18:17 29 Gulan 2017
Zindî
    Zafer Günü

    Boykota alayişa serkeftinê:``dîplomasîya jênerevîn`` a Ewrûpayê

    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 701

    Rêvebirên sîyasî yên DYA, Fransa, Brîtanya, Almanya û Îtalyayê beşdarîkirina alayişa îsal ya li Moskowê red kirin

    10 sal berî niha serokê DYA`yê Corc  Bûş, serokê Fransayê Jak Şîrak û serokwezîrê Almanyayê Gerard Şroder di alayişa 9`ê Gulanê ya li Moskowê de beşdarî kirin. Hemûyan jî dihesibandin ku gereke ji dîroka Yekitîya Sovyetê û Rûsyayê re rêz bête girtin. Lê, paşê dema Rojavayê dest bi berfirehkirina hola xwe ya bandorê kir, Moskow hewl dide bi bîr bîne, ku gereke berjewendîyên wê jî bêne berbiçavkirin.

    Mantiqa realîzma di dema şerê sar de hate guherîn û bikaranîna rêbazên leşkerî jî di nav de, Rojava di her firsendê de hewl dide hola xwe ya bandorê berfirehtir bike. Ji alîyê NATO`yê ve bombebarankirina Yugoslavyayê ya di sala 1999`an de nimûneya wê yekê ye. Piştî wê têkilîyên Rûsya û Rojavayê ber bi xerabîyê ve çûn û ji ber krîza Ûkraynayê jî gihaşte li ser asta herî dijwar.

    Niha di navbera Rûsya û YE`yê de li ser pirsa pîrozkirina salvegera 70 salîya serkeftina Duyemîn Şerê Cîhanê de dubendî peyda bûne. Hêj di sala 2010`an de leşkerên rojavayî yên amerîkî, brîtanî û fransî tev leşkerên rûs di alayişa li Meydana Sor de beşdarî dikirin.

    Rêvebirên sîyasî yên DYA, Fransa, Brîtanya, Almanya û Îtalyayê beşdarîkirina alayişa îsal ya li Moskowê red kirin. Di nav welatên endamên YE`yê de tenê serokwezîrên Yunanistan û Slovenyayê Aleksîs Çîpras û Robert Fîşo, serokdewletên Qibrîs û Çekîyayê Nîkos Anastasîadîs û Mîloş Zeman ragihandin, ku wê serdana Moskowê bikin. Her weha delegasyonên ji 50 welatan yên ji Brezîlya heta Hindistan û Koreya Bakûr jî wê di merasîma roja 9`ê Gulanê ya li Moskowê de amade bin.

    Serokwezîra Almanyayê her çend beşdarîkirina merasîma roja 9`ê Gulanê red kir jî, wê roja 10`ê Gulanê li Moskowê çelenga bîranîna leşkerên Yekitîya Sovyetê danê. Wek tê zanîn ji ber êrişa Almanya faşîst a li ser Yekitîya Sovyetê, 27 milyon kesan jîyana xwe ji dest dabûn.

    Rojnameya Der Freitag dinivîse ku Angela Merkel gereke bi xazîyên Duyemîn Şerê Cîhanê re jî hevdîtinan pêk bîne. Li gor destnîşankirina Der Freitagê, `dîplomasîya jênerevîn a Merkelê` li hember bîranîna cangorîyên di navbera salên 1941-1945`an ne adilane ye.

    Nivîskarê rojnameya Der Freîtagê dinivise, ku welatên hevdem dikaribûn cudahîya nêrînên xwe li alîyekê bihêlin û bi boneya salvegera 70 salîya Serkeftina li dijî faşîzmê dîrokê venegerînên navgîneke sîyasî. Wek serokê Almanyayê Yaşîm Gaûk di meha îlonê de ragihandî: ``dîrok me hînê wê yekê dike, ku tawîzkarîyên terîtorîyal arezûya agresoran tenê zêdetir dike``.

    Etîketan:
    Ewrûpa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de