqê de qebûl dike û têkilîyan yekser bi hikûmeta Iraqê re dimeşîne. Di wan şertan de yekser bi Hewlêrê re duristkirina têkilîyan, bi bawerîya di navbera Moskow, Bexdad û hewlêrê ve girêdayî ye. Eger di navbera hersê alîyan de bawerî hebe, bêy binpêkirina serwerîya Iraqê, têkilîyên dualî jî dikarin bêne pêşvebirin. Di wan demên dawîyê de Bexdad bi Hewlêrê re rêkevtinên dualî girê dide, ku yek ji wan jî rêkevtina roja 2`yê Berfanbara sala 2014`yan e. Rûsyayê di pratîkê de jî nîşan da, ku li dijî destêwerdana welatên bîyanî ya di nav karên welatên Rojhilata Navîn e.

    Rêvebirê Navenda Lêkolînên Welatên Rojhilata Navîn û Asya Navîn, sîyasetzan û analîstê leşkerî Semyon Baxdasarov dibêje, ku dema duristkirina têkilîyên sêalî ji zû de hatî ye:

    ``Niha piranîya welatên Ewrûpayê ne tenê ji Hewlerê re çekan dişînin, lê her weha pisporên xwe jî ber bi Kurdistana Iraqê ve rêdikin. Fînlandîya, Çekîya, Lûksembûrg û Macarîstan hinek ji wan welatan in. Her weha Awistralya jî yekser çekan ji Hewlêrê re dişîne. Ez behsa DYA, Almanya û Fransayê jî nakim. Lê, mixabin hebûna Rûsyayê li wê derê tune ye. Paradoks jî ew e, ku ezmûnên xebatên berfireh bi Kurdistana Iraqê re hene. Mesûd Barzanî gelek caran daxwaza çekên sovyetî kir, yên di maweya salên dirêj de bikar anîne. Me dikari di alîkarîya ji bo Kurdistana Iraqê de bi wî awayî beşdarî bikira: dema rejîma Saddam husên hate wergerandin, gelek tankên T-54, T-55, T-62, PT-86 ketin destê kurdan. Jimara wan tankan li dora 150`yan bûn. Lê, niha ew tank naxebitin. Me dikaribû li Kurdistanê du-sê parkên temîrkirina tankan ava bikin û bi wî awayî derfetên şerê leşkerî yên kurdan bidine zêdekirin. Bawerîya di navbera Moskow, Bexdad û Hewlêrê wê çiqas alîkarîya pêşvebirina têkilîyên bi Kurdistana Iraqê re bike? DYA, Almanya û Awistralya têkilîyên xwe bi Bexdadê re jî dimeşînin, lê alîkarîya kurdan jî dikin. Wê demê astengîya li pêşîya me çi ye? Li pêşîya me tu astengî tune ye. Mesele ew e ku em naxwazin di wê aresteyê de xebatê bikin. Ji bo wê yekê pêwistî bi biryara sîyasî heye. Gereke em dest bavêjin wê problemê. Welateke wek Fînlandîyayê dest avêtîye wê problemê. Hela di ser de jî ew herêm ji me ne dûr e. Sînorparêzên me ji Kurdistana Iraqê 320 kîlometreyan dûr sînorên Ermenistanê diparêzin. Ew der jî Kavkaza Bakûr e û li pişt wê jî Xezer heye``.

    Bêguman, Rûsyayê karîbû di çarçoveya têkilîyên xwe yên bi Bexdad û Hewlêrê re, di şerê li dijî DAÎŞ`ê de tevkarî bikira. Bêy alîkarîkirina Kurdistana Iraqê ew tevkarî ne mimkun e, ku îro rast bi gelek problemên mezin hatîye. Bi rîya hevkarîya navneteweyî ve hinek problemên Kurdistana Iraqê dikarin bêne çareserkirin. Nûnerên bi dehan welatan ji xwe ji bo wê yekê li Moskowê kom bûn.

    Etîketan:
    Rojhilata Navîn, Kurdistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de