09:33 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Keremê Tahar Gerdenzerî

    Keremê Tahar Gerdenzerî - Zanayê sazbendîya rokê (Beşa Yekemîn)

    © Foto: Wêneyên ji arşîfa Keremê Tahar Gerdenzerî
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Karîna Samandova
    0 334871

    ``Ez nikarim ji derveyê evînê ruhê mûzîkê vebêjim`` Richard Wagner

    Mêvanê bernameya ``Tu bi xêr hatî`` ya radyoya "Spûtnîk Kurdistan" yê îro Kerem Gerdenzerî ye. Kesên ku ji hunermendîya sazbendîyê ya kompozîtorê kurd, heskirîyên xort û keçên kurdan ên salên 60`î 70`yî Keremê Gerdenzerî hes dikin, wê ji bernameya me ya îro tameke resen bistînin.


    Kerem Gerdenzerî sedemê hilbijartina mûzîka rokê bi popûlarîya wê ya di salên 60î 70`yî ve gire dide û dibêje, ku wan salan mûzîka rok gelek modêrn bû. Wê hîngê komên inglizî:The Rolling Stones, Pink Floyd, Led Zeppelin, Deep Purple hebûn  û ciwanên Tilbîsê gelek ji wê stîlê hizdikirin. Wê stîlê bandor li me jî kir û me biryara sazkirina koma xwe wergirt. Lê, me xwest ku wê stîlê bi zimanê xwe yê zikmakî, ango bi kurmancî bistêrin.

    Keremê Tahar Gerdenzerî roja 6`ê Adara sala 1952`an li paytextê Gurcistanê Tilbîsê di maleke kurdan ya sade de ji diya xwe bûye. Bavê wî Taharê Hecî ji malbeta Gerdenzerîyan, diya wî Redîfeya Necîb Begê jî ji malbata Reşîyan bû. Di dema zarokatîyê de malbata wî jê re sazek kirîn û ew saz bû aletê wî yê herî hizkirî. Dê û bavê wî destê wî girtin, birine dibistana sazbendîyê. Li vir sazbendîya rokê gelekî bala wî kişand û yekser fikirî, ku çima sazbendîya wiha ya kurdî tune.

    Keremê Gerdenzerî sala 1974`an komikeke ji maşoqên sitranên kurdî saz kir û ew kom heta sala 1976`an pêşda çû û navê "Wetan" lê kirin. Koma ``Wetan`` ne tenê li Yekitîya Sovyetê, lê her weha li seranserê cîhanê jî koma sazbendîya rokê ya kurdî ya pêşin bû.
    Koma "Wetan" gelek caran tev li pêşbirk û fêstîvalên sazbendîyê bûye, yên li Gurcistanê dihatine derbazkirin. Di sala 1977`an de di leca sazbendîya estradayê de bi ser ket û xelat wergirt.

    Keremê Tahar Gerdenzerî
    © Foto: Wêneyên ji arşîfa Keremê Tahar Gerdenzerî
    Keremê Tahar Gerdenzerî

    Hemû sitranên komê yên Kerem bûn. Wê komê her tişt dikir, ku bigihîje dereceya profêsyonalîya bilind û pêşketin jî li ber çavan bû. Di sala 1990`î de kargeha amadekirina selikên sazbendîyê alboma koma "Wetan" derxist. Berî wê di sala 1979`an de fîrma Mêlodîya li paytextê Gurcistanê ew selik amade kiribû. Koma "Wetan" pereyên ji derketina selikê sitendî ji ziyanketîyên Helebçeyê re şand, ku ji bombebaranên desthilata Îraqê yên kîmyewî zirareke mezin dîtibûn.

    Bi heman mijarî:

    Têymûrazê Efo Reşoyêv - heykelterêş û wênekêş. (BeşaYekemîn)
    Têymûrazê Efo Reşoyêv - heykeltraş û wênekêş. (Beşa Duyemîn)
    Mîroyê Qanat – sazbendê bi nav û deng. (Beşa Yekemîn)
    Mîroyê Qanat – sazbendê bi nav û deng. (Beşa duyemîn)
    Mîroyê Qanat – sazbendê bi nav û deng. (Beşa Sêyemîn)
    Etîketan:
    Keremê Tihar Gerdenzerî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de