11:00 18 Çile 2017
Zindî
    Têkilîyên Rûsya û Ewrûpayê

    Ambargo li dijî Rojavayê dişuxulin

    © Sputnik/ Vladimir Sergeev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 401

    Li hember Rûsyayê sepandina ambargoyan bêwate ye

    Li hember welateke pendî sepandina ambargoyan û ji welatên din jî dawxazkirina heman sîyasetê, rêbaza amerîkîyan ya kevn e. Lê, dorpêça 60 salan a li ser Kûbayê nîşan da, ku ew mekanîzma di cîhana hevdem de naxebite. Ji ber wê yekê li dijî Rûsyayê sepandina ambargoyan bû sedemê geşedana projeyên nû yên li hundurê welêt.

    Îro dikarin bi hêsanî bibêjin, ku ambargo wan armancan re xizmetê nakin, ên bi rîya aborî ve çareserkirina erkên sîyasî. Pirseke din jî ew e, ku sepandina amborgoyan li hundurê welêt çawa tê pêşwazîkirin. Li Rûsyayê wê yekê reaksîyoneke berovajî çêkir. Welatîyên Rûsyayê dîtin ku welatê wan roj bi roj pêşve diçe û digihije armancên kifşkirî û ji ber wê yekê jî pêşî lê tê girtin. Rêvebirê fînansê yê Navenda Konjûktorên Sîyasî Aleksandr Vorobyov di wê derbareyê de wisa ragihand:

    ``Amerîkî bi zanebûn û yan ji nezanebûn Rûsyayê neçar dikin, ku mekanîzmaya xwe ya emîsyonê saz bike û ji hola bikaranîna dolar derkeve. Eger em nikaribin ji Rojavayê pereyan deyn bikin, ew nayê wê wateyê ku dest û pîyên me girêdayî ne. Em dikarin çiqas pêwist be pereyan çap bikin, lê ew pere gereke di wan warên aborîyê de bêne bikaranîn, yên çirûskê didine geşedana pêşerojê``.
    Li Rojavayê wisa dihesibandin, ku Rûsya wê ji ber ambargoyan sîyaseta xwe biguherîne û di wê rîyê de bimeşe ya ew li ser ferz dikin.Welatîyên Rûsyayê jî sepandina ambargoyan wisa şîrove kirin: dixwazin îradeya xwe li ser dewleta me ferz bikin. Serokê Rêvebirîya Fona Geşedana Civakê Konstantîn Kostîn li ser wê mijarê wisa dibêje:

    ``Armanca ambargoya e we, ku sîyaseta xwe li ser dewleteke din ferz bikin. Ew, yek ji rêbazên kevn e, dema dixwestin bi wan rêbazan ve pêşî li geşedana Yekitîya Sovyetê bigirin. Lê, sepandina ambargoyan kareke bêperspektîv e. Li dijî welatên piçûk jî sepandina ambargoyan tu emcaman nadin. Di wê rewşê de li hember welateke mezin ê wek Rûsyayê sepandina ambargoyan bê wate ye``.  
    Înîsîyatorên ambargoyan ne li bendê bûn, ku li Rûsyayê lêgerîna rîyên pêşvebirina aborîyê wê bête destpêkirin. Yek ji pirsên kilît derxistina aborîyê ji sektora neftê û arestekerina wê ber bi sektora pîşesazîyê ye. Konstantîn Kostîn wisa berdewam dike:

    ``Rûsya gereke pîşesazîya xwe pêşve bibe, ku girêdayîbûna xwe ya bi hevkarên bîyanî re daxîne li ser asta herî jêr, ku rojekê nebêjin: em hevkarîya bi we re didine rawestandin û teknolojîyên ji we re pêwist jî nadin``.

    Aleksandr Vorobyov dibêje, ku sektora çandinîyê wê ji ber ambargoyan zêdetir pêşve biçe:
    ``Ew yek dikare bibe çirûsk ku em dest ji modelên kevin berdin û rewşa aborîya xwe biguherînin. Ambargoyan hinek sektorên me dane bi hêzkirin. Ji bo nimûne, kûra dolar a nizim çandinîyê gem dike. Eger dolar dakeve binê 40 rûbleyî, ew ê darbeyeke cidî li sektora çandinîyê bide. Gereke em wan sektoran pêşve bibin, yên ku bêy wan nikarin hebûna xwe berdewam bikin``.

    Etîketan:
    Ewrûpa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de